Zekeriya Qezwînî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Zekeriya Qezwînî (bi farisî: أبو يحيئ زكريا بن محمد القزويني‎; Navê wî yê dirêj Ebû Yehya Zekeriya bîn Muhemmed el-Qezwînî. z. 1202 - m. 1283), matematîkzan, fîzîknas û erdnasekî misilman yê sedsala 13an e.[1]

Ji ber ku li Qazwênê hatiye dinyayê jê re gotine Qezwînî.
Li Welatên Ewropayê weke Gaius Plinius Secundusê misilmanan tê naskirin. Bi koka xwe digihîje Enes bin Malik. Di ciwantiya xwe de çûye Şamê perwerdeya xwe girtiye.

Berhema wî a navdar Asar-ul Bilad we Ahbar-ul İbad, (Athar al-bilad wa-akhbar al-‘ibad), (واخبار العباد) e ku li ser erdnîgariyê ye. Zekeriya Qezwînî evî pirtûka xwe di sala 1275an de nivîsiye. Qezwînî li ser çêbûna çiyayan u jeolojiyê dixebite,  Li gorî wî 36.000 (sî û şeş hezar) salan de carek stêrk gerên xwe bi dawî dikin û ji ber wî li rûyê erdê pir guhertinên mezin çêdibe wek mîna cîhên zaha dibe şilekî û wek behr, cîhên şil û behr jî bidin cîhên zaha.[2]

Kazvini1.jpg
kozmografyaya ji pirta Z. Qezwînî
Ji pirtûka wî

Çavkanî[biguherîne]

  1. http://www.encyclopedia.com/doc/1G2-2830903549.html
  2. TDV İslam Ansiklopedisi cilt: 25; r. 160
Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)