Here naverokê

Zembîlfiroş (destan)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji bo maneyên din li Zembîlfiroş binêre.
Zembîlfiroş û Xatûna Mîr

Zembîlfiroş navê destaneke kurdî ye ku ji Feqiyê Teyran hatiye nivîsandin. Di wê de ku Derwêşek li bajarê Ferqînê zembîlan difiroşe. Jina Mîrê bajêr wî dibîne û dilê wê dikeve Zembîlfiroş. Di dawiya destanê de Zembîlfiroş yan xwe di kelhê de dike xwarê (strana Zembîlfiroş ji devê Xerapêtê Xaço), yan jî duayê wî Xwedê dipejirîne û ew dibe latek (di hin versiyonan de dibe kevokek). Sebeba vê biryara wî ew e ku jina mîr êdî rê nadiyê ku ji jina xwe û zarokê xwe re rast be. Tirba Zembîlfiroş li Gundê Sîrkutkî a girêdayi Zaxo a Başurê Kurdistanê ye.

  • Marif Xeznedar, "Mêjuwî edebî kurd", bergî duwem, Hewlêr: aras 2002.