Seleteya bêdiranan
Xuyakirin
Seleteya bêdiranan, seleteya dirantuneyaneyan, seleteya duqatî ya gizêr û kartolê, navê seleteyeke pêjgeha kurd e. Navê xwe ji henekên civatê digire, lewra cûtina vê seleteyê gelek hêsan e, "bêdiran jî dikarin bixwin".
Berkelî (bo çar kesan)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1 fîncana kafêyê (qehwe) rûnê zeytê
- 1 stekan (qedeh) mast
- 1 dd (dendik) sîr
- 1 lîmon
- 1 baq hêliz (pîjinda, şiwît)
- 5 serî kartol (ne pirr mezin, ne jî hûrik)
- 5 heb gizêr
Çêkirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kartolan bixaşînin, qalikên wan bigirin. Bistrên, helîseyî bikin. Ango bikin pure. Rûnê zeytê, ava lîmonê, xwêyê tevlî bikin, tevdin û bikin tiyanekê (sîniya firneyê, tebsiya firûnê).
Gizêran li rêşkerê bidin, bila baş û hûrik bin. Bi qasî 1 stekana avê rûnê zeytê berdin ser gizêran, hindikek xwê pê werbikin, biqelînin.
Têkela gizêrê berdin ser pureya kartolê. Sîr û mastê amade bikin, berdin ser seleteyê. Hûn dikarin bi bêharbêhn an hêşînayiyan bixemilînîn, lê orjînal ev e.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |