Here naverokê

Çalakiya 15ê tebaxê 1984

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çalakiya 15ê tebaxê yekem çalakiya çekdarî ye ku di 15ê tebaxa sala 1984an de ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve li Bakurê Kurdistanê li dijî artêşa tirk pêk hatiye.[1] Ev çalakî yan yekem çalakiya ya çekdarî ye ku li navçeya Dihê bi fermandariya Egîd (Mahsum Korkmaz) pêk hatiye.[2] Bi vê çalakiyê bi awayekî fermî şerê çekdarî li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Partiya Karkeren Kurdistanê ve hatiye destpêkirin.

Ji kongreya duyemîn a partiya Partiya Karkeren Kurdistanê ku di navbera 20 û 25ê tebaxa sala 1982an de li bajarê Dareya yê Sûriyê hate lidarxistin, biryar hate dayin ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê Partiya Karkeren Kurdistanê dest bi amadekariya serhildanê bike. Li Sûriyê û li Geliyê Beqaya ya Libnanê kampên perwerdeyê hatin vekirin û gerilayên PKKê bi ser sinor ve derbasê Bakurê Kurdistanê dibin. Gerîlayên PKKê piştî amadekariyên bi salan di 15ê tebaxa sala 1984an de yekem çalakî li dijî artêşa tirk pêk anî. Ev çalakî ji aliyê damezrînerê baskê leşkerî yê PKKê ve hatiye pêk anîn.[1]

Roja 15ê tebaxa sala 1984an

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li navçeya navçeya Dih a bi ser parêzgeha Sêrtê hêzên PKKê êrîş birin ser qereqola cendirmeyan tirk û di encamê de leşkerekî cendirmeyan jiyana xwe ji dest da û 6 leşkerên artêşa tirk birîndar dibin. Di heman rojê de hêzên PKKê li navçeya Şemzînana Colemêrgê êrîş birin ser tesîsa cendirmeyan, malên efseran û qereqola cendirmeyan kirin. Di vê çalakiyê de 2 polîsên tirk têne kuştin û polîs û leşkerek tirk jî birîndar dibin.[1]

  1. ^ a b c Peuch, Jean-Christophe (8 nîsan 2008). "Turkey: Government Under Growing Pressure To Meet Kurdish Demands". Radio Free Europe/Radio Liberty (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 tebax 2024.
  2. ^ "Çalakiya 15ê tebaxê". web.archive.org. Ji orîjînalê di 24 adar 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 tebax 2024.