Şakiro
| Şakiro | |
|---|---|
| Navê jidayikbûnê | Şakirê kurê Bedîhê Zîlî |
| Jidayikbûn | 25 Kanûn 1936, Navik, Zêtka, Agirî, Bakurê Kurdistanê |
| Mirin | 5 Hezîran 1996 Îzmîr, Tirkiye |
| Netewe | Kurd |
| Pîşe | Dengbêj, Helbestnivîs |
| Salên çalak | 1960-1995 |
| Çalakiyên têkildar | Özcan Deniz (birazî) |
| biguhêre | |
Şakiro bi forma dirêj Şakirê Kurê Bedîhê Zîlî navê fermî Şakir Deniz (jdb. 25 Kanûna paşîn 1936, Zêtka, Agirî[1] – m. 5 Hezîran 1996, Îzmîr)[2] dengbêjekî binavûdengê kurd e ku di nav kurdan de bi bernavk ên wekî Kewê Ribat, Şahê Dengbêjan, Şakirê Mezin û Şakirê Bedih hatiye naskirin. Di heman demê de mamê stranbêj û lîstikvanê kurd Özcan Deniz e.[3]
Stranên wî gelek caran li di bandên muzîkê dihate tomarkirin û bi ji ber asîmîlasyon û qedexeya zimanê kurdî ku ji aliyê dewleta tirk bi awayekî sîstematîk hatibû birêvebirin albumên wî bi dizî dihatin belavkirin.[4] Şakiro di nav çanda dengbêjiyê de kesayetiya herî bi navdar e ku di dema nûjen de jî sitranên wî ji aliyê girseyek berfireh ve tê guhdarî kirin.[5] Yek ji çavkanî û bandorkarê wî dengbêja din a navdar Karapêtê Xaço bû ku ji bo kesên ku dixwazin bibin dengbêjên nûjen wekê çavkaniya sereke tê dîtin.
Bi pêşveketina platformên civakî re stranên wî ji aliyê nifşên nûjen ve bi muzîka remîxê ku celebek muzîka nûjen e, têne adaptekirin û bi berfirehî li ser platformên medyaya civakî hatine weşandin.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şakirê Bedihê Mîr Mihê di sala 1936an de li gunde Navikê ku gundekî navçeya Zêtka ya bi ser parêzgeha Agirîyê ye, ji dayîk bûye.[6] Kalikê wî Mîr Mihê bi tevî eşîra xwe (Redkî) di sala 1918an de ji Rewanê ji gundê Qerka koçî bajarê Îdirê gundê Millo dibin. Di nava vê koçê de bavê dengbêj Reso, Welo jî heye ku ew jî ji heman eşîrê ne û ew jî koçê gundê Millo dibin. Mala Mîr Mihê ji vir re diçe Kela Elajgirê û 13 sal piştî koça ji Rewanê, ango di sala 1931ê de Şakiro tê dinê (lê di nasnameya wî de sala 1936an hatiye nivîsandin).[7] Dû re mala wan ji wir diçe gundê Cemalwêrdiya Dûtaxê. Paşî malbata wî ji Cemalwêrdiyê koçberî Qereyaziya Erziromê dike[1]. Navê wî bi fermî wekê Şakir Deniz di nasnameya wî de hatiye tomar kirin. Dengê wî xwedî oktaveke bilind bû û bi du hawînan (Ha Hîîî Ha Haîî) stran digot.
Ew jî yek ji şagirtên Dengbêj Reso ye ku bi piranî stranên Reso gotiye. Di heman demê de helwestên gelek stranên xwe, bixwe çêkiriye. Dengbêj Reso jî yek ji dengbêjên kurd ên navdar bû ku ew jî şagirtê Evdalê Zeynikê bû. Di tevahiya jiyana Şakiro de 65 bandên muzîkê hatiye tomarkirin ku bi tevahî bê studyo hatine tomarkirin ku bi tenê bi tomarkirina teyîban hatine çêkirin. Şakiro ji ber ku ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve ji Kurdistanê hatiye sirgûnkirin li bajarên Edene, Enqerê û li Îzmîrê jiyan kiriye. Şakiro di sala 1996an de li bajerê Îzmîrê koça dawî kiriye.
Dîskografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li gorî berhevkirin ên nûjen albûmên Şakiro
- Nemînîm (arşîv-tomar - 1)
- Narîn (arşîv-tomar - 2)
- Gûlê Dêran (arşîv-tomar - 3)
- Lê Lê Qazê (arşîv-tomar - 4)
- Rebenim Medet (arşîv-tomar - 5)
- Ez Guneme (arşîv-tomar - 7)
- Esmerê (arşîv-tomar - 8)
- Taê Rihanê (arşîv-tomar - 9)
- Şêst û Şeş Awazim (arşîv-tomar 10)
- Delalî Delalî (arşîv-tomar 11)
- Mirad Heft Reng e (arşîv-tomar 12)
- Kewa Gozel (arşîv-tomar - 13)
- Şalûl û Bilbil (arşîv-tomar - 14)
- Xezala Nêçîrvanim (arşîv-tomar - 15)
- Bêrîvanê (arşîv-tomar - 16)
- Kewê (arşîv-tomar - 17)
- Kubar Canê (arşîv-tomar - 18)
- Eteg ê Sîpanê (arşîv-tomar - 19)
- Mîrê Zirav (arşîv-tomar - 20)
- Şêxê Kûbar (arşîv-tomar - 21)
- Ax Lo Delîl (arşîv-tomar - 22)
- Hawar Delal (arşîv-tomar - 23)
- Yar Yar (arşîv-tomar - 24)
- Stranên Bijartî-1 (arşîv-tomar - 25)
- Stranên Bijartî-2 (arşîv-tomar - 26)
- Klasîkên Kurdî (arşîv-tomar - 27)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b Mahmut Beğik, http://www.kovarabir.com/tag/sakiro/ Girêdana arşîvê 2014-11-29 li ser Wayback Machine
- ^ "Berhemên Dengbêj Şakiro hemû bi hev re têne belavkirin". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 26 hezîran 2022.
- ^ Şahê dengbêjan Şakiro li Stenbolê hat bibîranîn، Kurdistan 24, published on 25th June 2022.
- ^ جدلية, Jadaliyya-. "The Kurdish Music Industry: History and Politics". Jadaliyya - جدلية (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 5 tîrmeh 2023.
- ^ Hamelink, Wendelmoet (2016). The sung home: narrative, morality, and the Kurdish nation. Studies on performing arts & literature of the Islamicate world. Leiden Boston: Brill. ISBN 978-90-04-31481-8.
- ^ "Tirba Şakiro dê bo bajarê wî yê jidayikbûnê bê veguhastin". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 19 îlon 2025.
- ^ [1][Ji pênûsa xizmekî wî jiyana Şakiro.]
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ji malpera kovara Bîr Girêdana arşîvê 2014-11-29 li ser Wayback Machine