Şirîta Xezeyê
Şirîta Xezeyê | |
---|---|
Occupied territory, eksklav, herêma bi nîqaş, Region of Palestine û herêm | |
Şirîta Xezeyê li ser nexşeyê | |
Koordînat: 31°27′Bk 34°24′Rh / 31.450°Bk 34.400°Rh | |
Parzemîn | Asya |
Dewlet | Dewleta Filistînê, United Arab Republic, Israeli-occupied territories, Palestinian National Authority, Administration of Gaza by Egypt |
Dema avabûnê | 1949 |
Merkeza îdarî | |
Îdarî | |
• Şaredar | Mahmoud Abbas (2004–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 365 km2 (141 sq mi) |
Nifûs | 2.098.389 (2023) |
Dem | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Şirîta Xezeyê (bi erebî: قطاع غزّة, lat. Qite Xezza; bi îbranî: רצועת עזה) herêmek e li beravên rohilatê Deryaya Navîn navbera Deryaya Navîn, Îsraêl û Misirê de ye. Navenda wê herêmê bajarê Xeze ye.
Ewê bi Urduna Rojava ve bi Herêma Otonom a Filistînê ve girêda ye. Lê ew ji 2007an û vir ve ji hêla Hamas ve tê kontrolkirin. Der ve jî ji hêla Misir û Îsraêlê ve di bin ablûqayê de ye.
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Herêma Şirîta Xezeyê bi piranî ji çol û beyaran pêk tê. Tenê 14% ji herêmê bo çandê tê bikaranîn. Dirêjiya herêmê nêzî 40 km, firehiya xwe jî nêvberê 6-14 km de diguhêre û pîvanê xwe jî dorê 360 km² ye. Dera xweya herî bilind 105 metre ji sewiyeyê deryayê bilindtir e. Li xezeyê bêhtir li herêmê bajarên Xan Yûnis, Deyr el-Beleh, Refeh, Beyt Lahiya û Cebaliya hene.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sedsala 12an b.z. şunda filistiyan Xeze ji Misirê standin û li bajêr bûne xwedan hikûm. Di sedsala 8an b.z. şunda jî bajar dest gelek hikûmdariyan de çû hat. Geh dewletên Misir geh jî ên Mezopotamya û Sûrî lê serwerî ajotin. Îskenderê Mezin pê rapêçaneke sê mehan re bajar dest xwe xist. Li Îskender şunda jî Selekudan li bajêr hikum ajot. Di sedsala 1ê b.z. de bajar hat hilweşandin û di sedsala 1ê de ji hêla romayiyan şunda hat avakirin. Bajarê Xezeyê ji romayî û bîzansiyan şunda, pê Cenga Yermûkê di sala 636an re, ji hêla Ereban ve hat destxwexistin.
Di sedsala 11an de ew kete destên xaçperêzên ji ewropayê de hatibûnî. Pê dorê 70ê salî dest xristiyanên ewropî de ma ve, ji hêla Selahedîn Eyûbî hat feht kirin. Ji Eyûbiyan şunda Memlûkan û Osmaniyan li hikum ajot û pê şerê cîhanî yê yekem re bi dest Împeratoriya Brîtanî ket. Ji Împeratoriya Brîtanî şunda, pê dazanîna serxwebûna Îsraêlê di sala 1948'an de heta sala 1967'an, şerê şeş rojan Şirîta Xezeyê ji hêla Misirê ve hat karger kirin. Di wê navberê de, di sala 1956'an di krîza Suweyşê de ew demeke kete dest Îsraêlê. Ji salal 1994an virve Misirê û Îsraêlê jê vekişiyane û ji Herêma Otonom a Filistînê re berdane. Di sala 2005'an de jî Îsraêl bi temamî ji Xezeyê vekişiya. Lê ji pê re Hemas û El-Fetîh boyî otorîteyê xwe bi hev qebûl kirin bidin bi hev ketin. Ji pê cengên nêvxweyên bixwûnî re, di pûşbera sala 2007an de Hemasê kontrola bajêr û herêmê helgirt. Di wan deman de Hemasê dazanîna Mehmûd Ebbasê hikûmeta nû nas nekir û ji wê virve di bin kargeriya Hemasê de ye.
Ji dawiyê sala 2007an de êrîşên nêvbera Hemas û Îsraêlê her ku çû girantir bûn û Xeze him ji hêla Misir him jî ji hêla Îsraêlê têye dewisandin. Him Îsraêl him jî Misirê nêvbera Şirîta Xezê û sînorên xwe de dîwaran bilind dikeye. Di 27ê berfenbara 2008an de bajarê Xezeyê ji hêla balafirên F-16 hatin bombebaran kirin û ser 300 kesî re hatin kuştin.