Şablon:GH/2024/11

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wêneyê peykerê Kawayê Hesinkar
Wêneyê peykerê Kawayê Hesinkar

Kawayê Hesinkar yan jî Kawayê Hesinger kesê sereke yê mîtolojiya newrozê ye ku li gorî texmînan nêzîkî 4300 sal berê li dijî serdarê zordest Dehaq serî hildaye û wî têk biriye. Piştî ku Kawa Dehaq têk dibe vê têk birinê bi agirekî mezin ku ji çar aliyê bajêr ve tê dîtin ji bo gelê bajêr diyar dike. Li gorî heman mitolojiyan Kawa vê serhildanê di roj yan jî di şeva 21ê adarê de pêk aniye ku ji wî rojê vir ve roja 21ê adarê ji aliyê gelên îranî û gelên din ên herêmê ve wekê roja pîrozbahî ya Newrozê hatiye diyar kirin. Kawayê hesinkar di roja îro de ji aliyê kurdan ve wekî kesayeteke azadî û serhildanê tê dîtin ku roja Newrozê ji aliyê kurdan ve wekê cejna azadiyê û vejînê tê dîtin. Newroz û şahiya Newrozê her sal di roja 21ê adarê de ji aliyê kurdan ve li seranserê Kurdistanê tê pîrozkirin. (zêdetir...)