Avahîsazî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Di destpêka sedsala 15an de avahîsaz Filippo Brunelleschi, qube li Katedrala Firenzeyê (Îtalya) zêde kir û ne tenê avahî û bajar, lê di heman demê de rol û statûya avahîsaz jî guherandin.[1]

Avahîsazî[2] an jî mîmarî huner û zanista plankirin, sêwirandin, avakirin û lêkirina avahî û berhemên din e.[3] Ew pêvajo û berhema xêzkirin, têgihîştin, plansazkirin, sêwirandin û çêkirina avahiyan e.[4] Xebatên avahîsaziyê (avahî) bi gelemperî wekî sembolên çandî û karên hunerî tên hesibandin. Şaristaniyên dîrokî gelek caran bi serkeftinên xwe yên avahîsaziyê yên mayînde re tên naskirin.

Parçeyeke gumbeta Katedrala Firenzeyê

Ev pratîka ku di serdema pêşdîrokê de dest pê kiriye, ji aliyê şaristaniyên her heft parzemînan ve weke riyeke teswîrkirina çanda xwe hatiye bikaranîn.[5] Ji ber vê sedemê avahîsazî wekî şêweyekî hunerê tê dîtin. Metnên li ser avahîsaziyê ji demên kevnar ve hatine nivîsandin. Metna herî kevn a li ser teoriyên avahîsaziyê rîsaleya sedsala 1an p.z. a "De architectura" ya avahîsazê romayî Vitruvius e. Li gorî wî, avahiyeke baş firmitas, utilitas û venustas (saxlamî, bikêrhatî û bedewî) dihewîne. Piştî sedsalan, Leon Battista Alberti fikrên wî bi pêş xistin. Li gorî wî, bedewî kalîteya objektîf a avahiyan e ku di ebada wan de tê dîtin. Giorgio Vasari kitêba Le vite de' più eccellenti pittori, scultori, e architettori ("Jiyanên Wênesaz, Peykersaz û Mîmarên Herî Berbiçav") nivîsand û di sedsala 16an de fikra stîlê di hunerên rojavayî de derxist pêş. Di sedsala 19an de Louis Sullivan daxuyand ku "form li pey fonksiyonê tê". "Fonksiyon"ê êdî şûna "bikêrhatî" ya klasîk girt û dihat fêmkirin ku fonksiyon ne tenê pîvanên pratîk, lê di heman demê de pîvanên estetîk, psîkolojîk û çandî jî dihewîne. Fikra avahîsaziya domdar di dawiya sedsala 20an de hatiye destnîşankirin.

Avahîsaz wekî avahîsaziya gundî dest pê kir ku ji ceribandin û xeletiyê ber bi dubarekirina serketî ve pêş ve çû. Avahîsaziya bajarî ya kevnar bi avakirina avahiyên dînî û avahiyên ku sembola hêza siyasî ya desthilatdaran e mijûl bû, heya ku avahîsaziya yewnanî û romayî bal kişand ser fezîletên sivîl. Avahîsaziya hindî û çînî tesîr li formên li seranserê Asyayê kir û avahîsaziya bûdîst bi taybetî awayên cihêreng ên herêmî girt. Piştî serdema navîn, rola avahîsaz û endezyar ji hev cuda bûn. Avahîsaziya modern piştî Şerê Cîhanî yê Yekem wekî tevgereke avant-garde dest pê kir û hewl dida ku stîlek bi tevahî nû ji bo nîzameke nû ya civakî û aborî ya piştî şer pêş bixe. Lewma avahîsaziya modern li ser dabînkirina pêdiviyên çînên navîn û karkeran rawestiya. Girîngî li ser teknîk, malzemeyên modern û formên geometrîk yên sadekirî hate dan û rê li ber avahîyên bilind vekir. Gelek avahîsaz ji modernîzma ku wan wekî nedîrokî û antî-estetîk dihesiband bêhêvî bûn û avahîsaziya postmodern û hemdem pêş ket.

Bi salan, qada avakirina avahîsaziyê ji sêwirana keştiyê heya xemilandina hundurîn her tiştî vedihewîne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "The Dome of Santa Maria del Fiore". brunelleschi.imss.fi.it. Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2023.
  2. ^ TMMOB-Türkiye Mühendis ve Mimar Odaları Birliği (2014) Ferhenga zaravên teknîkî (Kurdî-Türkçe-English), Enqere, r. 19.
  3. ^ "architecture - Expression of technique | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2023.
  4. ^ "Architecture | Definition, Techniques, Types, Schools, Theory, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2023.
  5. ^ "7 Things I Learned About "Home" from Talking to Architects on Every Continent". Apartment Therapy (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2023.