Zu

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Zu, di mîtolojiya sumerîyan, bi wate "zanîn" û an jî "bihûşt" tê tefsîrkirin. Ji dema sumerîyan di buhurê deme babiliyan û akadîyan jî. Di tefsîrên dema Akadîyan de, weke kurê Sîrîs jî tê ser ziman. Zu, bi bawerîyaka ku bi wê dunya hatîya afirandin jî tê tefsîrkirin. Minaq, tê gotin ku "dunya bi ava safî ya saf hatîya çêkirin." destpêka jîyan û dunyê, di çanda Zu de, ji avê tê dest pê kirin. Zu, bixwe jî, tefsîra wî, Serê wî, weke yê şêr tê çêkirin. Lê Zu jî û Sîrîs jî, weke teyrê baz hatina hizirkirin. Bi wê re, teyrekî baz ku xwediyê serê şêrekî ya, tefsîra wî hatîya kirin. Zu, biqasî ku tê zanîn di navbera 2550–2500 de jîn bûya.

Di tefsîra Zu de, tê gotin ku Abzu xwediyê kifşkirinê bû. Kêvalbar(tablatên) baxt, di destê Abzû de na. Ew baxt kifş dike. Lê tê gotin ku xwûdayan Lugalbanda şand ku Kêvalbarên baxt hilde û bêne. Lugalbanda çû û wî Abzû kuşt. Piştre Ea û belet, çûn û kêvalbarên ku baxt kifş dikirin hildan.

Piştre, weha tê tefsîrkirin; Zu, ku teyrekî pîroz û awr kirina keseyetek. Piştre ew bû Iblîsek, wî teyrî çû û kêvalbarên baxt hildan û birin. Ku ew çûn çiyayekî bilind, ew di nava xwe de veşartin. Piştre Anu, derket û ferman da xwûdayan ku kêvalbarên baxt hildin û bênin. Lê Marduk berî, xwe gihand teyr û wî teyr kuşt û kêvalbarên ku baxt kifş dikin hildan.

Di vir de, tu tefsîr hene. Di tefsîra duyemin de jî tê gotin ku Marduk, bi tîr hêrîşî Nînurta kir û ew kuşt. Piştre ew bû serwer. Di vê tefsîra duyemin de, ew teyrê ku hat kuştun, weke Abzû tê tefsîrkirin jî.

Di, dema Babiliyan de, wê ev rewş, weke şerekî di nava xwûdayan de were tefsîrkirin.

Çavkanî[biguherîne]


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)