Xeze

Xeze
Bajar, bajarê mezin û Municipalities of the State of Palestine Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xeze li ser nexşeyê
Map
Xeze li ser nexşeya Filistîn nîşan dide
Xeze
Xeze
Koordînat: 31°31'Bk, 34°27'Rh
ParzemînAsya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dûgel Dewleta Filistînê
Beşa îdarî
  • Gaza Governorate Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
  • occupation of the Gaza Strip by the United Arab Republic
  • Şirîta Xezeyê
  • Gaza Governorate Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
 • Giştî
  • 55 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 • Bilindahî
30 m Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
515.556 (2012) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DemUTC+2, UTC+3
Malperwww.gaza-city.org/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Xaze (bi erebî: غزة‎; bi îbranî: עזה‎) bajarê herî mezinê di nêv Şirîta Xazeyê de dimeye û ji sala 1994'an virve wek de jure di bin kargeriya Herêma Otonom a Fîlîstînê de ye. Lê ew ji pûşbera sala 2007'an virve wek de facto di bin kargeriya Hamasê de ye. Li navenda bajêr nêzî 400.000 kes dijiye, lê bi bajarên derdorên nêzik ve nifûsê xwe digêhe 1,4 mîlon kes.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xaze yek ji bajarên dinêyê herî kevin e. Di demên dîrokî de ew bi keştîgehê xwe navenda herêmên derdorên xwe bû. Ewê heta sedsala 12'an b.z. bi Misira Kevin ve girêdabû. Li wê şunda ew gelek caran hate dagir kirin û pêre desthilate xwe guherî.

Bi sedsala 6'an b.z. re, di sala 609 b.z. de, bajarê Xaze dîsa kete destên Misiriyan jî çend sala pê re bi dest Babîliyan ket. Lê bi sedsaleke pê re kete destên Împeratoriya Partî. Ew ji Îskenderê Mezin şunda jî bi dest Selekuidan ket. Lê ji wê şunda girîngiya bajêrê hêlê aboriyê de her ku çû kêm bû û di sala 98'an de jî ji hêla Alexander Jannaeus hat tune kirin.

Ew di dema Împaratoriya Romayê şûnda hat avakirin. Ew ji Romayê şunda di destên Bîzansê de ma û bi sedsala 7'an re jî bi dest misilmanan ket. Ew bi hatina xaçperest re di sala 1100'î de bi dest xaçperestan ket. Ew heta ku ji hêla Selahadînê Eyûbî di sala 1170'an de hat helgirtin di dest Xaçparêzan de ma. Ew pê Memlûkan re heta şerê cîhanê yê yekemîn di dest Osmaniyan de ma. Di 7'ê sermawezê 1917'an de ew bi dest Împeratoriya Brîtanyayê ket.

Ew li vê şunda bi Şirîta Xazê ve tev wek Mandaya Fîlîstînê di dest Împaratoriya Brîtanyayê de, ta ku di sala 1948'an ji hêla Misirê hat dest xistin, ma. Li wê şunda ew ji xeynî dest xistina Îsraîlê di Şerê Şeş Rojan, di dest Misiriyan de ma.

Îro[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xaze îro bi Şirîta Xazeyê ve wek herêmeka Herêma Otonom a Fîlîstînê xuya dike jî di bin kontrola Hamasê de ye. Lê ew nêzî saleke ku di bin ablûqa û êrîşên Îsraîlê de ye. Di êrîşên Îsraîlê ên 27-28'ê berfanbarê 2008'an de ser 300 mîrovî re hatin kuştin.