Îbn Erebî
Ebû Ebdulla Mihemed ibn Elî el-Erebî el-Hatimî el Ta'î (bi erebî: أبو عبد الله محمد بن علي بن محمد بن العربي الحاتمي الطائي, lat. Abū `Abd-Allah Muḥammad ibn Ali al-`Arabi al-Ḥātimī al-Ṭā’ī) an ji Ibn Erebî, zayîn 28ê pûşperê 1165/hîcrî 17 Remezanê 560ê li Murcia, mirin 16ê sermawez 1240 li Şamê yek ji Sofî û zanayên Îslamêyê pêşin bû. Ji bo bandora wiya li ser Sofîtiyê ew wek Şeyx el-Ekber ango bi kurdî Şêxê Mezin dihat navkirin.[1]
Jiyan[biguherîne]
Ibn Erebî ji malbateke navdar de dihat. Bavikê wî bi Evdilqadirê Geylanî û Ibn Ruşd ve yek ji mirovên navdarên Sofitiyê bû.
Dema ko Ibn Erebî hîn 8 salî bû, El Mûwahîdan bajarê Murcia dagir kirin û ew bi malbata xwe ve çû Sevillayê. Wî li wir dewama hevotîna xwe kir û wek hevotîna wê çaxêyê bastanî li ser tefsîra Quranê, Suneta Mihemed pexember, Şerîatê û gramara Erebî xebitî.
Ew di 1182an de bi Ibn Ruşd ve hev dibîne û Ibn Erebî di eserên xwe de qala vê hevditînê dike.
Di sala 1193an de wî nîvgirava îber terk kir û çû Tûnisê. Gorî gotinan di vê gerê de xocê Xizir bi wî re hevaltiyê dike û xirqayê xwe dida Îbn Erebî. Di sala 1200an de, dema ko 35 salî bû, ji bo Hecê ew li Spanyayê der dike û dihere Mekkeyê. Ew li wir sê salan dije û li wir dest bi nivisîna El Fûtûhat El Mekkiye dike. Di 1223an ew li bajarê Şamê bi şûn dibe. Ew salên umre xweyê manî li wir derbaz dike û di 22 Rebîûl II 638 /16 sermawezê, 1240an de dimire. Ew di jiyana xwe de gelek geran dike û gelek deran digere.
Ibn Erebî çiqas di berhemên xwe de qala Wahdetî Vûcûdê nake, û cara siftê ji aliya talebeyî wî, Sadreddin Konevî tê karanîn jî ew wek damezrênerê vê tradîsyonê tê ditîn.
Jêder û çavkanî[biguherîne]
- ↑ "The Meccan Revelations". World Digital Library. 1900–1999. Retrieved 2013-07-14.CS1 maint: Date format (link)
Girêdanên derve[biguherîne]
- www.ibnarabisociety.org Koma Muhyiddin Îbn Erebî
- www.irfanokulu.net Muhyiddin Îbn Erebî
- (îngilîzî) Ibn al-Arabi Foundation