Paytexta Çandî ya Ewropayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Paytexta Çandî ya Ewropayê yek ji wan navan e ku hersal bi awayekî periyodîk ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ji bajarên ku hatine hilbijartin re tê dayîn. Ji bo bajar firsendeke gelek girîng e ku jiyana xwe ya çandî û pêşveçûna xwe ya çandî pêşkeş bike. Ev bajar di navnetewî de taybetmendiyên xwe yên çandî dikarin bi awayekî berfireh pêşkeş bikin.

Ev raman ji aliyê Wezîrê Çandî yê Yewnanistanê Melîna Mercourî di 13ê Hezîrana 1985an da hatiye gotin û Atîna bû ye Bajarê Çandî ya Ewropayê. Atîna ji ber vê yekê di aliyê çandê da gelek pêşve çû ye.

Di sala 1999an da gotina Bajarê Çand a Ewropayê hate guhertin û bu Paytexta Çand a Ewropayê. Ji sala 2000an da şun ve hate fînanse kirin. Ji hilbijartina sala 2005an şûn ve ji yekî zêdetir bajara dest bi hildana vî navî kirin. Yek ji paytextên Çand a Ewropayê ya sala 2010an Stembol bû.

Salên derbasbûyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îsal[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Salên pêşerojê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]