Şûşa Guppy
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Cihê goristanê |
Behesht-e Zahra (en) |
Navê jidayikbûnê |
Shamsi Assār |
Hevwelatî | |
Perwerde |
Zanîngeha Tehranê Zanîngeha Parîsê (en) |
Pîşe | |
Salên çalak |
Dp. |
Zarok |
Darius Guppy (en) |
Karder |
The Paris Review (en) |
Şêweyê hunerê |
Persian traditional music (en) |
Şûşa Şemsa Guppy (1935 – 2008)[1] hunermend, nivîskar, derhêner û civaknaseke ji kurdên beyxtiyarî bû. [2][3]
Ciwantî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şûşaya ku di sala 1935ê de li Şehrê Kurd jidayik bû, perwerdehiya xwe ya ewil ji aliyê bavê xwe îmam Seyîd Mihemed Kazim Assar dît. Bi keşfkirina behremendiya wê ya muzîkî bû şagirta Mela Qafir yê ku dersên muzîk û wêjeyê da wê. Bi 17 saliya xwe bi saya bûrsên dewletê ji bo dîtina perwerdeya muzîk û zimanên rojhilatî çû Parîsê. Li wir hevaltiya xwe bi komeke entelektuel re pêk hat ku di nav wan de kesên wek José Bergamín, Jean Paul Sartre û Albert Camus jî hebûn. Bi pêşniyariya Jaques Prévert wê dest bi qeydkirin û arşîvkirina muzika gelêrî ya gelên Îranê kir.
Destpêka xebatên hunerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 1961ê de bi keşîfê fransî Nicholas Guppy re zewicî. Ji vê zewacê du kurên wan ên bi navê Daryûs û Konstantîn çêbûn, lê di sala 1976ê de Şûşa û Nicholas ji hev veqetiyan. Piştre koçî Îngilistanê dibe û li wir ji bo weşanên navdar ên amerîkî re di derheqê gelên kurd, faris û efxanan de lêkolînên nivîskî amade kiriye. Bi vî rengî çend xebatên wê yên derbarê kurdên lûrî û bextiyarî pêk hatine. Pişt re bi kişandina qeydên profesyonel berê xwe da xebatên muzîkê.
Muzîk, derhênerî û lêkolînên nivîskî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştî ku di sala 1971ê de du albumên ku ji kilamên Îranê yên evîndariyê pêk tên derxist, Şûşayê li DYA û Ewropayê gelek konserên serkeftî da. Heta sala 1975ê di gel Lori Lieberman û Dimitri van Toren ji 200an zêdetir konser dan û bi vî havî kilamên Îranê ji cîhanê re da nasîn. Di sala 1976ê de bi belgefîlma bi navê People of the wind ("Mirovên bayê") ku jiyana koçerên bextiyarî dike mijar bal kişande ser xwe. Fîlm ji bo xelata Oscar a beşa 'bastirîn belgefîlm' û ji bo Kûreya Zêrîn hat nîşandan. Ev belgefîm li gelek welatên cîhanê kete weşanê û albuma wê ya ku tê de kilamên kurdî jî cih digirin di beşa muzîka etnîkî de li DYAyê rekorên firotinê şikand. Herwiha, fîlm û albûm bûne mijara gelek ernameyên radyo û televîzyonê.
Şûşaya ku di sala 1980ê de giranî dabû xebatên akademîk gelek nivîs û lêkolîn ji bo kovarên navdar ên wek National Geographic û JTO amade kir. Bi nivîsên xwe Şûşa kedek pîroz da xûrtbûna têkîliyên çanda Îranê, cîhana îslamê û ya rojavayî.
Xebatên wêjeyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 1988ê de bi çapkirina yekemîn pirtûka xwe ya farisî ya bi navê 'Hespê sor' a ku qala bîranînên wê yên zarokatiyê dike, xelata Holtby Memorial wergirt û çend meh bişunde di çarçoveya Grand Prix Littéraire de ji aliyê Elle Royal Society xelata Yorkshire Post bi dest xist.
Pirtûk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Seyahata li Farsistan û Kurdistan" (1989)
- Li Parîsê keçek (1991)
- Li pey xwe binêre (1991)
- Sê seyahatên li rojhilatê: Urdun, Sûriye, Libnan (2001)
- Rûkeniya veşartî (2005)
Şûşa ji sala 1979ê heta wefata xwe ya di sala 2008ê de di nav xebatên kovara wêjeyî ya bi navê The Paris Review edîtoriyê meşand.
Diskografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Persian Love Songs and Mystic Chants (1971)
- Song of Long-time Lovers (1972)
- Shusha (1974)
- This is the Day (1974)
- Before the Deluge (1975)
- People of the Wind (1977)
- From East to West (1978)
- Here I Love You (1980)
- La Fortune (1980 – cassette)
- Lovely in the Dances: Songs of Sydney Carter (1981)
- Durable Fire (1983)
- Strange Affair (1986)
- Refugee (1995 – CD on Sharrow Records)
- Shusha / This is the Day (2001 – reissue on CD)[çavkanî hewce ye]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Shusha Guppy". The Telegraph (bi îngilîzî). 29 adar 2008. Roja gihiştinê 4 îlon 2024.
- ^ "Shusha Guppy". internationales literaturfestival berlin (bi almanî). Roja gihiştinê 4 îlon 2024.
- ^ Scruton, Roger (24 adar 2008). "Shusha Guppy". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 4 îlon 2024.