Here naverokê

Împeratoriya Osmanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Împeratoriya Osmaniyan hat beralîkirin)
Împeratoriya Osmanî
دولت عالیه عثمانیه Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala Mertal
Dirûşm: دولت ابد مدت Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sirûd: Imperial anthems of the Ottoman Empire Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Împeratoriya Osmanî li ser nexşeyê
Map
Paytext

41°Bk, 29°Rh
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
Rêveberî Keyîtiya serberdayî (1302–1876), dual monarchy (1876–1878), Keyîtiya serberdayî (1878–1908), dual monarchy (1908–1922), pergala yekpartiyî (Îtihad û Tereqî, De facto, 1913–1918), Dîktatoriya leşkerî (Îtihad û Tereqî, De facto, 1913–1918), keyîtî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 29 tîrmeh 1299, c. 1300 (nêzîkî) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Dema hilweşînê 17 çiriya paşîn 1922 
 •  Rûerd 5.200.000 kîlometre çargoşe (1683) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dirav
  • aqçe,
  • qiruş,
  • lîreya osmanî
  • Împeratoriya Osmanî (Devlet-i ʿAlīye-i ʿOsmānīye, Dewleta Berz a Osmanî), dewleteke misilman bû ku ji eşîrên tirk derketiye.

    Siltanên Osmanîyan

    Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

     Gotara bingehîn: Eşîra Kayı
     Gotara bingehîn: Tirkên oxizî

    Osmanî bavikekî tirk ji oxizan e, navê bavê ku navê xwe dayê vî bavikî Osman bû. Di sedsala 13em û 14em de wekî mîrîtiyeke biçûk li sînorên Bîzansa ku êdî lawaz bû de bi cih bû. Di demeke kurt de li hemberî Bîzansê xwe birêxistin kir û serkeftinên leşkerî bi dest xistin. Dîsa bi riya siyaseta xwe ya bi bavikên cîran re erdê xwe mezin kir. Di nîşana 1453an de Konstantînopolîs (Stembol) bi dest xist û kir paytexta xwe.

    Bi giştî 36 siltanên osmaniyan çêbûn. Osmanî di sedsala 16em û şûn de êdî bi pêş neketin. Di sedsala 18em û 19em de êdî gelekî lawaz bûn, herçend di sedsala 19em de hewl ji bo guhartinan hatiye dayîn û reform jî hatiye kirin êdî di dawiya sedsala 19em û di serê sedsala 20em de osmanî bi navê Zilamê Nexweş ê Ewropayê dihate nasîn. Bi derbeya Jontirkan (1908) desthilata osmaniyan kete bin destê Îtihad û Teraqî. Ew di şerê cîhanê yê yekem de di aliyê Elmanyayê de cih girtiye. Di dema şer de qirkirineke herî mezin ya cîhanê[çavkanî hewce ye] li dijî ermenî û mesîhiyên din pêk aniye. Piştî şer bi dawî dibe osmanî têk çûye û qedera wan ketiye destê hêzên serketî yên mîna Fransa û Brîtanyayê. Bi dûçûna yek ji avakerên dewleta Iraqê ya modern Abdulmuhsin Sadun, sedema mezintirîn ya parçebûna osmaniyan ew e ku tirkan heq û hiqûqa gelên din ên osmanî înkarkirin.[1] Piştî şerê azadîxwaz ê tirkan komara Tirkiyeyê hate damezirandin û bi awayekî fermî împeratoriya osmaniyan di sala 1923an de bi dawî bû.

    Xanedan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

     Gotara bingehîn: Xanedaniya osmanî

    Kurdên osmanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

     Gotara bingehîn: Kurdên osmanî

    Alayên osmanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

     Gotara bingehîn: Alayên Împeratoriya Osmanî

    Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

    Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

    Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

    1. ^ Kerkük, Tarih, politika ve etnik yapı-Kemal Mazhar Ahmed, Weşanên Avestayê, r:193