UNICEF

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
UNICEF

Malper    UNICEF.org
Ziman Îngilîzî
Avabûn New York, DYA
Xwedî Encumena Aborî û Civakî ya Yekbûyî ya Neteweyan
Destpêkirin 11ê çileya pêşîna 1946
biguhêreBelge

UNICEF yan jî Fona Alîkariya Zarokan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî, (bi îngilîzî: United Nations International Children's Emergency Fund) fona zarokan a Neteweyên Yekbûyî û ajanseke Neteweyên Yekbûyî ye ku berpirsiyar e jibo peydakirina alîkariyên mirovahî û geşepêdan û rewşa zarokan li seranserê cîhanê dişopîne.[1] Ajans di nav rêxistinên civakî yên herî berbelav û naskirî de ye ku li seranserê cîhanê li 192 welat û deveran çalak e.[2] Xebatên sereke yên UNICEFê; peydakirina vakslêdan û pêşîlêgirtina nexweşiyan, birêvebirina dermankirina zarok û dayikên bi nexweşiye HIVê, zêdekirina xwarina zaroktiyê û dayikan, başkirina paqijiyê, pêşvebirina perwerdehiyê û peydakirina alîkariyên awarte ji bo bersivdana karesatan e.[3]

UNICEF cîgirê Fona Awarte ya Zarokan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ye ku di 11ê kanûna pêşîn a sala 1946an de, li New Yorkê, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye damezrandin. Di heman salê de, Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî UNICEF damezrand ku xebata alîkariyê ya piştî şer bêtir sazûman bike. Di sala 1950yan de qada erca wî hate berfirehkirin ku hewcedariyên demdirêj ên zarok û jinan, nemaze li welatên ku di asta pêşketine de ne, çareser bike. Di sala 1953an de, rêxistin bû beşek daîmî ya Sîstema Neteweyên Yekbûyî û her çend kurteya navê xweyê orîjînal biparêze jî navê saziyê bi forma xwe ya heyî hate guhertin.

Xebatên UNICEFê kêm be jî li Başûrê Kurdistanê heye. Mixabin ev sazî li dijî parçeyên din ên Kurdistanê bêdengiyê de ye. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê heya niha bi sedan zarok ji aliyê hêzên dûgelê ve hatine êşkencekirin, kuştin û birîndarkirin. Herwiha xebata zarokan jî ne qedexe ye û pirraniya zarokên Kurd rûyê dibistanê nabînin.

Yekkirina statûya keç û lawan, pêşîlêgirtina xebata zarokan, bidawîkirina pêkutiyên seksûel ên li dijî zarokan, bidawîkirina lêdana dê (mader) û zarokan, bidestxistin û nomîzekirina mafê perwerdeyê, qedexekirina çekgirtina zarokan hwd gelek peywidariyên FAZNYê hene. Sala 1965Xelata Nobel a aşitiyê werdigire.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Destpêk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di destpêka îlona sala 1943an de pisporê tenduristiyê yê Polonî Ludwik Rajchman, jibo ku xizmetek tenduristiyê di nav rêxistina navneteweyî ya pêşerojê de bê kirin, di gotareke xwe de ku di Cîhana Azad de bi sernavê "Xizmetek Tenduristî ya Neteweyên Yekbûyî - Çima na?" nivî. Ludwik Rajchman her weha "baca tenduristiyê" ku ji aliyê dewletên endam ve tê dayîn, pêşniyar kir.

Di dawiya UNRRAyê de, Rajchman pêşniyar kir ku fonên xwe yên mayî ji bo bernameyek xwarina zarokan a sûdmendê fonên Dewletên Yekbûyî bikar bîne. Rêxistin bi biryara 57(I) ya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 11ê kanûna pêşîn a sala 1946an de hat avakirin û navê United Nations International Children's Emergency Fund (UNICEF) (Fona Alîkariya Zarokan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî) li rêxistinê hate kirin. Wekî serokê rêxistinê ya yekem, Rajchman Maurice Pate ji Komîsyona Alîkariyê li Belçîkayê hate hilbijartin ku ajansê bi rê ve bibe û "li ser organîzekirina çalakiyekê, fonek ji bo berjewendiya zarokan, bi taybetî jibo zarokên mexdûrên şer bifikire." Rajchman, wek serokê komîteyeke taybet a Neteweyên Yekbûyî û bi piştgiriya La Guardia, Herbert Hoover û Maurice Pate, biryar pêşkêşî Lijneya Giştî kir. Ji ajanseke demkî ya alîkariyê di sala 1946an de ku xwarin û cilûberg ji zarok û dayikên ku ji ber Şerê Cîhanê yê Duyem ji cihwarê xwe bûne peyda dike, ajans di sala 1953an de bû rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya daîmî û hewildanên xwe bi bernameyên giştî yên bextewariya zarokan dirêj kir.

Rêveberî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Konê lênêrîna UNICEFê li Sûdanê

UNICEF xwe dispêre ofîsên xweyê li welatan dike ku karê xwe bi riya bernameyek hevkariyê ya yekta ku bi hikûmetên mêvandar re hatiye pêşandan dike. Di bernameyê de ji bo bicihanîn û parastina mafên zarok û jinan stratejiyên pratîkî tên pêşxistin. Ofîsên herêmî rêberiya vê xebatê dikin û li gorî hewcedariyê alîkariya teknîkî pêşkêşî ofîsên welat dikin. Rêvebir û rêveberiya giştî ya rêxistinê li navenda wê ya li bajarê New Yorkê tê birêvebirin.

Birêvebirin û çavdêrîkirina hemû karên UNICEFê ji aliyê desteya rêveberiyê pêk tê ku ji 36 endamên ku nûnerên hikûmetan ne, pêk tê. Desteya rêveberiyê lijneyên polîtîkayan ava dike, bernameyan dipejirîne û li ser plan û lêçuna îdarî û darayî biryar dide. Karê rêxistinê ji aliyê buroyê ve tê koordînekirin ku ji serok û çar cîgirên serok pêk tê, ku her karmend yek ji pênc komên herêmî temsîl dike. Ev pênc erkdar ji aliyê desteya kargêr ve her sal ji nav endamên wê têne hilbijartin û serokatî di nav komên herêmî de li ser bingeheke salane tê guhertin. Li gorî kevneşopiya rêxistinê, endamên daîmî yên Encumena Ewlekariyê wek erkdarên desteya rêvebir kar nakin.

Ofîsa sekreterê desteya kargêrî alîkariyê dide pêwendiyek bi bandor di navbera desteya rêveber û sekreteriya UNICEFê de û serdanên qadên yên endamên desteyê organîze dike.[4][5][6]

Ofîsên Herêmî yên UNICEFê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Welatên ku Ofîsên herêmî yên UNICEFê hene ev in:

Komîteyên neteweyî yên UNICEFê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li 34 welatan komîteyên netewî yên UNICEFê hene û her yek weke rêxistineke herêmî ya serbixwe ya nehikûmî hatiye damezrandin. Ji ber ku UNICEF bi tevahî girêdayî beşdariyên dilxwazî ye, fonksiyona komîteyan ên bingehîn komkirina diravên ji sektora taybet e.[7] Komîteyên neteweyî bi hev re ji sê parên dahata salane ya UNICEFê kom dikin ku di nav van dahatan de bexşên ji pargîdanî, rêxistinên civaka sivîl û dora şeş mîlyon bexşên kesaneyên li çaraliyê cîhanê hene.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "UNICEF | Definition, History, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 tîrmeh 2022.
  2. ^ "Where we work". www.unicef.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 tîrmeh 2022.
  3. ^ "Agility Under Pressure". INSEAD Knowledge (bi îngilîzî). 27 nîsan 2017. Roja gihiştinê 19 tîrmeh 2022.
  4. ^ "The structure of UNICEF | Structure and contact information | UNICEF". web.archive.org. 31 kanûna paşîn 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 31 kanûna paşîn 2017. Roja gihiştinê 20 tîrmeh 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "UNICEF Executive Board". www.unicef.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 tîrmeh 2022.
  6. ^ "UNICEF Executive Board". www.unicef.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 tîrmeh 2022.
  7. ^ "Webarşîv UNICEF" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 tîrmeh 2015. Roja gihiştinê 21 tîrmeh 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]