Herbert Hoover
| Herbert Clark Hoover | |
| Xebat | |
|---|---|
| 31em serokê DYA'yê | |
| 4'ê adarê 1928 – 4'ê adarê 1933 | |
| Cîgirê serok | Charles Curtis |
| Ê pêşî | Calvin Coolidge |
| Ê piştî | Franklin D. Roosevelt |
| Jînenîgarî | |
| Zayîn | 10'ê gelawêjê 1874 Iowa |
| Mirin | 20'ê kewçêrê 1964 (li 90 salî) New York |
| Partiya polîtîk | Partiya Komarger |
| Zewac | Lou Henry |
| Pîşe | Endezyarê erdnasiyê |
| Şanenav | |
Herbert Clark Hoover (* 10'ê gelawêjê 1874 li West Branch, Cedar County, Iowa; † 20'ê kewçêrê 1964 li New York City) 31em serokdewletê DYAyê bû, di nava salên 1929 - 1933'yê de peywirdar bû.
Naverok |
Jiyan [biguherîne]
Bav û kalên Hoover, ji Almanyayê (Pfautz, Wehmeyer) hatibûn, êla wan ji almanên Swîsreyê bû. Piştî mirina dê-bavê xwe, li Newberg, Oregonê dijî. Perwerdeya endezyariya erdnasiyê dibîne.
Bi hevjîna xwe Lou Henry re diçe împeratoriya Çînê li wir wekî endezyar kar dike. Sala 1900'ê meha pûşperê xwe di nava serhildaneke çîniyan û şerê bi îngilîzan de dibîne. Xanima wî jiyana wî difilîtîne. Derbasê Londonê, ji wir jî DYA'yê dibe.
Di hikûmeta Woodrow Wilson de gerînendetiya karê xêratê ya dewletê dike. Di dema Calvin Coolidge de wezîrtiya karê çandiniyê dike. Di siyasetê de wekî teknokratekê bi gelek qeyranan re têdikoşe. Viya di dema serokatiya xwe de jî didomîne. Tûşî depresyonê dibe. Giringiyê dide parastina nirxên neteweyî û etîkê.
Sala 1938'ê li Almanyayê di trênekê de bi Adolf Hitler re hevdîtinê pêk tîne. Di vê hevpeyvînê de bi aşkereyî dijberiya welatê xwe bo nîjadperestiyê û bîrdoziya Nazîyan tîne. Bi Hermann Göring re pirsgirêkên aboriyê diaxive.
Sala 1948'ê serokatoya Komîteya Amerîkan bo Yekîtiya Ewropayê American Committee for a United Europe dike. 90 saliya xwe de ji ber şêrpenceyê jiyana xwe jidestdide.
Berhem [biguherîne]
- American individualism. Garland, Garden City, N.Y. 1979, ISBN 0-8240-9704-1
- The challenge to liberty. Da Capo Press, New York 1973
- Memoiren. (3 cîld) Matthias-Grünewald-Verlag, Mainz 1951 - 1953 (almanî)
- The problems of lasting peace. Doubleday, Garden City, N.Y. 1943
- Herbert Hoover's 1946 - 1947 factfinding mission to Germany.
Çavkanî [biguherîne]
- Hermann Friedrich Macco: Die deutsche Abstammung des Präsidenten der Vereinigten Staaten, Herbert Hoover, in: Der Deutsche Herold, Heft 60, Nr. 6, 1929 und Heft 61, Nr. 2,4,6, Berlin, 1930
- Rice, Arnold S.: Herbert Hoover: (1874-1964). - Dobbs Ferry, N.Y.: Oceana Publ., 1971. - ISBN 0-379-12071-2
- Wilson, Joan H.: Herbert Hoover: forgotten progressive. - Prospect Heights, Ill., Waveland Pr., 1992. - ISBN 0-88133-705-6
Girêdan [biguherîne]
|
|||||||||