Zerdeşt

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Zerdeşt pêxamberekî Îrani [çavkanî pêwîst e], 600 salan berî bûyîna Îsa, bîr û baweriya xwe ya herdemî bi rêçenasên civakiyên wê demê belav kiriye.

Kurtejiyan[biguherîne]

Zerdeşt, di deme xwe de, jîyaneka dem dirêj buhurandiya. Ew, tê bawerkirin ku ew ji aliyê xwûdayê wî ve hatîya nqandin weke pêxember û bi riya wî pêyamên xwûdê hatina dunyê. Ji biçûkatiya xwe heta ku mazin dibe, ew li parastgahê mazin dide. Zerdeşt, perwerdehîya bingihîn ya mazin girtîya. Di parastgahê de, bi xwandin û şîrovekirina bineterên pîroz ya ji xalkê re ew jîyane xwe dibuhurêne. Piştî ku mazin dibe, êdî bidest hanîna li ser ziman ya hizrên xwe dike. Lê di serî de, ew weke ku ew dihasibêne, ew nayê herêkirin. Piştre ji aliyê keyê demê ve fermana wî tê derxistin û ew jî, di ancama wê de ji welêt bazdide û dide bi herêmên ên asya ve. Li wanderan, demeka dirêj dimêne. Her û devera ku ew diçîyê de, li wir, ew mirovên nû nas dike û hizrên wan ji wan re têne ser ziman. Bawerîya xwe bi wan dide herêkirin û wan ji xwe re dike aligir.

Zerdeşt, Wê demeke jîyane xwe ya dirêj wê li pêneberîyê bi vî rengî bibuhrêne. Piştre ku hinekî pîr dibe û êdî bîra welatê xwe dike û êdî tişta wê were serê wî ew dide berçavên xwe û tê welêt. Di deme ku ew tê welêt, hingî, key, wî dibîne, û wî digazinê cem xwe. Di wê demê de, key bi wî re dikeve danûstandinê de. Zerdeşt hizrên xwe ji wî re têne ser ziman û jê re dibêje ku ya rast çîya. Piştre key ku hinekî dihizirê, piştre jê re dibêje ku "ezê şertekê bidina pêşîya ku ti pêk bêne, ezê te afû bikim û tê bimêne di aramiyê de. Ku tê pêk hanî, hingî ezê bawerkim ku ti yekî ku ji aliyê xwûdê ve jî hatî hilbijartin î." Zerdeşt dibêje bila û wê şertê wî herê dike. Hingî, tê gotin ku haspê key yê ku wî pirr hijê dikir, lingê wê şikeştibû û ti hekimî nikaribû ku wî baş bikira. Lê key ji Zerdeşt dixwezê ku "madê ku ti yekî bizane û wilqasî mazin î haspê min baş bike". Piştre Zerdeşt dibêje bila û bidest başkirina wê dike. Di demeka kin de, Zerdeşt dike ku Hasp rabê ser xwe û were û bibe weke rewşa xwe ya berê. PIştre key pirr ji vê kêfa wî tê û êdî destûrê dide Zerdeşt ku li welêt bimêne. Êdî Key, wî weke serokê oldarên wir jî dihilbijêrê. Zerdeşt, bi vê yekê, li wir dimêne û hizrên xwe têne ser ziman. Hingî, Zerdeşt, pirtûka xwe ya pîroz ku li gor hin gotinna li ser 14 ayarên sawalan hatiya nivîsandin û li gor hin gotinna jî tê gotin ku li ser 18 hezar ayarên sawalan hatiya nivîsandin dinivîsêne.

Zerdeşt, weke aqilmendê deme xwe êdî jîyane xwe dide domandin. Hizrên wî, yên ku wî nivîsandina, li parastgahê bicih dibin û têde weke hizrên pîroz tên xwandin. Hizrên Zerdeşt, wê bi xwe re demekê bidina vekirin. Wê bandûra wan li hemû pêşketinên ku wê êdî piştre bibin wê bibe. Zerdeşt, êdî piştî xwe re jî wê bi wan hizrên xwe bijî. Ew, weke yekî pîroz û weke ku heta roja me jî, di nava kurdan de biu bawerî heya ku ew pêxemberek bûya.


Zerdeştî[biguherîne]

Piştvanên Zerdeşt gelek exlaq bilind û kur û giranbuha ne. Li gor lêger û lêkolînên dîroknasan pirtûka wî ya bi navê "Avesta" di wê demê de, ji 21 beşan û ji hezar bendî pêk dihat. Ew jî sêsed û çil û pênç hezar û hefsed gotin bûn. Û bi awayekî helbestî hatiye nivisandin. Di ser bawerî û ramana Zerdeşt re pir demên dîrokî bihurine...

Ew ramana civakê, ya ku xwedan çandeke pêşketî û jiyaneke nûjen û bilnind bû, her çiqas wek maneyî olî tê bi navkirin jî, ji bona diyarkirina regezeyên wî li ser elementên xweristiyê bûn. Ew çar elementên xwezayî, wek: ba, erd, roj û av yên bingehîn ji jiyanê re palda bûn. Tarî û ronahî, nexweşî û xweşî, xerabî û qencî û mîzana zaniyê û nezaniyê wekî fênomenên nakokî dihatin dîtin. Di baweriya Zerdeşt de fênomenek heye; ew ji pîrozkirina agir e.

Yên ku li ser rêç û şopên ramana Zerdeşt meşiyan, ewan ji xwe re du xwedan pesinandin. Ew bawerî bû bingeha jiyana gelan û ji wê demê hettanî îroj li ser du xetên nakokî bandurkêr bû. Ew çar pirtukên bi rûmet jî ji sedî çil hizrên Zerdeşt; ango di bin bandûra ramanên Zend-Avesta pêk hatine. Ew çar pirtûkên nemir ku rûmet tên girtin ji bilî ramana Xwedê dijî hevin û ji mêj ve şerê hev dikin. Her çiqas di naveroka wan pirtûkan de buhîşt û dojeh, xirabî û qencî û ayetên wek hev hebin jî li gor mîtolojiyê sembol in û ji hizrê Zerdeşt hatine girtin. Ji ber ku li gor regezên dîalektîk, hîç ti tişt ji tunebûnê ava nabe û ji ava buyînê jî tine nabe. Xwe guhêrîne..

Çavkaniyên van çar olên mezin jî ji hizr û regezeyên Zerdeşt û Bûda tên. Li gor rêvebirê ola Îsa, ola Mihemmed , ola cuhiyan civat bi desthilatiya regezeyên ewan hatiye îdarekirin. Ji aliyê din, di zanyarî û jiyana materyalîstî de felsefa zerdeşt li gor regezeyên dîalektîkê ku sed salan berê pisporên Marksîst bi lêger û lêkolînan derdixin ronahiyê. Ramana Zerdeşt ji bo wan bingeha livîna bingeha jiyanê ye.Divê di xurustê "xwezayî-natur" de her taxlîd di gel hinek sedemên dîalektîkê xwe bi xwe hatiye afirandin. Û ev avahî xwe di guhêrîne, pisporên matêryalîst wek Karl Marx û Friedrich Engels lêkolîn û lêgerên xwe berbipaş heya Hegel dajon. Çaxa ku mirov hizrên Hegel agahdar dibe û ji Hegel bihurî, dibîne ku hebuna cîhanê û huliqandina hemu texlîdan bi çar elementên /"av-hewa-xak û roj"/ Zerdeşt ve girêdeyî ye.ev jî diyare ku bê wan mirov nikare hebûn û tinebûnê ji hev derîne…

Li gor van hizrên nêrbar sazgehê jiyana pakbûn bi bergehê Zerdeşt hatiye vedanê. Her wek tarîxa gelên kevnare de adet û usilên jiyana civakî de jî ew hizrên bihnpakî Li Belxê heta Hind, Yewnan, Turkistan wek pirekê ji demê pirhejmarxwedê yan heya qebulkirina xwedê yeki bandur li ser gelek olan dike û têkili jiyana duh,îro û sibê dibe.

Felsefa Zerdeşt ji bo herkesi û her demê derbaz dibe. ji mêjve muxalifên wê hene û ev zadê xwe ji hizrê Zerdeşt digirin. mixabin li ser rê ji êrişi her tişti vi dikin. ku navê wi ji holê rakin û ji xwere bikin mal. Ola İsa,ola mihemed û olên din bi taybeti ji baweriya Zerdeşt gelek fêde ditine. Piştre êriş û çalakiyên xwe ji bo tunekirin û kavilkirina rêzaniya Zerdeşt dijwar kirine. Çawa ku diroknas ji mere didin fêrbuyinê ji mêjve heya qirnên nêzik jiyana mirovan a civaki di bin desthelatiya oli de bu.İro ji gelên dinê zêdetirin di bin bandur û zagonên oli de ne û bi wehş û hovitiyê û bê dadi yê têne idarekirinê.

Di dema Zerdeşt de bingehê jiyanê bi regezeyên hevpar, bi dadi, azad û serbilind hatibûn danin. Demê ku ew olên din ji hatin afirandinê ji xwere ew bingeh esas girtin û serketin. Piştre ji bo meslehatên xwe û yê wan desthelatan der û dor ê xwe, her tişt guhêrandin û nakokiye ke dijwar xistin bingehê jiyanê. Û jiyana civakê xistin taxê dubendiya belengaz ketiyê û dewlemend buyinê,u xirabi xistin nav jiyanê. Ev nakokî bû xwîn kete nav civakê, mirovan ji hevre tehemül nekir in,ked û mafê wan ji holê rabû. yên dewlemend bi heyiya zêr û diravan bandureke tadeyi li civatê kirin. qanunên wan tenê ji bo parastina dewlemendi û malbatên wan bu bu..

Hizrên Zerdeşt[biguherîne]

Hizrên Zerdeşt, bi teybetî, li ser temenê qancî û neqanciyê ava na. Hizrên wî, bi navê Dûalîsmê tên ser ziman. Temenê vê hizrê bi felsefîk wî li gor demê çêkiriîya û hanîya ser ziman. Bandûra wan nivîsên wî, li hemû hiizirvanên demê bûya. Dûalîsm, hizrek ji wan hizrên wî yê navdar a. Pirtûka wî navê Avesta ya. Jê re heta î ro jî, di nav kurdan de Zend-avesta jî tê gotin. Di avesta de, ji wî bixwe re jî zarastra jî hatîya bi karhanîn. Zarastra, berî wê deme wî, navê keyekî medî ê kurd jî bûya.

Bandora Hizrên Zerdeşt[biguherîne]

bandûra hizrên Zerdeşt, bi teybetî, weke pêşketinna demê û piştre ku derketina li hemû olên mazin ên yek-xwûdayî jî bûya. Têgihiştina qancî û xirabiyê li gor wê têgihiştina dûalîsma Zerdeşt, li wan bûya. Ji wê wirdetir jî, hizrên felsefîk ên ku hatina û pêşketina, li wan jî, bandûraka mazin ya van hizrên Zerdeşt bûya. Bi teybetî, Dûalîsma Zerdeşt, bandûra wê di hemûyan de heya. gelekan ji wan, weke felefeyên demî ku î ro jî bi bandûrî navê wan heya û bahse wan tê kirin, êdî weke Kartenyennismê û hwd heta ku tê û digihijê Kant û Hegel û hwd, li ser hemûyan bandûra hizrên wî heya. Ji ber wê bandûrê bûya ku Mirovên weke Niczhe rabûna û bi navî wî pirtûk nivîsandina.

Di roja me de, bandûra hizrên Zerdeşt, hem di olan de bê û hem jî di hizir û têgihiştinên felsefîk de bê, hebûna xwe diparêzê. Zerdeşt ji ber ku bi tememî û saf felsefe çêkir û hanî ser ziman, ew bandûra wî mazin bû. Ji deme wî, heta ku were vê demê, dem bi dem mirov karê bandûra wî bêne ser ziman. Pêşketinên di demên berî zayinê de ku li girêkk û dora wê li Athîna û hwd bûn, dîsa bandûra hizrên Zerdeşt heya. Bi teybetî, şopa dûalîsma Zerdeşt, mirov karê ji gelek aliyan ve wê bibîne. Dûalîsm, di roja me de, weke xetaka têgihiştinê ku jê sûd hatiya girtin û pergalîya demokratik jî tê pêşxistin a.

Zend-avesta û Şawîtandina wê[biguherîne]

Zend-avesta, li ser bi hezaran ayar(çerm)ên sawalan hatiya nivîsandin û hatiya parastin. Lê ew parastin, heta ku Îskenderê mekedonî ku di deme ku hata Kurdistanê û kurdan ji ber kirinên wî yên xadar paşnavê "Zerqerneyn"tiyê pêvekirin, wê bimêne. Îskenderê mekedonî, di deme ku tê kurdistanê, talanaka mazin dike. Hingî, çi dikeve berî wî de di şawitêne û xira dike. Di wê demê de, zend-avesta ji aliyê wî ve tê şawitandin. Piştre, hinek beşên wê yên ku hin oldarna piştî wî re ku di aqilê xwe de girtibûn, nivîsandibûn. Lê di wê demê de, Îskenderê mekedonî, hemû nivîsên zend-avesta şawitand.

Zerdeşt û felsefa zerdeştî[biguherîne]

Demek pir kevn berê li welatê Medan, nêzîkî gola Ormiyê gundekî piçûk hebû. Li vî gundî malbateke bi navê Spîtama dijiya. Ji vê malbatê re kurek çêbû. Dê û bavê wî navê Zerdeşt lê kirin. Dema Zerdeşt ji dayik dibe, nagirî, dikene. Yên ku vê bûyerê dibînin ecêb dimînin, lewra tu carî ne tiştek weha dîne û ne jî bihîstine. Li ser vê bûyerê gund dibe du ber. Hinek dibêjin; "Dê ev zarok bibe mirovekî mezin, û dê ji gelê me re bibe rêber” û ji kêfa dilerizin.

Li aliyê din jî hin kes hene ku xwedî ramanên xerab in. Metran û Karapana (Rahîbên olên Mithra û Daevayê ne) didibêjin; "Ev zarok dê mezin bibe, gel li pey wî biçe û dê ola me têk biçe; ji me re tu text û tac nemîne". Ji tirsa vê yekê dikevine nav hizran, xwe ji Zerdeşt dûr dixin û di nav gel de fesadî û gelaciyan dikin. Piştî çend rojan keşîş li hev dicivin û diçin mala bavê Zerdeşt Poruşaspa û jê re dibêjin; "Poruşaspa, em zanist û rêberên hemû xwedawendan û olan hatine ba te, da ku em te hişyar bikin! Dema kurê te ji dayîk bûye negiriyaye û wek hacûcan keniye. Ev ne nîşanên baş in. Li gor remlên (falên) me di pêşerojê de ev kurik dê ola me ji holê rake û em ê malwêran bibin. Divê tu kurê xwe bikujî!..."

Pourşaspa yek ji alîgirê ola Daeva ye. Li gor baweriya ola Daeva "Bingeha başî û xerabiyê yek e. Mirov çiqas rêz li başiyê bigre divê mirov hewqas rêz ji xerabiyê re jî bigre”. Dema ku qurbana ji Xwedayan re pêşkêş dikirin cudayî nedikirin navbera wedayê baş û yê xerab. Ji bo ku tofan û sosret neyên serê wan, ji Xwedayê xerab re bêtir rêz digirtin.

Pouruşaspa neçar mabû, nedixwest ku kurê xwe bikuje. Lê li aliyekî kurê wî û li aliyê din jî baweriya wî hebû. Zext û zora keşîşan û a gel jî serbarê ser bû.

Dotira rojê Pouruşaspa li meydana gund agirek mezin û geş dada. Gundî hemû hatibûn wir. Pouruşaspa bi bejna Zerdeştê piçûk girt û kurik avêt nav agir. Agirê pîroz Zerdeşt neşewitand û parast. Gundî û keşîş mat mabûn û ji vê ecêba giran bawer nedikirin.

Keşîş ji inta xwe nedihatine xwar: "Çi dibe bila bibe pêwîst e ku Zerdeşt were kuştin". Roja din Zerdeşt birin nav garana ga û gamêşan. Bi sedan ga û gamêş li meydaneke civandin. Zerdeşt danîn nav meydanê da ku ga û gamêş pê lê bikin û bikujin. Gamêşekî xurt hat li ser Zerdeşt sekinî û ew ji binpêkirinê parast. Dîsa tiştek bi Zerdeşt nehatibû. Li ser vê bûyerê keşîş û matran hîn bêtir tirsiyan.

Piştî çend mehên din, dîsa xwestin Zerdeşt bikujin. Li derveyê gund şikefteke tarî û kûr hebû. Dêlegurek har li wir dijiya. Zerdeşt birin li ber şikeftê danîn da ku dêlegur bê û Zerdeşt bixwe. Dêlegurê ew nexwar û hemand heta ku diya Zerdeşt Bêrîvan (Dughdova) hat û Zerdeşt bir malê.

Zerdeşt êdî bûbû xortek 15 salî. Di serê wî de gelek pirs hebûn, digot: ”Gelo, ez kî me? Çima he me? Jiyan çi ye? Çima mirov dimire? Piştî mirinê jiyanek din heye? Kê ev asîman çêkiriye û van stêrkan tê de bi cîh kiriye? Ax, hewa, av û agir! Kê ev ji bo çi çêkirine? Xerabî û başî çi ne û çima hene? Ev pirs tu tebat nedidane Zerdeşt. Keşîş û metranan jî êdî hew dikarîbûn bersiva pirsên Zerdest bidin. Ji xwe bersivên wan, ji pirsên Zerdeşt re nedibûne çare! Keşîş û metran êdî ji ber Zerdeşt ketibûne emanê û jê direviyan. Piştî Zerdeşt dît kesî ku bikaribe bersiva pirsên wî bide nîne, biryara xwe da û bi xwe ket nav lêkolînan. Lewra diviya bû ku bersivên van pirsan bidîta.

Rojên wî di nav daristanan de, li ser dar û beran, bi çûk û ajelên din re derbas dibûn. Bi şev jî li ser stêrkan lêkolin dikir. Herweha li ser suriştê, element, av, agir, hewa û axê jî lêkolîn dikirin.

Keşîş û matranan, li gor olên xwe, ji her tiştekî re Xwedayekî pejirandibû. Wek Xwedayê rojê Mîthra Xwedayê avê Anahîta, Xwedayê meyê û evînê Haoma(Homa), Xwedayê xêr û Şêr dihebandin. Ji Xwedayan re mirov û ajelan qurban dikirin. Ava Haoma vedixwarin, pê serxweş dibûn û xerabiyan dikirin. Zerdeşt bi awayekî eşkere li hember wan derdiket û digot: ”Mirov pîroz in, divê neyêne qurbankirin. Ajelên ku şîr didin, ajelên ku cot dikin, ajelên bar û siwariyê hwd. divê neyêne qurbankirin. Ji bilî seremoniyan divê ava Haoma neyê vexwarin. Ava Haoma di koka xwe de pîroz e, derman e, divê ji bo serxweşbûnê neyê vexwarin. Zerdeşt wan şermezar dikir û baweriyên wan ser û binê hev dikir. Loma jî rojekê keşîş û matran li hev kom bûn û biryar dan ku Zerdeşt ji gund derxin.

Zerdeşt di 20 saliya xwe de dikeve silûsê ango înziwayê. Diçe çiyayekî bi navê Sabalan, li wir di şikefteke de dijî û li ser pirs û lêkolînên xwe hûr û kûr dibe. Bi rêya medîtasiyonê (zikr û îbadetê) li hundirê xwe dinêre. Li dij nefsê têdikoşe. Paşê digihîje radeyek wisa ku êdî dikare analîza lêkolînên xwe bike.

”Di nav mirov de başî û xerabî heye. Başî û xerabî herdem bi hev re di nav şer de ne”. Zerdeşt mirovan dike sê beş: Laş, hiş, giyan (ruh). Laş: Laş ji elementan pêk tê. Goşt û hestî ji axê ne. Piştî mirinê, laş li rastiya xwe vedigere û car din dibe ax. Xwîn û ava di laş de jî herweha li rastiya xwe vedigerin û car din dibine av. Nefes ji hewayê ye. Piştî mirinê ew jî li xwe vedigere û dibe hewa. Tîn ango enerjiya di laşê mirovan de ku dibe sedema tevgera laş, xwîn û nefesê jî, herweha li rastiya xwe vedigere. Hiş: Hiş dibe sedema înkarnasîyonê û hesabê roja pasîn (qiyametê). Di jiyana piştî mirinê de, mirov çi kiribe, bi rêya hiş ew tişt derdikevin pêşiya mirov. Eger mêr başî kiribe, başiya wî dibe beden û dikeve şiklê keçikeke ciwan û rind û derdikeve hemberî wî. Eger xerabî kiribe, ew xerabî jî dibe beden û dikeve şiklê keçikeke gelek ne xweşik û derdikeve hemberî wî. Ji bo jinan jî heman tişt dibe. Başiya wan di bedena xortekî ciwan û rind de, xerabiya wan jî di bedena xortekî gemar, pîs û şindokê mêran de derdikeve hemberî wan. Bi laş re hiş jî dimire. Giyan: Ew ji bedenê cudatir e û ne element e. Giyan ji Ahura Mazda ye û nemir e. Roja dawî, ew jî li rastiya xwe vedigere û dibe Ahura Mazda. Piştî mirina Zerdeşt dê giyan bibe sedema bingeha feylozofiyê.

Li ser siruştê jî dibêje; ”Her tiştek (madde û antî madde) ku di siruştê de hene, wek ben bihev ve girêdayî ne.Lawazî an têkçûna tiştekî, bandorê li ser tiştên ji derveyê xwe ve jî dike. Belê Zerdeşt ekolojiyê di wê demê de kefş kiribû. Li ser stêrkan jî weha dibêje: ”Sîstemeke xwedawendî li asîman heye. Her tişt bi hev ve girêdayî ye û di nav ger û guherînê de ye. Mirina stêrkekî, destpêka stêrk an jî stêrkên din e.” Ji bo dinyayê jî weha dibêje: ”Dinya (telus) wek hêkê ye. Zerika hêkê ax(erd) e, sipîçka li dor zerikê jî hewa û tiştên din in. Qalikê hêkê jî wek zirx ji bo parastina Dinyayê ye.

Mîthraniyan digot ”Hor (Roj) Xweda ye û navê wî jî Mîthra ye. Her tişt wî afirandiye”. Zerdeşt ev bawerî jî ser û bin dikir û digot: Mîthra, Hor bingeha jiyana li dinyayê ye. Ji ber germî û rohniya xwe pîroz e lê ne Xweda ye. Yê ku Mithra, Horê jî afirandiye heye.

Di gerdûnê (kosmos) de sîstemek heye. Madde û antî madde di nav tevlihevî ango kaosekî de ne. Di nav vê tevliheviyê de jî sistemek heye. Ev tişt di mirov bi xwe de jî heye. Zerdeşt ji gerdûnê re dibêje Mazda (mezin û zanist). Zerdeşt, Mazda wek beden dibîne galaks, stêrk, siruşt(xweza), mirov, ajel, nebat û antî madde jî herweha. Her tiştek mîna perçeyek ji Mazd dibîne û weha dibêje; ”Mazd, makro kosmos e. Mirov jî mîkro kosmos in. Di kosmosê de çi hebe di mirov bi xwe de jî heman tişt heye. Bingeh yek e. Ahura Mazda jî, Ahrîman (bereveciyê Ahura Mazda ye, kana fesadî û xerabiyê ye) jî di mêjiyê mirov de ne”.

Çavkanî[biguherîne]