Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê
Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê | |
---|---|
Mustafa Barzani Building .jpg | |
li ser nexşeyê![]() | |
Koordînat: 36°51'41.18"Bk, 42°51'42.03"Rh | |
Dûgel |
![]() |
Beşa îdarî | |
Dema avabûnê |
2014 ![]() |
Malper | |
biguherîne - Wîkîdaneyê biguherîne![]() |
Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê (bi îngilîzî: American University of Kurdistan, bi kurdî: زانینگەھا ئەمریكی یا كوردستانێ) zanîngeheka taybet ya ne-ji-bo-qezencê ya bajarê Dihokê li Başûrê Kurdistanê ye ku li sala 2014ê bi serokînîya Mesrûr Barzanî hat damezrandin. Ji armancên serekî yên vê zanîngehê perwerandina rêveber û rêberên pêşeroja welatê ye. Zanîngehê ji bo sala xwendinê ya 2014-2015ê dest bi wergirtina xwandinkaran kir û heta niha tenê ji bo xwendinên heta astê bekaliryosê xwandinkaran werdigire. Ji ber ko zanîngeh nû ava bûye, hêşta çi xwandinkarên zanîngehê xwendina xwe neqedandî ye.
Zanîngehê binkeyekê fêrbûna zimanê îngilîzî jî heye ko armanca wê bilindkirina astê bikarînana zimanê îngilîzî yê xwendinkaran e berî ku dest bi xwendina dersên serekî bikin. Herwesa, xelkên ku naxwazin li zanîngehê bixwînin jî dikarin li Binkeyê Fêrbûna Zimanê Ingilîzî dest bi xwendina îngilîzîyê bikin.
Pişkên Zanîngehê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Heta niha 4 kolêj li Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê hene:
Kolêja Zanistan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Kolêja zanistan ji van pişkan pêk dihêt:
- Pişka Zanistên Berisînkê anko kompûterê
- Pişka Nitlandinê anko dîzaynê
- Pişka Zanistên Jîngehî
- Pişka Ragehandina Cîhanî û Tikhilîyan
Kolêja karwerîyê anko bîznisê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Ev kolêj jî ji van pişkan pêk dihêt:
- Pişka darayîyê anko fînansê
- Pişka Rêvebirinê
- Pişka Bazarpêkirinê anko Marketîngê
Kolêja endazyarîyê û avahîsazîyê anko arşîtektê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Ev koêj jî van pişkan di xwe da dihewîne:
- Pişka Avahîsazîyê anko
- Pişka Endazyarîya Neftê
- Pişka Zanyaran û Teknolojiya Tikhiliyan
[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Pişkên vê kolîjê jî ev in: