Kelhûrî

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Kelhûrî an jî Kirmaşanî li herêmên Kirmanşan, Loristan, Gûran û Îlamê tê axaftin. Zaravayeke kurdî ye, gelek nêzîkê Hewramî û Soranî e, bi taybetî nêzîkê Lekî ye.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Nav

Kurde kelhûrîaxêf ji zaravê xwe re Goranî dibêjin, zimannase modern vî bi zaravê kurdiya jêrîn an jî kurmanciya jêrîn bi nav kirine. Şerefxan Bedlîsî jî di Şerefnamê de, kurdên kelhûrîaxêf ji tipa Goranan qetandiye; li gorî wî kurd ji çar tipan pêk tên; Kurmanc, Kelhor (Kelhûr), Lor û Goran. Lêbelê li gorî Şerefxan wê deme jî êlen Kelhûr bi navê "gûran" dahatin nasîn - Kelhûr tenê navê torinên (begzade) wan bûye.

[biguherîne] Tîpolojî

Zaravêye Kelhûrî wek zaravêyen kurdî e din, li başûrê welat, bi tîpen erebî tê nivîsandin.

[biguherîne] Devokên Kelhûrî

Feylî: Li mintika navbera Pahla, Bedrê û li Loristane, ji ber kurde-şî tê axaftin. ji wanan ra Lore-kuçuk yane Lore-piçuk jî te gotin.#

Kirmaşanî: Li bajarê Kirmanşanê tê axaftin, gelek ji devokên kelhûrî yê din cudaye.

Gûranî: Ev devok li herêma Gûran, bi girsî ji aliyê kurdê Yarsan tê axaftin.

Xaneqînî: Li derdorê bajarê Xaneqînê tê axaftin.

Perêwendî : Li bakure Kirmanşanê ji aliyê êla Perêwend tê axaftin.

Gerrusî : Li girtûperê (derdorê) Bîcarê tê axaftin.

Sencabî : Ev bi taybetî devokê Êle Sencabî û Babacanî ye, ev êl li herêmê Hawraman û Gûran dijîn.

[biguherîne] Kelhûrî ligel zaraveyên kurdî yên din

Kelhûrî Soranî Lekî Kurmancî
min, mi min, emin mi, min ez
tû, ti to, eto tu tu
min/mi kem min/emin ekem/dekem min/mi mekem ez dikim
min/mi çim min/emin eçim/deçim min/mi meçim ez diçim
fire zor, fire fira pirr, zaf
wet, wit wût, wit wit, vit, got got, bêt*
îrênge, îse êste,henûke îske,îse nûha, nika
hat- hat- het- hat-
hina, deng deng, bang hina, deng deng
kelin, gewre gewre, ket kelin(-g) gir, girs, mezin
wa ba wa, va ba
waran baran, waran, werişt waran, varan, veşt baran
gen, xiraw gen, xirap gen, xiraw xirab

[biguherîne] Lîteratûr

[biguherîne] Girêdanên Dêrve


Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din