Here naverokê

Zimanên îranî yên bakur-rojava

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Belavkirina Zimanên Îranî

Zimanên îranî yên bakurê rojava komekê zimanî ye ku di bin komê mezintir yê îranî yên rojavayê dimîne. Pirê zimanên îranî yên bakur-rojava li derdor Kurdistanê, çiyayên Zagrosê, Qefqasyaê, û Deryaya Qezwînê tên axaftin, wek mîna zimanên Kurdî, Tatî, Talişî û Gîlakî. Zimanê Belûçî li navberê Îranê, Pakistanê û Efxanistanê tê axaftin, lê hem ew jî di bin vê komê de ye.

Lîsteyê zimanan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanen Balûçî

  • Balûçiya Bakurî
    • Bugtî, Kesranî, Legharî, Marrî, Mezerî, Baloçiya Sindiya Jorîn
  • Balûçiya Rojavayî û Başûrî
    • Balûçî-Koroşî
    • Balûçiya Başûrî
    • Leşerî
    • Rexşenî

Zimanên Tatî

  • Alamûtî
  • Tatiya Navendî
  • Tatiya Bakûrî
  • Tatiya Başûrî

Zimanên Deryayê Qezwînî

  • Gurganî
  • Gîlakî-Rudbarî
  • Mazandaranî-Şahmirzadî
  • Komîsenî

Zimanên Komîsenî

  • Lasgerdî
  • Sangîsarî
  • Sorxey-Efterî

Zimanên Kermanî

  • Kavîrî
  • Gazî
  • Hemedanî-Borûcerdî
  • Kaşî
  • Xunsarî
  • Kermanî-Nayinî
  • Sîvendî

Peresîna zimanan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Îsoglosên zimanên îraniya rojavayî[2]
Ziman/kom
*Hind û îranî ćw tr ś -tw- sw dw rj́ rd
*Proto-îraniya rojavayî dz tsw θr ts -θw- hw dw rdz rd
Avestayî z sp hr s θw hw dw rz rd
Partî z sp hr s f wh b rz rd
Kurdiya merkezî z S S s h xw D ł ł
Zazakî z sp (h)r s w w b rz ř
Goranî z sp hr s u w b rz r/L
Talişî z sb hr s h x(u) b rz r
Tatî (azerî) z sb hr s h x(u) b rz r
Devokên navendî z sb hr s h xu, h, f b L(rz) L
Qezwînî z sb r s h x b rz rd
Belûçî z S S s h w, h b rz rd
Farsiya nû D S S H h x D l l
Farsiya navîn d s s h h xw d l ł
Farsiya kevn d s s' θ <θuv>* <uv>* <duv>* rd rd

Dîroka fonolojîya

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanên îraniya bakurê rojava, di guherînên xwe yên dengnasî de ku ji zimanên îranî yên kevintir derketine, bi rêjeyên cuda-cuda dişibin taybetmendiyên "îraniya başûrê rojava". Zimanên zazakî û goranî, li gorî zimanên mîna partî, kêmtirîn guherîn dîtine, di heman demê de kom a kurdiya merkezî û belûçî bi qasî girîng guherînên dengnasî hene ku dişibin wan guherînên ku bi gelemperî di zimanên îraniya başûrê rojava de, tevî farisî, tên dîtin. Zimanên dor deryayê qezwînî û yên herêma dîrokî ya "Atropatênê" jî bi rêjeyên cuda-cuda şibehiyeke dengnasî bi zimanên îraniya başûrê rojava re nîşan didin.[2]

Kurdiya merkezî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Jêdera kurdan

Şêwazên dengnasî yên ku di komê "kurdiya merkezî" de tên dîtin, nîşan didin ku axaftvanên kevin ên vê komê di nêzîkahiyeke erdnîgarî ya rasterast de bi bav û kalên axaftvanên farisî û axaftvanên din ên îraniya başûrê rojava re bûne.[2] Windfuhr, hem lêkolînên xwe yên bixwe û hem jî yên MacKenzie (1961) vedibêje, û Luristana bakur-rojava wek warê muhtemel ê axaftvanên kevin ên komê "kurdiya navendî" destnîşan dike. Garnik Asatrian wiha dinivîse:

"D. N. Mackenzie encam da ku axaftvanên van sê zimanan dibe ku carekê di têkiliyeke nêztir de bûbin. Wî hewl da ku yekîtiya zimanî ya faris-kurdî-belûçî ya guman lê tê kirin, li gorî texmînê, li beşên navendî yên Îranê ji nû ve ava bike. Li gorî teoriya wî, farisan (an proto-farisan) parêzgeha Farsê ya li başûr-rojava dagirtibûn (li ser texmîna ku Axamenişiyan bi farisî diaxivîn), belûçiyan (proto-belûçiyan) li herêmên navendî yên Îrana Rojava dijiyan, û kurdan (proto-kurdan), bi gotina G. Windfuhr (1975: 459), an li bakur-rojavayê Luristanê an jî li parêzgeha Îsfahanê dijiyan."[5]

Sîstema zayendî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sîstema zayendî di pir ê rêzimana zimanên bakurê rojavayê de hatiye parastin. Yên ku parastine: zimanên kurdî (bê soranî, başûrî (lekî)), talişî, tatî, devokên navendî, semnanî û sengesarî ne. Soranî, kurdiya başûrî (lekî), zimanên qezwînî, gîlakî, mazanderanî, belûçî zayend ji ziman derxistin, wek mîna zimanên başûrê rojava. Di zimanên bakurê rojavayê de û di hemû zimanên kurdî de zazakî bi tenê zayendê nêr li hejmarên 2'yem û 3'yem yên yekjimar xuya dike. Bi zazakî[d], talişî, tatî û sengesarî, îşaretê çemandî -r yê rêzimanîkirî heye.[6]

Rewş û pirtikên şexsî (enklîtîk)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Formekê cuda ya zimanên îranî komeke enklîtîkên kesane ye ku ji proto-îranî mîras girtin. Ev wekî nîşankerên kesan di hemî rewşên çemandî (oblîk) de kar dikin, di nav de xwediyê, objekta neyekser, objekta rasterast, û ajenta ergatîf, mîna rewşa oblîk a giştî. Ji ber vê yekê windabûn, an nebûna van enklitîkan, hem ji hêla dîrokî ve û hem jî ji hêla tîpolojiyê ve xwediyê girîngiyeke mezin e, û tenê bi texmîna tîpolojiya "substrat" ya xurt û mayînde dikare çêtirîn were ravekirin. Zimanên ku ev enklîtîka winda kirin zimanên kurdî ye (kurmancî û zazakî), him jî tatî (herzanî), talişî, gîlakî, mazanderanî, semnanî û sangesarî ne.[7]

Kurdiya merkezî (di-, de-, et-, ed), talişî (vefsî) û zimanên zozanên navendî (Central Plateau languages) (e(t)-') şewazê netemamî bi pêşgir xuya dikin. Dibe ku kokên van pêşgiran pirtikekê hokerî ye, ji ber ku farsî jî pêşgirekê mê-/mî- bikar tîne. Vê pêşgirê ji proto-îranî *hama-aiwa tê (bi manê: "hevwext", "hevdem"). Windfuhr hîpotêz dike ku formê e(t)- ku di zimanên zozanên navendî de tê bikaranîn ji formek proto-îranî *aiwa-da (bi manê: "herdem").[8] lê xuya neye ku formê bi kurdî hevreh e.[9]

Bi hin zimanên îraniya rojavayî, di dema borî de îşareta demên karî ya netemamî bi îşareta perfektîv ba- kontrast dike. Lê di zimanên qezwînî de (bê semnanî), şewazê netemamî ya dema borî ji derxistina ba- çê dibe. Hin devokên tatî, mesela herzanî, dema niha yê eslî bûye formekê bilanî. Li şûna dema niha yê eslî çêkirinekê miteesîra tirkîkî ketiye.

Formekê kevn ji proto-îranî jî di hin zimanên îraniya bakurê rojavayê tê dîtin, ku demên karî ya netemamî yê dema borî li ser rehê dema niha tê çêkirin. Yên zimanên kurdî goranî ye, hem jî talişî û hin zimanên tatî.[10]

Îşareta proto-îranî "*-ant"

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li gorî Windfuhr (2009):      Enklîtîka pêşî naye bikaranîn
     Enklîtîka pêşî naye bikaranîn. Îşareta *-ant tê bikaranîn

Di çêkirina dema niha yê îndîkativ de, hin ziman îşareta proto-îranî "*-ant" (active present participle) bi kar tînin. Yên zimanên kurdî zazakî (-en) ye, devokê herzanî yê tatî (niha bilanî), gîlakî rojhilatî û mazanderanî (-me), hin komên dor bajarê Semnan, sangesarî, aftarî û sorxeyî-lasgerdî.[10]

Îşareta -en (-ên)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi zimanên kurdî de (goranî û zazakî), belûçî û gîlakî (bi tenê yê rojhilatî), îşaretekê şewazê netemamî -en (yan jî -ên) tê dîtin (<ahēndē, optatîva "bûn" bi partî).[11] Lê zazakî êdin yê şewazê netemamî li dema borî natewîne û tenê -ên-î bikar tîne.

Tîpolojiya rêza peyvan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanên îranî rengdêr li ser navdêr di peyvokekê de cuda cuda çêdikin. Du forman hene:

  • Forma "zagrosî" bi sîstema (N-EZ1 ADJ), yanî navdêr + îzafe + rengdêr, û
  • Forma "alborzî" bi sîstema (ADJ-EZ2 N), yanî rengdêr + îzafe + navdêr.[12]

Zimanên di bin van kategorîyan de li binî xuya ne:

Tîpolojiya rengdêr li ser navdêr[13]
Forma "zagrosî" Forma "alborzî"
Zimanên kurdî (zazakî,[e]
kurdiya merkezî[f],
goranî),
Zimanên navendî
Zimanên başûrê rojava
Farsiya tatî
Tatî
Gîlakî
Mazanderanî
Belûçî
  1. ^ Anonby (2021) sê çavkanî qal dike, Windfuhr (2009)[2] û Kurdish Academy of Language (2014, 2018)[3][4]. Windfuhr zimanên kurdî di kategoriya "NORTHWEST IRANIAN, TIER 1, Upper Zagros and Central Plateau Group" kom dike. Anonby dibêje: "Blau (1989), Haig (p.c. 2014) and Stilo (p.c. 2014) recognize that there are social connections between speakers of Zāzāki/Gorāni and Kurdish languages, and that there has been a great deal of areal convergence, especially in the lexicon; however, they note that no solid comparative linguistic evidence has ever been put forward for grouping Zāzāki and Gorāni together with Kurdish [sic; kurdiya merkezî]. Werner (forthcoming, p.c. 2014) states explicitly that the discussion about whether Zazaki belongs to the “Kurdish languages” is based on political issues and sociolinguistic conceptions. Specifically, he has calculated that a majority of interested scholars claim Zāzāki as a Kurdish variety, but that most of these people are scholars working with Kurmanji; in contrast, he observes that most scholars specializing in Zāzāki view it as a distinct language. Both Borjian (p.c. 2014) and Stilo (p.c. 2014) see Zāzāki and Gorāni as closer to Northwestern language groups other than Kurdish – especially Tāti – than to Kurdish. Because of this uncertainty, the classification of this group would benefit from further investigation."
  2. ^ Lûrî gorê hin çavkaniyan zimanekê kurdî ye, lê di lîste da nê dîtin, ji ber ku Lûrî di bin koma îranî yên başûr-rojava ye.
  3. ^ Merkezî ne terimekê standard e, lê ji ber kêmbûne terimekê guncer ji bo van zaravayên kurdî
  4. ^ Bi taybetî devokê dimilî
  5. ^ Zazakî îzafe gorî zayend, hejmar û rewş ditewîne
  6. ^ Kurmancî îzafe ditewîne, soranî û yên din nakin
  1. ^ a b Anonby, E. (2021) Atlas of the Languages of Iran A working classification [1]
  2. ^ a b c d Windfuhr, Gernot (ed.). 2009. The Iranian languages. Oxon/New York: Routledge
  3. ^ Kurdish Academy of Language. 2014. KAL’s Kurdish genealogy tree. Available at: http://kurdishacademy.org/?q=node/159.
  4. ^ Kurdish Academy of Language. 2018. Zarawekaní zimaní Kurdí [Dialects of the Kurdish Language]: Zebíhí 1988. Available at: http://www.kurdishacademy.org/?q=ku/node/214
  5. ^ Asatrian, G. "Prolegomena to the Study of the Kurds", p. 30
  6. ^ Windfuhr, Gernot (ed.). 2009. The Iranian languages. Oxon/New York: Routledge, p. 22
  7. ^ Windfuhr, Gernot (ed.). 2009. The Iranian languages. Oxon/New York: Routledge, p. 23
  8. ^ Windfuhr, G. (1991), Central Dialects, URL: [2]
  9. ^ Stilo, D. (2007) Isfahan xxi. PROVINCIAL DIALECTS
  10. ^ a b Windfuhr, Gernot (ed.). 2009. The Iranian languages. Oxon/New York: Routledge, p. 26
  11. ^ Windfuhr, Gernot (ed.). 2009. The Iranian languages. Oxon/New York: Routledge, p. 29
  12. ^ Windfuhr, Gernot (ed.). 2009. The Iranian languages. Oxon/New York: Routledge, p. 27
  13. ^ Windfuhr, Gernot (ed.). 2009. The Iranian languages. Oxon/New York: Routledge, p. 28