Zenga Zêrîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Zengî Zêrîn romana di sala 2003‘an ji aliye nivîskar Jîr Dilovan ve hatiye nivîsandin. Jîr Dilovan di nava wêjeya kurd de bi vê romanê cihê xwe girtiye.

Di ve romanê de jiyana du karakteran, Mirxan û Sitî, tê vegotin. Mirxan zarokîtiya xwe li Kerboran, navçeyeke Mêrdînê, derbas dike.Kerborana Torê an jî Turabdin. Axeke kevn û dirokî ye ku te de ermen, keldanî û suryaniyen mesîhî, cihû, șemsî, kurdên êzidî û misilman û ereban tê de bi sedsalan bihevre dijîn.

Bavê Mirxan dixwazê lawike xwe bide xwendin. Pișt qedandina dibistana yekemîn, ji bo xwendina dibistana navîn wî dișine Midyadê û pișt re jî wî dișînê bajarê Qirșehîrê. Bi hevale xwe Şemun ê suryani re xatir ji bavên xwe dixwazin û dikevin ser rê. Kirșehîr bajarekî di navenda Anatolyayê kû tê de gelek êșirên kurdan ji Kurdistanê bi deste Osmaniyan ve bi zorê hatibûn koçberkirin û bi sedsalan li derdora Anatolyaya navîn jiyana xwe berdewam dikirin. Mirxan û Şemun dest bi xwendina dersên xwe dikin. Le hevalê wî Şemun ji bo ku bawertiya wî cudaye zordestiye ji destên mamosteyên tirk dibine û jdev ji xwendine berdide, vedigerê welatê xwe Midyadê. Perwerdeya tirkan ti bawertiyen ji mislimantiyê cudatir nas nedikir û ji aliyê netewî ve jî tenê tirk nas dikirin. Lewra Mirxan ditirsiyan ku xwe bide naskirin ku ew kurd e. Mirxan li Kirșehîr di dibistana mamostetiya zarokan de çar salan dixwîne û di wê demê de bi şevînî di razengaha dibistanê de dijî. Mirxan di dibistane de rasta keçikeke delal dibe û bi dîtina wê dil digirê. Navê wena Sitî ye. keçeke delal, bejinzirav û zîreke.Ew ji kurdên Kirșehîre ye.

Zenga Zêrîn, jiyana xort û qîzeke kurd ku xwe di bin otoasimilasyona tirkan de winda kirine û haya wan ji eslê wan tine vedibêje. Her du jî di dibistana mamostetiyê de dixwînin, hev nas dikin û bi hinek bûyerên sosret û rasthatinî ku tên serê wan, xwe jî hêdî hêdî nas dikin. Heta êdî ew bîrewer û hişyarî kurdîtiya xwe dibin, nûka derdora xwe nas dikin.Piştî ku xwe nas dikin û dibin mamoste, dizewicin û li gundêkî Mêrdînê mamostetiyê dikin. Ji ber ku li eslê xwe xwedî derdikevin, êdî girtin, êşkence û rajêrkirin dibe para wan.

Roman bi vî awayî didome. Ev roman bi kurte jiyana gelek xwendevanên kurdên bakûr, ên kû xwendina xwe kedandine an jî he berdewam dikin, dide naskirin. Kurdîtî dibe barekî giran dinav heqnenas û inkarvanên perwerdehîya devleta tirk.Herwiha ji roja yekemîna dibistane pê de zarokên xwendevan bi xweînkarkirine dest bi perwerde dikin. Herroj bi nave tirkîtiye sund dixwin û ji xwe șem dikin kû ew bêjin ew kurdin. Ev roman, ji ve nerînê, xwendevantîye di dibistan û zaningehên tirkande baș dide naskirin. Xwendevan an jî xebatkarên kurd ên kû li diji ve inkarê tên zilm, êșkence, hepsê dibinin û bi tevahî we ruyên reș ê devletê nasdikin. Mîna hemû zarokên Kurdên bakûr jiyana Mirxan û Sitî dibe minakêk ji bo naskirina rejima devleta kemalîst û perwerdêya we.

Piçûkayî ya Mirxan di nav zêw û şehran, di nav çanda suryaniyan û ya kurdî de derbas dibe. Bi taybetî di welatekî kû hemû cejnên misliman süryani û êzidîyan tevde dihatin pîrozkirin bi destê dewleta tirk û kurdên xwefiroștî dest bi zilm û kuștina süryanî û ezidîyan dibe. Ev buyerên șermezarî kû di salên 1970’an de derbas dibin bi nerînen xortekî xwendevan tên vegotin. Bi gotineke jineke suryanî ev hal weha tê gotin: “Win kurdno, ma win bawer dikin kû van tirkan em derxistin wê we piștre wilo bihêlin. Pișt mere wê bê dora we.” Mixabîn welat jî hemû suryanî û êzidîyan re divê demê de dibe zindan. Bi hezaran direvin welaten rojhilat. Bi vî awayî ev roman ronî li ser dîroka nêzik a kurdistana bakûr dide. Jîr Dilovan div e romanê de pêrçena ji jiyana xwe dide naskirin. Ji ber kû wî di dibistana Kîrșehîr de xwendiye û gelek ji van buyeran bi xwe derbaskirine, van serpêhatiyan bi jiyana xortekî din, bi nave Mirxan, dide naskirin.

Zenga Zêrîn bi xwestekek û xebateke direj kedandîye û çîrokên gelê kurd di nav vê romana nujen de tê rareșandin. Ji alîye raxistina danîna romanê ve, ev ji romaneke klasîk û kurteçîrokê kurdan pêk hatiye.