Ebasî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Xelîfetiya ebasî

Ebasî xanêdana di 750an de xelîfetî ji umeyeyan standî bû û xelifetî heta 1258an di destên xwe de girtî bûn. Navê ebasî ji Ebas bin Ebdulmutelib, yek ji apên Mihemed pexember, de hat girtî bû.

Demezrandin[biguherîne]

Ebû Muslim di 747an li Merw/Xorasan Ebû'l-Ebas, yek ji mîrovên apê Mihemed pexember Ebas, wek Xelîfeye nû d zanîn. Ew tevgera ji aliya xelkên îranî ji bo arîstokrasiyan Umeyeyan hatî bû der xistin. Di kargera umeyeyan de li kêleka Ereb xelkên îranî wek sinifa dûyem diman. Bi dawî 750an de Ebasiyan di 750an de Umeyeyên di serdariya xelîfe Merwan II de li nêzî çemê Zapê bin xistin û xelîfetî dest xwe xistin.

Ji pê vê bin ketinê re yek ji mîrzayên Umeyeyan û gel rêviya Endulus, Spanya, kuder ku wî di 756an de Ebdurehman I Emîrata Kordobayê sazandî bû.

Ebû l-Ebas di 754an de mir. Birayê wî el-Mensûr, kî ku gorî hinan wek damezrênerê Ebasiyan tê dîtîn, Ebû Mûslim di 755an de hat kuştin da û dewlet wek keyatiya îraniyan demezrand. Di çar salan de wî di 762an de Bexdad şunda ava kir û paytext ji Şamê de bira wê der.

Demên herî rind[biguherîne]

Dema Harûn Reşîd de (786-809) Ebasiyan dema xweya herî rind dî bûn. Di wê demê de Harûn Reşîd wezîrên xwe ji eşîreteke îranî Bermakiyan de hilbijartî bûn. Lê di hevşêwe wextê de Endulus, Maxrêb di destên Ebasiyan de der ket. Hembera van berzaxan Ebasiyan di sedsala 9'an û 8'an de rewşeke nuwazeya aborî û çendayî dîdî bûn dîdî bûn. Klasîka mezin Hezar û yek şev di wan deman de hat nivisandî bû.

Ji pê mirina Harûn Reşîd re 809 kargerî navbera du lawên wî el-Emîn (Bexdad) û el-Memûn (Merw) hat parva kirin. Lê di 813an de el-Memûn bi tenê derbaza xelifetîye bû. Wî encax di 819an de paytexta xwe bira Bexdad û heta mirina xwe 833an li wir ma.

Rûxîn[biguherîne]

Ji pê el-Memûn re el-Mutesim (833-842) xelifetî dewam kir. Di sedsala 9'an de Ebasiyan artêşeke ji dîlan de pêk dihatî, Memlûkan, saz kirî bûn. Dema el-Mutesim de paytext hat ji Bexdadê de birîna Semerkand. Lê ji pê vê bûyere re li Bexdadê Bûwayhîdan karger dest xwe xist. Êdî di wê demê şunda Bûwayhîdan xelifetî bi temamî qontrol dikir û wan ku kî dixast ew vebuhta xelifetîye dikirin. Heta Selçûqîyan di 1055an de bi serdariya Tûxrûl Beg Bexdad dagir kir kargeriya Ebbasiya di destên wan de ma. El-Muqtefî (1136-1160) û en-Nesir (1180-1225) otorîteya Ebasiyan peyda kir jî, vê carê jî dagirkirina Moxolan dest pê kir.

Di 1258an de Moxolan bi destên Hûlagû Bexdad dagir kir û xelîfe el-Mustesim îdam kirin da û xelifetiya Ebasiyan hilweşandin. Lê el-Mustensir, apê xelifeyî paşîn el-Mustesim, rêviya Qehîre û li wir bi piştgirtiya siltanê Memlûkan, Baybars, wek xelîfeye nû da zanîn. Lê êdî li ser kargerîye tu bandora Xelîfe tune bû. Tenê el-Musteîn (1406-1414) demeke kut 1412an de dijeke polîtîk stand.

Xelîfeye paşîn el-Mutewekil III (1508-1516 ji pê dagir kirina împaratorê Osmanan Selim I re ji Qehîre de hat birina Stenbol e û xelîfetî derbaza Osmanan bû.

Bibîne[biguherîne]