Qelî

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Cureyeke qeliyê

Qelî xwarin û berkeliyeke (melzemeyê xwarinê) goşt e. Ji lêkera qelandinê tê. Ji bêjeya qeliyê, bêhtir qeliya goştê sor (pez-dewar) tê fêhmkirin, lewra li Kurdistanê gelek navdar e. Bo zivistanê qeliyê amade dikin, vedişêrin, dema pêwîstî bû, germ dikin dixwin an di xwarinekê de bikartînin. Teknîkeke gelek kevn a dirêjxwedîkirina goşt e.

Romî (tirkî) kavurma dibêjin lê ev ne bi tirkî ye, ji bêjeya korma ya farisî ye, tirkan hinekê tirkîze kirine. Li Hindistan, Pakistan, Afxanistan, Kurdistan, Îran, Tacikistan, Tirkiye, Ermenistan, Bulgaristan, Azerbaycanê tê zanîn û xwarin.

Ji qelandina goştê masiyan re jî qelî dibêjin (bo mînak qelandina deqsorê re herwiha qelî dibêjin) lê ew nayên veşartin masiyan bo zivistanê hişk dikin.

[biguherîne] Amadekirina qeliyê

Goşt hûr an mezin hûrbikin, gorî pêdiviyê bikin verok, kilince, quşxane, beroş, sîtil an dîzekê. Heya hestiyan berdan dirêj bikelînin.

Hestiyan derînin, goştê bêhestî xwê bikin û di nava rûn de biqelînin. Edî ji xwarinê re amade ye. Pirranî hema naxwin, bo zivistanê vedişêrin.

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din