Qeder

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Baweriya bi qederê (bi erebî: الْقَدْر‎‎ (çarenivîsê) yek ji ruknê îmanê yê ola Îslam ê ye. Çarenivîs ( Qeder ) ”Ji roja ku mirov ji dayîka xwe dibe tê dunyayê û hetanî roja ku mirov dimire, ji kar û kirên ku mirov dikin û bûyerên ku tên serê mirovan, rê ya ku mirov tê de diçe û ji liv, tevger, fikr û ramanên mirov re qeder tê gutin” Yanî jiyana mirovan qedera mirovan e.

Di jiyana her mirovek de, tişt hene di bin îrada mirovan da ye û mirov li ser wan tiştana desthiladare û bi riza xwe wî karî dike û hin tişt jî hene ku ji îrada mirovan der e û ne bi daxwaz û xwesteka mirovan e.

Bi gotinên din qeder li gorî zanîna Xwedê ya ezelî û li gorî xwestina hikmeta wî, teqdîr û tertîpkirina Xwedê Teala ya gerdûnê ye. Teqdîrkirina Xwedê Teala ya kaînatê li gorî zanîna wî ya ezelî û xwestina hikmeta wî ye. Zanîna Xwedê ne girêdayê demek an jî cîyek kifşey e, belkî zanîna xweda ya ku meqdûr e. Divê mirov bawer bike ku Xweda Teala yekser û bi kitekitayî (mufessel), ezelî û ebedî her tistî dizanê . Qet ferq nake; çi ev yek bi kirinên wî re peywendîdar be û çi jî bi kirinên evdên wî re be. Xweda dizane û haya Wî jê heye ku mirov di jiyana xwe de çi dike û wê çi bike.

Dûra mirov gerê bawer bike ku Xwedê Teala ev yek di Lewhul-Mehfûz ê de nivîsandiye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]