Here naverokê

Împeratoriya Osmanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Împaratoriya Osmanî hat beralîkirin)
Împeratoriya Osmanî
دولت عالیه عثمانیه Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala Mertal
Dirûşm: دولت ابد مدت Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sirûd: Imperial anthems of the Ottoman Empire Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Împeratoriya Osmanî li ser nexşeyê
Map
Paytext

41°Bk, 29°Rh
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
Rêveberî keyîtiya serberdayî (13021876), dual monarchy (18761878), keyîtiya serberdayî (18781908), dual monarchy (19081922), pergala yekpartiyî (Îtihad û Tereqî, De facto, 19131918), Dîktatoriya leşkerî (Îtihad û Tereqî, De facto, 19131918), keyîtî, Xelîfetî, padîşahiya destûrî, otorîteryanîzm, Sê Paşa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
   Dema avakirinê 29 tîrmeh 1299 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
   Dema hilweşînê 17 çiriya paşîn 1922 
   Rûerd 1.700.000 kîlometre çargoşe (1683) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
   Giştî 24.000.000 (1912) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dirav
  • aqçe,
  • qiruş,
  • lîreya osmanî
  • Împeratoriya Osmanî (Devlet-i ʿAlīye-i ʿOsmānīye, Dewleta Berz a Osmanî), dewleteke misilman bû ku ji eşîrên tirk derketiye.

    Siltanên Osmanîyan

    Osmanî bavikekî tirk ji oxizan e, navê bavê ku navê xwe dayê vî bavikî Osman bû. Di sedsala 13em û 14em de wekî mîrîtiyeke biçûk li sînorên Bîzansa ku êdî lawaz bû de bi cih bû. Di demeke kurt de li hemberî Bîzansê xwe birêxistin kir û serkeftinên leşkerî bi dest xistin. Dîsa bi riya siyaseta xwe ya bi bavikên cîran re erdê xwe mezin kir. Di nîşana 1453an de Konstantînopolîs (Stembol) bi dest xist û kir paytexta xwe.

    Bi giştî 36 siltanên osmaniyan çêbûn. Osmanî di sedsala 16em û şûn de êdî bi pêş neketin. Di sedsala 18em û 19em de êdî gelekî lawaz bûn, herçend di sedsala 19em de hewl ji bo guhartinan hatiye dayîn û reform jî hatiye kirin êdî di dawiya sedsala 19em û di serê sedsala 20em de osmanî bi navê Zilamê Nexweş ê Ewropayê dihate nasîn. Bi derbeya Jontirkan (1908) desthilata osmaniyan kete bin destê Îtihad û Teraqî. Ew di şerê cîhanê yê yekem de di aliyê Elmanyayê de cih girtiye. Di dema şer de qirkirineke herî mezin ya cîhanê[çavkanî hewce ye] li dijî ermenî û mesîhiyên din pêk aniye. Piştî şer bi dawî dibe osmanî têk çûye û qedera wan ketiye destê hêzên serketî yên mîna Fransa û Brîtanyayê. Bi dûçûna yek ji avakerên dewleta Iraqê ya modern Abdulmuhsin Sadun, sedema mezintirîn ya parçebûna osmaniyan ew e ku tirkan heq û hiqûqa gelên din ên osmanî înkarkirin.[1] Piştî şerê azadîxwaz ê tirkan komara Tirkiyeyê hate damezirandin û bi awayekî fermî împeratoriya osmaniyan di sala 1923an de bi dawî bû.

     Gotara bingehîn: Xanedaniya osmanî

    Kurdên osmanî

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
     Gotara bingehîn: Kurdên osmanî

    Alayên osmanî

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
     Gotara bingehîn: Alayên Împeratoriya Osmanî

    Mijarên têkildar

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

    Girêdanên derve

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
    1. Kerkük, Tarih, politika ve etnik yapı-Kemal Mazhar Ahmed, Weşanên Avestayê, r:193