Özcan Deniz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Özcan Deniz
Jidayikbûn 19 gulan 1972 Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Hevwelatî Tirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Pîşe
Malper ozcandeniz.com Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
biguherîne - Wîkîdaneyê biguherîneBelge

Özcan Deniz (jdb. 19ê gulana 1972an li Enqere) stranbêj, aktorekî Kurd e. Giraniya muzîka wî li ser arabeskê ye. Niha bi Fahriye Evcen re hevjîniyê dike.

Jiyan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Özcan Deniz li parêzgeha Agirîyê hatiye jiyanê. Malbata wî koçberê bajarê Aydın a Tirkiyeyê dibe û li wir diçe dibistanê. Zaroktiya xwe de kilorîkfroşiyê dike. Sala 1988ê diçe Stembolê daku xwe di cîhana muzîkê de biserbixe. Salekê şûnde li Almanyayê di muzîkholekê de, du salan dixebite.

Albûma wî ya yekem Yine Ağlattın Beni (Kurdî: "Dîsa giriyê min anî") pirr nehat firotin. Albûma duyem Meleğim (Ku.: "Firîşteya min") jî herwiha bal nekişand. Di heman demê de ew li ser fîlmekî sînemayê jî dixebitî, Ona Sevdiğimi Söyle (Ku.: "Bêje jê re, ez jê hezdikim").

Wî jî awazên Kurdî tirkîze dikir[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Wekî gelekan Deniz jî awazên kurdî bi tirkî derdixist bazarê û difirot. Hin ji van awazan ne gelêrî, yên hunermendên Kurd bûn ku Deniz bêî destûra wan ew bikardianî. Bo mînak strana Leyla ya Şivan Perwer bi navê Çavuş kizi Leyla derxistibû bazarê.

Di gelek rêzefîlman de lîstiye. Di fîlm û rêzefîlmên xwe de xizanî û dewlemendî, mêrkujî û karesatên namûsê, pirsgirêkên civakê yên sosyal ûêd dianî ziman.

Girêdan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]