Şorbeya deqsorê
Şorbeya deqsorê ji goştê deqsorê tê çêkirin. Ji ber ku li çem û royên Kurdistanê deqsor gelek in, kurd gelek xwarinan jê çêdikin. Mixabin pirraniya van xwarinan niha wekî xwarinên pêjgehên biyanî tên binavkirin.
A rastî mirov dikare bêje şorbeyên deqsorê, lewra gelek tişt jî dikarin tevlî bên kirin.
Berkeliya şorbeya deqsorê (bo çar kesan)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1 heb deqsor (fîlet)
- 1 kevçî sirke
- 2 serî pîvaz
- 4 stekan (qedeh) av
- 2 kartol (patat, patatos)
- 1 kevçî riz (birinc)
- 3-4 ta bexdenûs
- Xwê (solin)
- Li ser daxwazê biharbêhn (biharat)
Çêkirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pîvazên xwe hûrik hûrik hûrbikin, kartolan jî kûbîkî. 4 stekan ava xwe berdin quşxaneyekê û wan jî pê re. Bixaşînin.
Bexdenûsa hûrkirî û xwê tevlî bikin. Dema kel pê ket, rizê têxin navê. Bi qasî 10-20 deqe bikelînin.
Deqsora xwe di rûnbirêşkekê de, di nava 1 stekan avê de bi qasî 5 deqe bikelînin. Ji agirin bigirin, çermê wê derînin, riste bikin, ango çêtiyên dirêjî û ziravane.
Goştê xwe tevlî şorbeyê bikin. Sirkeyê û hinekê jî avê bikin ser. Heya riza we nerm bû, bikelînin.
Di binikên xwarinê de bi bexdenûsê ûêd bixemilînin û servîs bikin.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |