Bazûr

Bazûr
Bozyazı
Bazûr li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Bazûr
Bazûr
Koordînat: 37°21′32″Bk 37°55′56″Rh / 37.35889°Bk 37.93222°Rh / 37.35889; 37.93222
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehRiha
NavçeXelfetî
Bilindahî
680 m (2230 ft)
Nifûs
 (2009)
958[1]
Koda postayê
63950
Koda telefonê(+90) 414
Map
biguhêreBelge

Bazûr (1928: بازور[2] (Bazûr), bi tirkî: Bozyazı), gundekî Xelfêtîyê (di parêzgeha Rihayê) ye.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li ser diroka gundê Bazurê heya niha tu lêkolînên fireh nehatine kirin. U ji ber ve yekê jî dîroka xwe pir nayê naskirin. Lê belê tê zanîn ku gund nistecihê ermenî û romayiyan bûye.

Dîroka gund a dem dirêj wisa tê zanîn; gundiyên xwe yê destpêkê 400 ango 500 sal beriya niha ji êsîra Dugerîn a Rihayê qut dibin û cihê niha ku gund lê avabuyû nistecih dibin. Li gor pîremêrên gund; tê gotin ku xwediye gund ê destpêkê Mala Ommê (Geleç’ler) bûne. Çend malbatên derve hatine û gund hêdî hêdî mezin bûye.

Bazur di demên kevnar de li ser rêya kervanên bazirganan bû. Ji ber cihê wê berê kerwanên bazirganan pir têre diçûn û dihatin. Gund di navbera bajarên kevin yê wek Zeugma (Belkiz), Hromkla (Rumkale) û Samsatê (Malatya) de bû. Cihekî xwe yê stratejîk hebû.

Kela Bazûr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yek ji şikeftên li derdora Kela Bazûr

Kela gund kes nizanê ku kê û kîjan demî hatiye avakirin. Kela di xebatên arkeolojik de hatiye dîtin. 1998’an de ji bo bendava Birecikê de cihên ku divê di bin avê de bimînin de kela Bazurê jî hebû. Li gorî pîvanan kel xwediyê 185 dirêjahî û 15/20 m firehiyê bû. Sikeftekî takê xwe yê teng tê de hatiye dîtin. Herêma ku kel lê ye, ji ber vê yekê jê re KaLacix tê gotin. Di roja me ya îro de bermayên kela Bazurê pir kêm mane.

Îna[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiyayên bakurê Kalacixê li ber qiraxa çemê Feratê re tê, ji wê herêmê re Îna tê gotin. Li vir jî gelek kevnarên dirokî hene. Riyên xwe yê ku bi destan hatine çêkirin balkês in. Disa di vê herêmê de nêzîk 40 sikeftên balkês, yên bi destê û yên ku bi rêya xwazayî hatine çêkirin hene. Mixabin di roja me ya îro de piraniya van sikeftan di bin ava bendava Bêrecûgê de mane.

Dêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mixabin dêra gund negihîstiye heya roja me ya îro. Lê tê zanîn ku di dema Fileyan de hatiye çêkirin. Gundiyan kevirên dêrê di avakirina avahiyên xwe de bi kar anîne. Cihê dêrê jî ji camiya gund 15/20 m li hêlê bakûr dikeve. Li cihê dêrê îro xanî hatine çêkirin.

Şikeftên binerd[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi gistî 3 sikeftin ku dicin bin erdê hene. Li ser ew sikeftan jî pir li ser lêkolîn nehatine kirin. Disa wek pir acebên gund di kijan demê de û ji aliyê kê ve hatine çêkirin nayê zanîn. Yek ji ewan sikeftan xwediyê 100 m2 an e û bilindahiya xwe jî 2m ne. Yek derî, yek sipak û stûnên xwe hêne. Tê bawerkirin ku dyiyare seweyê sikeftê û çêkirina wê kedekî mezin xwastiye: ji xwe zinar hatiye kolandin û bi vî rengî hatine çêkirin.

Her wiha li gund pir cûrnên avê yên mezin ûbiçûk , dîsa li aliyê Kalacixê sikeftên mezin û biçûk yên ku bi keda desta nû bi xwazayî hatîne çêkirin jî hene.

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Gelhe
2009 958[1]
2000 805[3]
1990 948[3]
1985 896[3]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b tuik, 2009
  2. ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
  3. ^ a b c Yerelnet, Bozyazı, ji orîjînalê di 27 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 4 kanûna paşîn 2011