Hûd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn


Hûd di Îslamê de yek ji pêxemberan e. Di Qur'anê de navê sûreta 11emîn ji Hûd e.

Çîroka Hûd li gora ola Îslam ê[biguherîne]

Pistî ku avê xwe hêdî hêdî şunda vekişand, Dinya dîsa ket şiklê xwe yê berê. Hemû eşîrên mîrovan ku, yê li ser hemû derên erdê belav bûn, dîsa gund û bajar çê kirin, rezê tiriyan û baxçeyê mezin ku yê tê da sêv, hermî, alinçe û hemû mêwe hebûn, danîn.

Ev çîrok, qala eşîrekî, ku wî demê li başurê Yêmen ê dijiya, dike. Navê wî eşîrê Ad bû. Deşta ku, wana tê da dijiyan, tijî qum û kevir bû. Lêbelê ava vexarinê têra xwe hebû, ji ber ku li wê ji gellekî cîhan pirtir baran dibariya. Bi vî awayî ew dera li ser erdê cihekî pir pîroz û xweş bû. Gelê Ad gelekî zîrek bû û tim û tim kar dikir. Bi destê wan bexçe û bostan hêşin dibûn, herwekî parçeyekî cennetê bû. Hêdî hêdî bi baxçe û zeviyên wan ê berdan welatê wan hê mezin bû û mîrovên gelê Ad gelekî dewlemend bûn. Malê wan ser sitûnên mermer û zêrîn hatibûn çêkirin û dora wan bexçê mezin û rêyên fireh û rind hebûn. Wî demê bajarê gelê Ad li ser dinê cihê herî delal û mezin bû. Navê bajêr jî Iram bû. Mîrovên bajarê Iram ê pir gir û xurt û gellekî jî dewlemend bûn. Gelê Iramê dora bajarê xwe bi sûrek dirêj û mezin dorpêç kiribûn. Dartraşên Iramê jî bi gora wî demê çek û rextên pirr baş çê dikirin. Lêbelê gelê Ad ji bo hêz û dewlemendiya xwe roj bi roj hê bêhtir qurre dibûn û ser xwe re diçûn. Wana nebaş û bi dujminî li xelkê din mêze dikirin. Wana pê mîrovên ku ji welatê wan nebûn yarî dikirin û ji wana ra cêr dikirin. Dewlemendiya wan ew kwîr û neheq dikirin; jiyîna wan hê diçû hê dûr bêsinc dibû. Wana ewqas pêşta çûn ku îşaretên ser riyan çep dikirin, ku rêwiyên biyanî di çolêda rêya xwe şaş bikin. Dura jî pê rêwiyan dikeniyan, li wana dixistin û tiştê wan didiziyan. Vê yekê pir kêfa wan dianî.

Rojekî ramanek hat bîra wan, ku ji xwe ra bi keviran putan çê bikin. Ji wana ra li navenda bajêr şûnek rind çê kirin, danîn ser û secde kirin." Vana xwedê mene". Mîrovên Iramê bi zûva bîr kirun ku, gelê Hz. Nuh ji bona van putanan hatibûn qedexe kirin. Wana jî sindorên, ku Xwedê danîbûn, zûva li paşxwe xiştibûn. Bi vî awayî dem hatibû, ku Xwedê ji gelê Ad ra jî pêxamberekî bişine. Xwedê xwest ku bi devê Hz. Hûd bi wana ra biaxive, ku bila ewana hişê xwe bînin serê xwe. Dibe ku dev ji putan ber bidin û ji bona gunhên xwe ji Xwedê bexişandinê bixwazin. Dibe ku rojek were û gelê Ad dîsa were ser riya rast.

Rojekî Pêxember Hud gelê xwe li dor xwe kom kir û ji wana ra got:" Ey mîrovên xûrt û dewlemend yê bajarê Iramê, ez pêxemberê Xwedê me. Gotinên min gûhdarî bikin, ez ji we tiştekî din naxwezim. Xwedê min ji bona karên min pîroz dike. Ew serokê alemêye û ji wî bêhtir Yezdanek tune." Mîrovê Iramê gelekî şaş bûn. Va mêrika çi dixwest ji wanan ra neqil bike? Yêkî jê pirs kir:"Tu ji me çi dixwazî? Bi eşkereyî qise bike ! " Hz. Hûd bersiv da:" ji Xwedê bitirsin ku ew tenê rast e û yek e. Hê ji perestina putan xwe bigûharînin!" li ser vî gotinê wana xwînsar bûn û qêrîyan:" Te ji bona vî gotinê em anîn vira? Tu jî mîna me mîrovekî bi xwîn û goştî. Ji bona çi Xwedêyek ewqas bi qudret were nav me da te bişine ku tu me hişyar bikî? Bi rastî pêwîste em dest ji putên xwe bernedin, ji ber ku kal û pîrên me pir sûd ji wan girtine. Ji bona vî yekî bav û kalên me çi kirine, em jî wer dikin. " Hz. Hûd bersivek gelekî jev da wana:" Hun ji bona çi naxwazin min hu bikin? Xwedê ez şandim, ku bila dîsa edadmendî û dilovanî bikeve nav we û bila hûn li mîrovên ku ji we lawaztirin nexinin û ji wana ra çêr nekin û bila hûn dîsa rêwiyan bi îşaretên aliyê çepê nexapînin û tiştên wan nedizin, bila hûn ji îro şunva ji putên ku we bi kevir û daran çê kirîye, secde nekin. Çi nebaşî ji va gotinên min heye?"

Lêbelê wana dîsa wek berê serhişk man û nedixwestin ji Hz. Hûd bawer bikin: "Hûd, tu mîrovekî bi lanet î. Tu derewînî û tenê dixwazî me bibî ser rêya xwe ya nerast. Gava tu pexemberê Xwedê yî û çawa ku tu dibejî ew ewqas biqudrete, wê demê ji me ra behitekî nişande, ku em ji te bi hêsanî bawer bikin. An jî putên me ceza dane te û tu niha dixwazî heyfa xwe ji wana bigirî û bi vî awayî Xwedê yek din bi me didî qebulkirin. Ji me dûr bikeve, tu gotinên fişarde dikî, tu hatî lanet kirinê. » Dilê Hz. Hûd gellekî firiya û bi kelûgîrî ji wana ra got : » Bê şik Xwedê govanê min e : Hemû tiştên, ku min ji we ra got rast e. Lêbelê hun pir rikdarin û naxwazin bawer bikin. Daxwaziya min ew e ku, hûn putên ku, ji we ra ne xêra xwe ne jî xirabiya xwe hene, ji bo hemû deman berbidin. Hûn qey aqil nakin? We va putanan bi destê xwe çêkirine, ew çi karin min lanet bikin? Du min werin û şîretên min gûhdarî bikin. Lêbelê hûn dîsa jî venegerin ser riya rast, ez ditirsim ku, Xwedê cezayek mezin bide we. Bahozek mezin we û hemû tiştên we çê kirîye tune dike." Gava gelê Ad van gotinan bihîstin, hê nikaribûn hêrsa xwe bigirin û qêriyan ser Pêxember:" Ha, tu dixwazî me hereşe bikî? Kê ewqas xurte û dikare me têk bibe? Ey Hûd tu dînî, hetanî îro kesek pê me nekaniya û îro şûnve jî kesek bê me nikare. Hemû gelê û eşîrên din ji me ditirsin."

Dîsa jî Hz. Hûd ji wana ra got:" Ey miletê min, ew Xwedê ku, we hemû afirandîye ji we hemûyan pir pir xurttir e. Ji bo dewlemendî û hêza xwe jî pêwîste hûn ji Xwedê ra şukir bikin. Gava Xwedê bixwaze cezayek bîde we, hema dide we û kesek nikare pêşiya wî bigirî." Piştî vî gotina hanê, sebra gelê Ad nema û hemû qêriyan ser Hz. Hûd :"Zû ji vira here û ji Xwedê yê xwe ra bibêje, ku bila ji me ra bahoz û cezayên xwe bişîne. Wê tayê em dibînin Xwedê yê te çiqas xurt e. Li ser baweriya me mesekine, pêwîste em qet bi te bawer nekin. Ji cem me here û cezayên ku, te ji me ra got, bîne. Em li vira bipirskerî li benda te disekinin." Wê gavê Hz. Hûd hu kir ku, mîrov nikare bi vî gelê re biaxive. Hemû hewl û kar berbayî bû. Va gela bê şukir û qure û. Ji bona hemû dewlemendiyên, ku Xwedê dabû wana, wan jî ji putan ra şukir dikirin. Karakter û jiyîna wan hemûyan nebaşû. Poşmanî û dilnizmî ti caran nedihat bîra wan. Belê, wana bawer dikir, ku dewlemendî û xurt bûna wan bêdawî ye. Gelekî mîna gellê Ad ewqas neheq û qure bi şik cezayekî mezin heq kiribû. Lewma Hz. Hûd çû ser çokan û ji Xwedê ra ji bo cezayê ku, wî soz da bû, dua kir.

Xwedê duayên Pêxemberê xwe qebûl kir. Ji wî rojê şunda Xwedê qe çilkek şilî neşand ser welatê gelê Ad. Hişkahîyek erjeng hat ser wan û hemû dar, zevî û baxçe hişk bûn û heywan ji birçiyan mirin. Gelê Iramê hettanî îro tiştekî hakana nedî bûn û se vîna gellekî şaş bûn. Gava rewşa wan hê çû hê nebaş bû, ewna ji ber birçîbûn û tîbûnê ketin bêhêvîtiyê û çûn ser çokan. Lêbelê dîsa jî ne ji ber Xwedê ku wan ef bike, wana ji putan ra bidil dua dikirin, ku şiliyê ji wana ra bişînin. Hz. Hûd xwest ku, cara dawiyê dîsa firsendekî bide wan, dibe ku bêhêvîtiya ew tê da ne, hişê wana tîne serê wana:" Destên xwe ji pût û rewşên xwe yên nebaş bikşînin. Tiştên baş bikin û mîrovan nexapînin. Belkî wê demê Xwedê ji we ra xêrxwaz dibe û şiliyê dişîne, ku bila rojên we yê dewlemend û xweş yê berê dîsa werin."

Lêbelê gellê Ad biînyat vê bersiva da:" De wê da! Êdî tu qey ji cem me narî? Ger Xwedê te heye, here ji wîra bibêje ku, çidike bila bike. Em ji wî natirsin." piştî vî bersivê, Xwedê, ji bona tune bûna vî bajarê, biryar da. Wî ewrên mezin û reş şand ser bajêr. Hemû gelê Iramê bi keyf û xweşî kom bûn û bi hêvî mêzeyê jor kirin û gotin:" Zu werin û mêzekin, putên me lava û duayên me qebûl kirin û ji me ra ewrên şiliyê şandin! Belê, putên me, ji me pir hez dikin û gunê xwe bi me anîn. Di demekî kurt da em dîsa wek berê xurt û dewlemend dibin. Rezên me dîsa wek berê guşiyên tiriyan digrin û baxçeyên me dîsa mîna berê rewnaq dibin. şikir ji putan ra, em xilas bûn!" Ji eşq û kêfan ra, hinek çûn zeviyan û genimê xwe ajotin. Lêbelê Hz. Hûd ra gotinên nebaş digotin û ser xwera diçun, ser wî dikeniyan û bi hevûdûn re yarî dikirin: » Ey Hûd, afat û tofanên Xwedê yê te yî mezin li ku man? Te dît me çikas baş kir, ku em di riya ola bav û kalên xwe da çûn ? Putên me em bîhîstin ey Hûd ê dîn. Çavê xwe rind veke û mêzeke, van ewranan ji me ra felaketê nayînin, ey Hûd, ji mera şiliyê tînin, şiliyê! Duvra jî mîna dînan li dora putên xwe govend girtin û stran gotin. Lêbelê ji nişkave bahozekî erjeng hat. Wîna bahakî wer hişk anî ku, nav çend deqeyan da, hundirê bajarê Îramê çi hebû miriya. Serma kî mezin hemû dest û lingên mîrovan tevizand û jêkir. Bahoza Xwedê stûnên mezin, ku bi mermeran hatîbûn çêkirin û diwarê dor bajêr mîna daran di kokêda rakir. Hemû mal û warên wan helşiyan û gelek mîrov di binda man û di qêriyan. Xwedê qe derek zexm nehişt. Binî anî ser û serî anî binî û tev li nav hev xist. Mîrov bi tirsekî mezin baz didan û nizanibûn ku bi kîjan aliyê da herin.

Bahoz heft rojan û heyşt şevan berdevam kir û di bajêr da hemu jiyîn tune kir. Dawiyê bajarê Îramê bû wek erdê. Lêbelê tenê kesek xilas bû û qet zerarek nedî: Hz. Hûd. Ew wî rojê mezintiya Xwedê û tunebûna milletekî lê govan bû. Va milleta, ku gelekî xurt û qure û bi hêza Xwedê di demekî kurt da hat tune kirinê. Wana bi xwe dûjminê xwe bûn, ji ber ku wan ji Xwedê bawer nekirin. Bi vî awayî wan ceza û tunebûn heq kirin, tiştekî din ji bo wan bi kêr nedihat. Gelên mîna gellê Ad, dijminê Xwedê ne û bê şik Xwedê ji hemû dûjminên xwe mezintir û xûrttir e.

Ji zimanê Elmanî: Remezan Derbaz

Girêdanên derve[biguherîne]