Pêjgeha Îranê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çelokebab

Pêjgeha Îranê, xwarinên îraniyan, ji cureyên dewlemendiya aşpêjxaneya faris û îraniyên din re tê gotin. Hin caran pêjgeha farisî jî dibêjin, lê li Îranê ne tenê faris gelek netewe jî dijîn.

Li Îranê ji xeynî farisan, azerî, kurd, belûçî, mazenderanî, gîlekî, ermenî û êd gelek gel dijîn. Ziman, xwarin, çanda gelên îranî hevpar in, dişibin hevûdu.

Bandora xwarinên Hindistan, ereban jî heye. Xwarinên gelên herêmê pirranî yek in. Xwarinên farisî gelek dewlemend û rengîn in. Ji Ewropa û Amerîkayê hin kes tenê ji bo xwarinên îranî diçin Îranê. Hin buroyên geşt û guzariyê tûrîstan bo xwarinê dibin Îranê.

Xwarinên azeriyan pirr çêjdar in[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li bakurê Îranê, bandora xwarinên efxanî û tirkmenî jî gelek e. Gelê azerî him xwarinên ji hevîrê, him jî yên bigoşt gelek xweş çêdikin. Li rojavayê welat, pêjgeha kurdan serdest e.

Xwarinên azeriyan di nava tevahiya xwarinên Îranê de cihekê girîng digirin. Azerî biharatê bi qasî kurd, farisan pirr bikarnaynin lê bi teknîkên cuda yên kelandinê, bi çêncan ji kurd û farisan zêdetir tehmê didin xwarinan.

Xwarinên sereke yên Îranê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]