Hibir
Hibir, murekeb, ximav[1] şileyeke rengîn e ku ji bo nîvîsandinê tê bikaranîn.
Dîroka hibirê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gorî bermahiyên dîrokî ji di 3000 b.z. de li Misirê û di 2600 b.z. de li Çînê hibir dihatibûye bikaranîn. Wê demê ji şîreya Gummi arabicum dihate çêkirin. Di 1000 b.z. de pênûsa hindistanî bû serdest. Ev pênûs ji komira dara çirayê û dawerûnê (rûnê dawa pez) dihate amadekirin. Dema mirov bi kar bianiya, bi avê de dikir û şil bi kar dianî.
Di dawiya sedsala 16em de li Ewropayê hibira ku ji supyayan (Coleoidea) tê çêkirin kete şûna wan.[çavkanî hewce ye]
Îro piranî hibir ji asîdên ku ji darên mazî tên çêkirin û bihevxistina wan bi hesin û maddeyên kîmyayî re tê çêkirin. Hin cureyên nûjen ên hibirê piştî nivîsandinê tên dîtin. Di hibirên çapkirina rojnameyan de kobalt û manganez hene.
Wêne
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Gummi arabicum
-
Supya (Sepia officinalis)
-
Mazî ji Dêrika Çiyayê Mazî (Bakurê Kurdistanê)
-
Hibir ji bo qeleman tên dagirtin
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Kamêran Silêman Botî (2006) "Ferhenga Kamêran", Spîrez, r. 735