Here naverokê

Zimanê azerî yê kevn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Azerî
Navên xwemalî
  • Āḏarī
Welatên lê tê axaftin Êran (Împeratoriya Hexamenişî), Azerbaycan
Dîroka mirîbûnê 1100–1972 CE
Malbata zimanî Hind û ewropî
Awayên kevn
Kodên zimanî
ISO 639-3 None

Azeriya kevn yan jî Azerî (bi farisî: آذریĀḏarī) zimanekî îranî ya windabûyî ye ku berî tirkkirina herêmê li herêma dîrokî ya Azerbaycan Îranê ji aliyê azeriyan ve hatiye axaftin. Hinek zimannas bawer dikin ku cûreyên tatî yên başûrî yên Azerbaycana Îranê li derdora Takestanê, mîna zaravayên harzandî û karinganî, bermahiyên azeriya kevin in.[1][2][3]

Berî asîmîlasyona tirkkirina Azerbaycanê, azeriya kevin (zimanê azerî) li Azerbaycanê zimanek serdest bû.

Lêkolînên destpêkê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zanyar û zimannasê azerî Ehmed Kasrewî yekem zimannas bû ku zimanê îranî yê herêma dîrokî ya Azerbaycanê ya Îranê lêkolîn kir. Ehmed Kasrewî lêkolînên berfireh bi bikaranîna çavkaniyên dîrokî yên erebî, farisî, tirkî û yewnanî dike û digihîje vê encamê berî ku zimanê tirkî wekê zimanê azerî hatiye binavkirin zimanê azeriyan, zimanê azerî ya kevn e (zimanê îranî) ku ji aliyê azeriyan ve hatiye axaftin. Lêkolînên dîrokî destnîşan dikin ku Azerî beriya hatina tirkên selçûqî li herêmê, yek ji komên etnîkî yên îranî bûne.[4]

Berawirdkirina zimanê azerî û hinek zimananên dinên îranî.

Azeriya kevin Farsî Kurmancî Zazakî Talişî
berz boland bilind berz barz
herz hêl hildan/avêtên erz şodəy
sor sal sal ser sor
dêl dêl dil zerre dıl
hre se hirê do
des dah deh des da
  1. ^ Melville, Charles; Europaea, Societas Iranologica (1999). Proceedings of the Third European Conference of Iranian Studies: Held in Cambridge, 11th to 15th September 1995 (bi îngilîzî). Reichert. ISBN 978-3-89500-104-8.
  2. ^ Andrew Dalby (1998). Dictionary of languages. Internet Archive. Columbia University Press. ISBN 978-0-231-11568-1.
  3. ^ "Old Azeri". Wikipedia (bi îngilîzî). 2 hezîran 2023.
  4. ^ Singh, Nagendra Kr; Samiuddin, Abida (2003). Encyclopaedic Historiography of the Muslim World (bi îngilîzî). Global Vision Publishing House. ISBN 978-81-87746-54-6.