Şablon:GH/2019/22

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nexşeya Serhildanê
Nexşeya Serhildanê

Serhildana Şêx Ubeydelahê Nehrî li sala 1880ê de bi rêberiya Şêx Ubeydelayê Nehrî hatiye dest pê kirin. Gundê Nehrî dikeve başûrê Şemzînanê ku 16 km yan jê dûr e. Ev gund piştî salên 1850ê bû navenda terîqeta neqşîbendî. Malbata Şêx Ubeydela ji layê dînî ve rêberiya gelê herêmê dikir. Li sala 1820ê Mewlana Xalidê Kurdî şêxê Nehriyê wek xelifeyê ye tayîn kir. Piştî vê rûdanê gundê Nehrî bû yek ji navendên girîngtirîn ya terîqeta Neqşîbendî li Kurdistanê. Gelek ekolên Kurdistanê wek Şêxên Menzîlê, Şêxên Norşînê îcazetên xwe ji şêxên Nehrî wergirtî ne.

Şêx Ubeydela ji malbateke wiha tê ku tesîra wê malbatê li hemû Kurdistanê heye. Kurê Seyîd Tahayê Nehrî ye. Şêx Ubeydela li sala 1877ê di şerê osmaniyan û rûsî de diçe cebheyê. Ji aliyê Osmaniyan wek serleşkerê hemû hêzên eşîrên kurdan tê tayîn kirin. Di vî şerî de jî nasandineke mezin li ser xelkê Kurdistanê hêlaye. Piştî şer, Şêx Ubeydela vedigere Nehriyê. Li vê derê dest bi weezan dike. Zanînê li xelkê vir û yê derûdorê belav dike. Bi dûçûna Lord Curzon (en) di van civînan de 500 heta 1000 kesan beşdar dibûn.

Bi dûçûna Dr. Cochran ku wî wextî navenda Kurdistanê wek mîsyonerekî dixebitî, dibêje ku Şêx Ubeydela wêjeya erebî û farisî baş dizanî, her wisa folklora kurdî jî baş dizanî.(bêhtir…)