Şabaz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şabaz an şahbaz
Şabaz
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Falconiformes
(an Accipitriformes, q.v.)
Famîle: Accipitridae
Cins: Accipiter
Cure: A. gentilis
Navê zanistî yê latînî
Accipiter gentilis
(Linnaeus, 1758)
Binecure

Accipiter gentilis albidus
Accipiter gentilis apache
Accipiter gentilis arrigonii
Accipiter gentilis atricapillus
Accipiter gentilis buteoides
Accipiter gentilis fujiyamae
Accipiter gentilis gentilis
Accipiter gentilis laingi
Accipiter gentilis marginatus
Accipiter gentilis schvedowi (Eastern Goshawk)
[2]

Belavbûn
zer: ferxkirin
kesk:zîvirandê hindir sal
hêşîn: zivistankirin.

Şabaz, şahbaz an terlan (Accipiter gentilis), (bi îngilîzî Goshawk ku wateya wê bazê qaz), cureyekî baziyan (Accipiteridae) e. Zaneyarê swêdî Linnaeus cureyê şabazê şayes û danasîn kiribû sala 1758an di pirtûka xwe Systema naturae di bin navê zanistî (Accipiter gentilis) de.

Şayes[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şabazê biçûk (çepê) û şabazê mestir a Louis Agassiz Fuertes
Şabazekî biçûk
Accipiter gentilis

Şabaz, ew balindeyê tewr mezintir di cinsê baziyan (Accipiter) de.[3] Dirêjiya şabazê nêr tevî baskên wî di navbera 89- 105 cm û dirêjiya şabazê mê tevî baskan, di navbera 108- 127 cm.[4] Giraniyê nêr di navbera 500 -1200 graman, lê giraniya mê di navbera 820 -2200 graman. Şabazê mê ji nêr bi gelemperî girse û girantir e. Baskên şabaz kurt û pan in. Dûvika wî dirêj û rengê wê qehweyî tarî an reş e. Kulabên wî tûj û hêzdar in. Rengê beşê jor ji laşê şabaz, hêşîn gewr e û beşê jêr sipî ye. Rengê şabazê ciwan an biçûk qehweyî di beşê jor û qehweyî vekirî di beşê jêr de. Rengê çavên şabazê biçûk zerê vekirî ne, lê rengê çavên şabazê mest pirtiqalî ne bi xizikên sipî.

Jîngeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şabaz li daristanê ku darên wan kevnar in dijî û bi taybetî, çalakiyên mirovan lê hindik bin.[5][6]

Xwarin û nêçîrkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Firindeyê Şabaz û guhandarên biçûk nêçîr dike gor guherîna ciyê daristanan. Lezbûn û hezdarî, alikariyê şabazê dike ji bo nêçîr kirinê. Li Amerîkayê bakur, şabaz dikanê werdeka kovî, qelereşkê amerîkanî, kergoşkê kovî bi solên berfîn û sihorê sor bixwe.[7][8][9] Lê nêçîrên din ji balindeyan ku şabaz dixwe, kotirî, kevok tîtav, kew, werdeka kovî, qaqlîbaz,darkutok, qijak, çûkê avê û gelek cureyên fîkarên bera gor herêmê belavbûnê.Nêçîrê şabazê ji guhandaran ew in: kerguh, kergoşkê kovî, sihorê daran, sihorê erdê, kojerê çîpmunk, cirdon, mişk, kûze û hinek guhandarên din. Bi gelemperî, şabaz nêçîrê canewerên ku ji wî biçûktir dike.[4] Herwiha,şabaz dikanê rawirên ku ji wî girstir bikuje weke qaz, rakûn, rûvî û kegoşkên koviyên girs.[4][10]

Şablon:Firinde

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ BirdLife International (2012). "Accipiter gentilis". IUCN Red List of Threatened Species. Version 2012.1. International Union for Conservation of Nature. Roja gihiştinê 16 tîrmeh 2012.
  2. ^ "Avibase: Eastern Goshawk". avis.indianbiodiversity.org. Ji orîjînalê di 12 adar 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 tîrmeh 2013.
  3. ^ "Northern Goshawk". Birds of Quebec. Ji orîjînalê di 9 sibat 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 adar 2007.
  4. ^ a b c Raptors of the World by Ferguson-Lees, Christie, Franklin, Mead & Burton. Houghton Mifflin (2001), ISBN 0-618-12762-3.
  5. ^ Johnsgard, P. (1990). Hawks, Eagles, & Falcons of North America, Washington: Smithsonian Institution Press, ISBN 0-87474-682-5.
  6. ^ Squires, J., R. Reynolds (1997). Northern Goshawk. Birds of North America, 298: 2–27.
  7. ^ Smithers, B L; Boal, C W and Andersen, D E (2005). "Northern Goshawk diet in Minnesota: An analysis using video recording systems" (PDF). Journal of Raptor Research. 39 (3): 264–273.{{cite journal}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  8. ^ Lewis, Stephen B.; Titus, Kimberly; Fuller, Mark R. (2006). "Northern Goshawk Diet During the Nesting Season in Southeast Alaska" (PDF). Journal of Wildlife Management. 70 (4): 1151. doi:10.2193/0022-541X(2006)70[1151:NGDDTN]2.0.CO;2.
  9. ^ Accipiter gentilis – northern goshawk. Animal Diversity Web. University of Michigan
  10. ^ Northern Goshawk (Accipter gentilis). pauldfrost.co.uk

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]