Zimanê proto-hind-ewropî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Proto-hind-ewrop (PHE) vesazkirineke zimannasî ji zimanên hind û ewropî ya hevbeş ya dêrîn re ye. PHE zimanê pêşî ye yê ku ji aliyê zimannasan ve wek pro-zimanekî hatiye pêşniyazkirin û pejirandin. Ji bo vezaskirina vî zimanî gelek xebat hatine kirin ku ji bo ti zimanekî din nehatine kirin û heta niha zimanekî wisa ye ku ji hemû proto-zimanên din yên di heman temenî de zêdetir tê fêmkirin. Di sedsala 19an de piraniya xebatên zimannasiyê bi dil û can xebitîne ta ku PHE yan jî zimanên jê hatine yên wek Proto-cermanî vesaz bikin û piraniya teknîkên niha hene ku  di zimannasiya dîrokî  ji vezaskirina zimannasî tên bikaranîn( çend mînak: Metoda berawirdî  û metoda vesazkirina hundirîn) wek encama wan xebatan derketin. Ev metod jî hemû zanyar û agahiyan derbarê PHEyê didin me ji ber ku heta niha ti çavkaniyên nivîskî tune ne.

Zanistvan wisa texmîn dikin ku 3500 salî BZ PHE wek zimanekî hebû (berî ku ji hev cuda bibe) , herwiha dîsa jî texmîn û nirxandinên zanistvanan bi dora 1000 salî tê guhertin. Çend hîpotez hene lê ya herî navdar û belav di nav zimannasan de Hîpoteza Kurganî ye ku dibêje  ku dibêje ku jêdera wan deşta deryayên reş û qezwînê yê rojhilatê Ewropayê ye. Taybetmendiyên çanda axiverên PHE wek proto-hind-ewropayî tê binavkirin, ev ziman li ser peyvên zimanên pesendkirî  yên Hindo-ewropayî hatiye veavakirin.

Di sedsala 18an de William Jones cara pêşî amaje kir ku zimanê PHE heye, ew jî piştî, wî wekhevî di navbera Zimanê sanskrîtî, Yewnaniya kevn û latînî de dîtin. Di destpêka sedsala 20an de (li gel hinek serrastkirinan) pênasîneke baş ji PHEî re hat danîn û heta niha jî tê qebûlkirin. Pêşketina herî mezin a di sedsala 20an de çêbû, kişfkirina zimanên anatolyayê û zimanên Toçarî bû û pejirandina teoriya zengelorkî bû. Zimanên Anatolî bûn sedem ku gelek ve-nirxandin jî li ser wan teoriyên pêşketina taybetmendiyên zimanê Hindo-ewropayî jî bên kirin. Têkiliya wê bi malbata zimanên Uralî hat gotin û pêşniyazkirin lê hîn li ser wê mijarê li hev nebûye.

Ji ber ku pergala morfolojiya zimanê PHEyî gelekî aloz e ku ji qertafên çemandinê û abawlê (guherîna dengdêran, wek di ingilîzî de sing, sang, sung). Tewanga navdêra û kişandina lêkeran jî gelekî kompleks bû.

Vedîtin û veavakirin[biguherîne]

 Çarçoveya dîrokî û erdnîgarî[biguherîne]

Gelek hîpotezên cuda û dijber hene ku behsa cih û tarîxa ku PHE dihat axaftin dike. Hîpoteza Kurgan  ya tekane ye ya ku gelekî tê pejirandin,[1][2] ku xwediyên çanda Kurganê yên li deşta deryayên reş û qezwwînê, ew kes in yên ku bi zimanê PHE yê veavakirî diaxivîn.[1][2] Hinek teoriyên din hene ku hîpoteza Anatoliyan û hîpoteza ermeniyan jî di nav wan de ne[page needed]  .[5]

Çavkaniyên zimannasî yên sereke diyar dikin ku dema di navbera PHE û nivîsên pesendkirî yên dawî de( Sedsala 19an BZ; binere Nivîsên Kültepe) ji 1500 heta 2500 salî ye. Ji aliyê dîrokî ve hinek model dibêjin ku şaxên sereke wisa ne:

Piraniya zimannasan hîpoteza Kurganî dipejirînin. hîpoteza arkeolojîk ya Renfrewî dibêje û ferz dike ku Proto-Hindî-ewropayiyan, hîn berî hesp bên kedîkirin, çandinî anîe Ewrupayê lê gelek zimannas napejirînin hîpotezên derveyî Hindistanê û bakurê ewrupayê hîpotez in kevin in û zêde nayên qebûlkirin.

Dîrok[biguherîne]

Vekolînên Hindo-Ewropayî bi William Jonesî re dest pê kir piştî ku hewl da hevşibiya di navbera zimanê sanskrîtî û klasîkên Latînî û yewnanî de çêke û derxîne. Wî di pirtûka  Zimanê Sansikrîtî  de (1786) wisa got ku rehên her sê zimanan yek in û herwiha zimanên kotî û Keltî û yên farisî jî nêzîkî wan in.

Jones di guftgoya xwe ya salane ya sêyem de pêşiya Civala Asyayî, " dîrok û çanda Hindûyan"(di 2 sibata 1786an de gihişt û 1788an de hat wşandin) li gel destpêka "fîlologer" wel destpêka zimannasî ya berawird û lêkolînên Hindo-Ewrupayî dihesibe. Ev gotina wî nîşana kişfa wî ya mezin di zimannasiyê de ye:

Ev çavkaniyên hevbeş wek Proto-HindoEwropayî hatin nasîn.

 Qonaxa klasîk ya zimannasiya berwirdî bi Franz Boppî di  Comparative Grammar (1833) dest pê kir û bi 1861 CompendiumAugust Schleicherî  û Grundrissa Karl Brugmann dewam kir.

.

Nifşê vekolînerên Hindo-Ewropayîtiyê di salên heftêyî de (wek Calvert Watkins, Jochem Schindler û Helmut Rix) nerîneke baştir ji bo fêmkirina morfolojiyê derxist û li dû 1956 Apophonie ya Kuryłowicz's  têgihiştina ablautê jî çêtir bû. Ji salên şêstî û vir ve, zanîna zimanên anatolî jî têra xwe zêde bû û wisa têkiliya wê bi PHEî ve başitr hat fêmkirin; binere Hindo-Hîtîtî.


Pêwendiya erdnîgarî[biguherîne]

Dengnasî[biguherîne]

Dengdar[biguherîne]

Birrên dengdarên PHE
Lêvî Coronal Paşî Laryngeal
palatal plain labial
Bêvilî *m *n
Teqîner Bêlerz *p *t *ḱ *k *kʷ
Bilerz (*b) *d *g *gʷ
sekinî *bʰ *dʰ *ǵʰ *gʰ *gʷʰ
Xişok *s *h₁, *h₂, *h₃
Jenok *r, *l
Nivdengî *y [j] *w

Hevrehên farazî[biguherîne]

-Îtalî-Keltî

-Yewnan-Arî

-Yewnan-Ermenî

-Yewnan-Grîgî

Nîşe[biguherîne]

  1. Anthony, David W (2007), The Horse, the Wheel, and Language: How Bronze-Age Riders from the Eurasian Steppes Shaped the Modern World, Princeton University Press, ISBN 0-691-05887-3 
  2. Balter, Michael (13 February 2015).
  3. Gray, Russell D; Atkinson, Quentin D (27 November 2003), "Language-tree divergence times support the Anatolian theory of Indo-European origin" (PDF), Nature (NZ: Auckland) (426): 435–39, doi:10.1038/nature02029, PMID 14647380