Celalî (eşîr)
Di vê gotarê de agahiyên bingehîn ên li ser mijarê kêm in an jî nîn in. |
Celalî, eşîreta celaliyan, eşîreta celaliya, navê êleke mezin a kurdan e ku piraniya wan li Rojhilatê dijîn. Li bara êla celaliyan da gelek gotin û gotar diyar in lê ew tiştêk ku bi yeqîn û rast diyar e ewe ku yek ji wan êlên şoreşger û hêja yê Kurdistanê e ku piraniyê wan li Rojhilatê dijîn.
Eşîra celaliyan li gor General P. Avriyanofê rûsî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kurdnasekî rûsî bi navê General P. Avriyanof lî bara celaliyan da bi taybetî celalî yê Ermenistanê da wiha dibêje ku celalî heşt tîre û tayfe ne ku zarokên kesekî bi navê Celal bûne û eslê wan jî ermenî bûne ku paşê bûne kurd. Ew dibêje ku celalî heşt tîre û tayfe ne û navê wan heft tayfan jî dibêje. Heft tayfên ku dibêje ew in: kûyanlî, soranlî, sakanî, hesen nanlî, keçelanlî, kapîdkanlî û cînîkanlî[çavkanî hewce ye]. Ti dîroknas vê gotînê qebûl nakin û bi yeqînî wê red dikin ji ber ku "celal" navekî ermenî e.
Celalî li gor Bijîşk û Pêsko
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bijîşk û Pêsko yê Almanyayî bi wê bawerê e ku sedema ku wan re dibêjîn Celalî ezemet û mezinahî û şervaniya Celalîyan li hemberî sê împeratoriyên mezin e. Lêkolînerekî Brîtanî bi navê Mark Sîks[çavkanî hewce ye] ku demekî li Kurdistanê bû û lêkolînek li ser êlên kurdan kiribû wiha dibêje ku sermijara celalîyan ji sed hezarî pirtir e ku li Rojhilat, Bakur û Ermenistanê dijîn û piraniya wan li rex Çiyayê Agirî (bi celaliyan ve girêda), Elegez, Deşta Rewanê, zozanên Serhedê, Makû, Bazirgan, Bazîd, Agirî, Qers, û Wanê dijîn[çavkanî hewce ye].
Tayfeyên celaliya di pirtîka Micahid Uzun da
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mücahit Uzun[çavkanî hewce ye] di pirtûka "Êgîd Sûdsî"[çavkanî hewce ye] da elên Serhedê wiha par vedike[çavkanî hewce ye]:
- Mîlan
- Hesenan
- Raman
- Reşkota
- Pencenan
- Şikakan
- Hekaran
- Gilawiyan
- Zîlan
- Celalî
- Redkî
- Cemaldînî
- Sipkî
- Heyderan
- Ademan
- Zirkan
- Hîbran
- Birûkan
- Kurdî reş
- Bextiyarî
Ew, tayfeyên Celalî jî wiha par ve dîke:
Xelikî, Cindîyan, Slotîmiyan, Qoruxçîyan, Hesoxelefiyan, Bûtîkan, Meyaka, Qutan, Keskûyiyan, Gelayan, Elem hûlî, Soran, Comkan, Elîyan, Gilotûran, Misirkan, Pîlekî, Bilxîkî, malê Emê, Keçelan, Hesê soran, Sakan, malên Bozo, malên Bado, malên Hesenekê, malên Resê Celîl, malên Elo bozxorê, Pîyala, Qatîkan, Qîmekan, Mametîkan, Gîsekan, Kileşkan, Qûrûyan, malên hozê Semo, Diloyan, malên Yaqûb Eladîn, malên Xidir axa henderîyan, Banûkan, Şimkan, Reş reşkan, Qizbaxşolîyan, Emoyîkan, Ç[Ş?]êx bizinîyan, Qereçolîyan û Zilfoyan in.
Celaliya li Rojhilatê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Êla herî mezîn a parêzgeh a urmiyê êla celaliyan e û li îranê da yek ji wan 10 elê mezînê îranê e.piranîya celalîya lî bakûrê parêzgeha urmîyê lî bajarên makûyê,qelenîyê(bi farisî çaldiran),şot û pûldeçtê dijên.bi awayekî fermî par wekirina êla wiha ye:a herî pêşîyê êl e paşê tayfe,bav,obe û malbat e.celalîyan ji yek man êlê mezin e ku ji 10 tayfe,59 bav û 247 obe pêk hatîye.
Sedema danîna navê Celaliya li ser wê êlê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li gor hinek kesên êlê damezerê wê êlê kesek bi navê Celal bû ye ku di serdema selteneta şahên sefewî da ji bo berewanîya sinorên rojhilata îranê li hemberî osmanîya li wir bi cih bû ne. û hin jî dibêjin ji bo wê wan re gotîne celalî ku li hemerî osmanîyan hertim şerên dijwar û dirêj û mêrani dikirin ji bo wê mezintahiya wan bi wan re digotin Celalî ango kesên ku xwedî ceal u ezemet în.
Seroktayî di êla celalî da
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Wak her êlê seroktayî di êla celalî da dighlje serokê êlê piştî wê serokê tayfe û serobe serokatîyê dikin.
Koçberiya celaliyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kurdên celalî jî wek hemû kurdên kurdistanê gelekî zor û zulim dîti ne di serdema hikûmeta pehlewî da dema şahenşahî ya Reza Şah da kurdên celalî ku serî rakirî bûn û tevlî serhildana komara agrî bûn û şah ra ceng dikirin. piştî şikestîna şoreşe şahê ecem riza şah dest bi kurd kujî û koçber kirina celalîyan kir û nezî 5000 malbatên ku tewlî şoreşê bûn j tirsa ku disa şoreş bikin kir û heya xurasanê û qezwînê kirin.Di wê navbera dur da gelk kurd û zarokên wan canê xwe dan.Di wê koçberî yê da tayfa otalîya ango otalî jî ber ku şah ra hevkarî kiri bûn koçber nebûn.
Mirina şah û serhildana îranê û derfet ji bo wegerê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştî mirina Reza şah û şoreşa iranê da piştî weguhistina hikûmeta pehlewî bervî komara islamî derfetek çê bû ku kûrdên celalî bikaribin dîsa wegerîn lê mixabin ji ber dûr bûna rê û tine bêna îmakanta û dijwarî a rê ji 5000 malbatên koçber 500 kes karî bûn wegerîn.jî wan kesên ku wegerîya bûn gava tu pirs dikî dibêjîn em nêzî 2 mehan em rêda dihatin digotin me ji ber germ bûna hewa yê me rojê çadir wedigirtin û dema roj diçû ava û hewa hênik dibû em disa rê diketin.
Deh tayfeyên celaliyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]qizbaxşolîy(qizulbaş),xelîka,saka,misirka,hesoxelefa,cinika,elemiha(elem hulî),bilxika,qendika û otalîya
Zozan û arana celaliyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]êla celalîyan di despêka buharê diçin kir (dev û dora çîyayê agrî)û heya dawîya bûharê li wir ber axlila diminin û piştî wê di despêka havînê da diçin zozanên xwe. zozanên wan li den û dora bajarê makûyê û qelenî yê ne û aranên wan ji li gundên ber erez di wan deştên xweş da diminin.
Navê zozonên herî mezîn û xweş ê celaliyan li Rojhilatê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]kevirî sipî,golaxanê,hacseydalî,arîbeg, zoazanên heîbaaş a celalîya nin.
Serokên herî navdarê celaliyan li Rojhilatê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ferzende beg û biro yê hesî têlîyê kûşoreşa agrîdaxê bidestê wan bû û nezîkî 1000 mêrxasê celalîyan te şoreşê bûn.serokê herî dawî ji emer axa yê celalî bû ku kû piştî dameziranina Komara Kurdistanê lî Mehebadê ligel hink serokên navşeyên din çûn mihabatê ligel Qazî Mihemed û piştgirî lî komarê kirin û cejina serxwe bûnê şirket kirin û wegerîyan makû yê ala rengin bilind kirin li Makûyê u ber sirûda Ey Reqîb rêje diçûn û piştî wê dema kû Qazî hat makûyê pêşewazî ya wî kirin.