Abdullah Demirbaş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Abdullah Demirbaş
Jidayikbûn1966 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Evdila Demirbaş (bi tirkî: Abdullah Demirbaş) şaredarê berê yê Sûra Amedê ye.

Abdullah Demirtaş di sala 1966an de li bajarê Diyarbekirê, li navçeya Licê, li gundê Sîsê ji dayika xwe bû ye. Wî dibistana sereaytê li Amedê li dibistana Silêman Nazîf, paşê li Elî Emiriyê, li dibistana amadehiye karbendê û li Elezîzê jî di Zanîngehê de beşa Fen û Edebiyatê xwendîye. Ji sala 1990î û heta sala 2004an di nava xebata sendîqeya mamostan de ye. Di nava Egit-Sen û Egit-Birsenê de çalak e. Hem li Mêrdînê û hem jî li Amedê serokatiya wan kirîye. Wî ji sala 1987an heta sala 2000î mamostetiya felsefê kirîye. Di dema mamostetiya xwe de du caran nefî bûn dibe û ji sedemê doza perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji bo zarokên kurdan dike, ji mamostetiyê tê avêtin.

Di hilbijartina 2004an de wek serokê Şaredariya Sûrê tê hilbijartin. Demirbaş, di dema serokatiya şaredariyê de jî bi xebatên xwe yên ji bo parastina çanda kurdî û di xebatên şaredariyê de bikar anîna zimanê kurdî bala dewletê dikşîne û niha jî di derbarê wî de 12 lêpirsîn hatine vekirin, hin ji wan hê jî tên meşandin. Demirbaş ji bo kar û barên xwe yên şaredariyê û xebatên ziman û çandî gelek xelat jî wergitine.

Di 14ê hezîranê 2007an Dadgeha Dewletê ya Bilind a Tirkiyê bi sedema bîryara Şaredariya Sûrê ya Di kar û xebatên şaredariyê de pir zimanî Şaredarê Sûrê ya Amedê birêz Abdullah Demîrbaş ji erkê girt û civaka Şaredariya Sûrê felişand. Dadgehê bîryara xwe weha aşkere kirî bû: Serokê Şaredariya Surê Abdullah Demirbaş, bîryara şaredariyeke pir zimanî daye. Ev bîryara pir zimanî ya şaredariyê li dijî qanunên Tirkiyê ye, li dijî qanûna bingehîn a Tirkiyê ye û Tirkiyê perçe dike.

Xelatên Ku Girtiye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Xelata Seqizê
  • Xelata Wezareta Rewşenbirî a herêma Kurdistanê
  • Xelata şaredariyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat
  • Xelata Dîaloga Dêrên Katolîk û Ortodoks
  • Xelata Feqî Husên Sagniç

û gelek xelatên din wer girtiye.

Şaredariya Sûrê di bin serokatiya wî de bi Şaredariya Dihokê û bi Şaredarîyek îspanî rê bû ye xwîşk û bira.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hevpeyivîn bi serokê Şaredariya Sûrê Abdullah Demirbaş rê; NETKURD; M. Şefîq Oncu; 25.3.2007

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]