Mesrûr Barzanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mesrûr Barzanî
مه‌سروور بارزانی
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Niha wezîfedar e
Dest bi kar kir
10ê tîrmeha 2019an
SerokkomarNêçîrvan Barzanî
Cîgirên
serokwezîrê
Qubad Talebanî[1]
BerêNêçîrvan Barzanî
Jînenîgarî
Jidayikbûn2ê adara 1969an(1969-03-02) (55 salî)
Dilman, Çoman, Başûrê Kurdistanê
NeteweKurd
Partiya siyasî(PDK) Partiya Demokrat a Kurdistanê
PerwerdeZanîngeha Amerîkayê
Malper
biguhêreBelge

Mesrûr Barzanî (jdb. 1969 li Çoman, Başûrê Kurdistanê), siyasetmedar û dîplomatek kurd e ku ji hezîrana sala 2019an vir ve serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye.[2] Barzanî di heman demê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê û endamê Partiya Demokrata Kurdistanê ye. Di 10ê hezîrana sala 2019an de piştî ku ji 97 parlamenteran di Parlamena Kurdistanê de 87 deng bidest dixe di 10ê hezîrana sala 2019an de wek serokwezîrê kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi kar kiriye.[3]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1985an de di 16 saliya xwe de tevlî nava refên berxwedanê yên kurd ku bi navê “Pêşmerge” yan jî “yên ku bi mirinê re rû bi rû dimînin” dibe. Di sala 1988an de di Şerê Xwakurkê li dijî artêşa Sedam Huseyn beşdarî şer dibe.

Tevî vê zarokatiya ne asayî ya ku ji ber xwezaya dijwar a berxwedana kurdan, Mesrûr Barzanî dikare xwendina xwe ya amadeyî li Îranê biqedîne. Piştî ku di sala 1992an de li herêmê aştî çêdibe, ji bo perwerdehiya zimanê îngilîzî salekê diçe Londonê. Piştî ku perwerdeya xwe ya zimanê îngilîzî temam dike, ji bo wergirtina bawernameya di warê Lêkolînên Navnetewî de ji Zanîngeha Amerîkayê ya li Washington DCyê werdigire. Ew di warê Aşitî û Çareserkirina Pevçûn de xwendina xwe ya lîsansa bilind berdewam dike.[4]

Di dema xwe ya li Washingtonê de, Mesrûr Barzanî bi awayekî çalak beşdarî baştirkirina têgihiştina rewşa kurdan ê li Amerîkayê dibe. Ji bo berdewamkirina van xebatan di paşerojê de, li Zanîngeha Amerîkayê bernameyeke zanyarî ya Barzanî damezrandiye.

Mesrûr Barzanî zewicandî ye û çar zarokên wî yê bi navên Arîn, Yasmîn, Barzin û Aran hene.

Kariyera polîtîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mesrûr Barzanî di sala 1998an de vegeriya Herêma Kurdistanê û di kongreya 12e ya PDKê de wek endamê Komîteya Navendî hate hilbijartin. Paşê di heman salê de dibe endamek ji Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û piştre wekî Rêveberê Giştî yê Dezgeha Parastin û Zanyarî yê hatiye erkdar kirin. Di sala 2010an de di kongreya 13em de dengên herî zêde bi dest dixe ku careke din dîsa ji bo Meclîsa Serkirdayetiyê hate hilbijartin û piştre jî weke yek ji endamên Polîtburoya PDKê tê hilbijartin. Di sala 2012an de ji aliyê bavê xwe serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve wek Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ji bo serpereştiya asayîş, îstixbarata leşkerî û dezgehên istixbaratî yên heyî rê erkdar kirin.[5]

Di bin serpereştiya wî de, jin bi awayekî fermî di nav dezgehên ewlekariya kurdî de hatin zêdekirin. Barzanî rexnegirekî bi deng bû ku ji gelek pêşniyarên ku di Koma Lêkolînê ya Iraqê de hatin dîtin ku li ser vê mijarê gotarek ji bo Washington Postê nivîsandiye.

Barzanî her wiha bi kar û xebatên xwe yên ji bo dabînkirina teqawidiya xanenişînên têkoşîna gelê Kurd ên ku endamên partiya siyasî ya bavê wî bûn, tê zanîn. Di çileya sala 2010an de di hevpeyvînekê de ligel Weqfa Jamestownê, Mesrûr Barzanî aniye ziman ku Destûra Iraqê çareseriyeke zelal ji bo statûya bajarê Kerkûkê û navçeyên din ên bi nakok diyar kiriye.[6]

Di gulana sala 2016an de, Barzanî ji bo rojnameya Washington Postê de gotareke duyem nivîsandiye û tê de daxwaza cudabûna 'bi dostanî' ya Başûrê Kurdistanê ji tevahiya Iraqê dike. Wî Iraqê bi "şikestineke konseptî" bi nav kiriye ku gelên ku kêm hevpar in ji bo parvekirina paşerojeke nediyar, mecbûr dike û destpêkirina danûstandinan bi Hikûmeta Iraqê re beriya referandumê de ragihandiye.[7]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Kurdistan Parliament approves nominees for new KRG cabinet". www.nrttv.com. Corporation Nalia. Ji orîjînalê di 7 hezîran 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 kanûna pêşîn 2020.
  2. ^ "Iraqi Kurdistan profile". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 3 tîrmeh 2014. Roja gihiştinê 15 îlon 2023.
  3. ^ "rudaw.net/english/kurdistan/10072019". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 15 îlon 2023.
  4. ^ "American Weekly". web.archive.org. 14 îlon 2006. Ji orîjînalê di 14 îlon 2006 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 îlon 2023.
  5. ^ "President Barzani Inaugurates the Security Council of the Kurdistan Region". krp.org. Ji orîjînalê di 26 adar 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 îlon 2023.
  6. ^ "Iraq's Security is Kurdistan's Security: An Interview with KRG Intelligence Chief Masrour Barzani". Jamestown (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 15 îlon 2023.
  7. ^ "Opinion | Kurdistan deserves an amicable divorce from Baghdad". Washington Post (bi îngilîziya amerîkî). 11 nîsan 2023. Roja gihiştinê 15 îlon 2023.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]