Şorbenîska bi genimê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şorbenîska bi genimê, şorbeyeke ji pêjgeha kurd e. Xwarineke parêzê ye û zivistankî ye.

Şorbenîsk şorbeyeke klasîk û sereke ye di nava xwarinên kurdî de. Nîsk ji aliyê proteînan ve dewlemend e. Ji bo nexweşên ku xwîna wan kêm e, tê pêşniyarkirin. Di 100 gr nîskê de 980 mg potasyûm, 347 mg fosfor û 127 mg kalsiyûm heye.

Bijîşkiya gelêrî ya kurd, xwarina şorbenîskê ji bo kesên di laşê wan de hesin kêm in jî pêşniyar dike.

Cureyên şorbenîska bi genimê yên sereke[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Kurdistanê gelek awayên vê şorbeyê tên xwarin:

Berkelî (bo çar kesan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 stekan (qedeh) nîska sor
  • Nîvê stekanê genim (a bo eşûranê)
  • Hinekê zeferan
  • 2 kevçî rûnê soyayê
  • 6 stekan ava goşt
  • Xwê, solin (kesên parêzê digirin bi destûra bijîşkan)
  • Li ser daxwazê cureyên biharbêhnê (biharat)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Genimê xwe şevekê berê bikin nava avê bila nermijî bibe. Roja din bêî ku ava wê biguherînin, bidin ser agir û bixaşînin, bidarivînîn.

Ava goşt di verok an quşxaneyekê de bikelînin, zeferanê tevlî bikin. Nîska xwe bişon, pakij bikin, bidarivînin. Genim û nîskê berdin quşxaneyê, darxûna wê bigirin, di agirekê nizm de bikelînin.

Rûnê xwe berdinê, tevdin. Xwêya xwe kontrol bikin, ji agir daynin, bi germî bînin ser destexaneyê (sifreyê).