Tirşik
Tirşik navê komekê xwarinên pêjgeha kurd e. Gelek cureyên wê hene û mirov dikare bêje, kurdan ji ber ku hinekê tirş e, gelek xwarin wekî tirşik binavkirine.
Cureyên tirşikê yên navdar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mixabin lêkolîneke zanistî li ser xwarinên kurdî nehatiye kirin. Kesên ku li ser vê babetê xebitîne jî pirranî li ser herêma xwe sekinîne. Ji ber wê ye gelek tevlîhevî û şaşi hene.
Li hin deveran ji tevahiya şorbeyan re tirşik dibêjin ku ev ne rast e.
- Tirşika Botanê, herwiha Mêrdîn, Riha, Sêrt ûêd
- Tirşika Gurgumê, herwiha Meledî, Dêrsim, Sêwas ûêd
- Tirşika Amedê, herwiha Mûş, Wan ûêd
- Tirşika tirşoyê
Tirşika Botanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tirşika tirşoyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li gelek cihan ji tirşoyê jî şorbeyê çêdikin û jê re tirşik dibêjin. Pelên tirşoyê tên ristekirin û wê dixin dîz an quşxaneyê. Mast an dew berdidin ser, herwiha ava germ, nok, dan û xwê jî.
Ser wê ard (arvan) belav dikin, devê wê digirin û bi pot û çatan pordikin ku germa xwe xwedî bike. Wisa şevekê tê rawestandin. Sibeyê didin ser agir û bo demekê dirêj tê kelandin. Bi sarî tînin ser destexaneyê. Ji aliyê vîtamîna K dewlemend e.
Tirşika Amedê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tîkegoşta xwe (ji goştê mihê û hinekê bi donê ve) bixin dîzê pîvaz, firengê tîke bikin, qatekê bila goşt, yek yek pîvaz û fireng be, wî awayî di dîzê de bicih bikin. Bexdenûsê bixin ser û bo qasî 2 katjimêrê bikelînin.
Tirşika Gurgumê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Berkelî bo 4 kesan:
- Nîvê stekanê (qedeh) nok
- Nîvê stekanê danê spî
- 200 gr keşka li ser pûngê hatiye hişkkirin
- 1 stekan mast
- Nîv stekan ard (arvan)
Çêkirina wê: Rojekê berê nok, keşk, mast û ard bixin quşxaneyê heya ser wan bê porkirin avê berdin ser. Devangê bidin ser, bi pot û çatan binixumînin ku germ xwedî be. Bila şevê heya berbangê wiha bimîne.
Roja din danê spî tevlî bikin, xwê bavêjinê û bikelînin. Di agirê nizm de bi qasî 30 deqe bikelînin û bo xwarinê bînin ser destexaneyê.
Tirşikê bixwin lê nebin "tirşikçî"
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di wêjeya devkî ya kurdî de cihekê tirşikê yê girîng heye. Dibêjin berê key, mîr û axayên kurd xêra xwe li xizanan tirşik belav dikirine. Xizan li derê palas û pêjgehên wan rêz dibûne. Hin kesên kone (qurnaz) û şelaf ji bo pirr bixwin xwe didane pêş an ji bo xwarinê, ji mîr û axayan re şelafî û pesindarî dikirine.
Têgîna tirşikxwar, tirşikçî derbasê siyasetê jî bûye. Kesên bo berjewendiyên xwe piştgirî û pesindariyê dikin re tê gotin.