Feqî Huseyîn Sagniç

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Feqî Husên Sagniç hat beralîkirin)
Feqî Huseyîn Sagniç
Jidayikbûn1926
Taxa Xoros , Xîzan, Bedlîs
Mirin2003 (77 Salî)
Tetwan
PîşeWêjevan, Zimannas
Zimanê nivîsinêKurdî
Tevgera wejêyî Wêjeya kurdî
Berhemên navdar
  • 1. Yûsiv û Zuleyxa, 1998 - ( ji tîpên Erebî tîpguhêzî)
  • 2. Çîrokên Kurdî: Fabl
  • 3. Hêmana Rêzimana Kurdî,
  • 4. Pêşeriya hewisîna Zimanê Kurdî 1,
  • 5. Pêşeriya Hewisîna Zimanê Kurdî 2,
  • 6. Dîroka Wêjeya Kurdî,
biguhêreBelge

Feqî Huseyîn Sagniç (1926 - 12ê adara 2003) nivîskar û zimannasê kurd bû.

Feqî Hûseyîn Sagniç di 1926an da li Kehnîyamîran ji dayîk bûye. Kehnîyamîran taxekê gundê Xorosê navçeya Hîzanê bajarê Bedlîsê ye. Ew salek piştî bizava Şêx Saîd hatî dinê. Di temenê sê salî de mala wan ji navçeya Xîzanê hatiye navçeya Tetwanê. Dûriya Oranisê li gundê Kûtê bicih bûye. Wî zarotiya xwe li wî gundî borandîye. Di temenê heyştan da, bavê xwe winda kiriye û sêwî maye. Ji ber xizaniyê salek piştî mirina babê xwe, bi birayê xwe yê mezin re bûye berxvan. Sala din, ew û birayê xwe yê piçûk bûne gavanê gund. Gavaniyê sê sal li pey hev domandiye. Di wê navberê de wî Quranê xwendiye. Li dawiya sala 1938an da çend rojek ji sersala 1939an ra bimîne, çûye gundê Oranisê li medresa Seydayê (Mela Osmanê Xorosî), dest bi Nûbihar a Ehmedê Xanî û fiqha erebî kiriye.

Xwendin û feqîtiya wî bi zor çar salan domandiye. Her du birayên wî yên ji wî mezintir, çûne leşkeriyê û bi pêwîstî li şûna wan wî rencberî kiriye. Dûre ew çûye leşkeriyê. Piştî qedana leşkeriyê, di navçeya Tetwanê da rûniştiye. Wan mala xwe jî anîne wir. Ji bo debara xwe bike, dest avêtiye xeradî û çêkirina avayiyan. Piştî xebata çend salek xeradxaneke mezin damezrandiye.

Li ber wan karên xwe yên aborî de, xebatên wî yên ilmî û dahûrandinî jî hebûn. Wekî, dahûrandina mezheb û olan û hînbûna felsefe metafizîk û dîyalektîkî. Hizirîn, raman, peyivîn û gengeşiyên sîyasî jî di wan demên keftolefta aborî da bûn. Wî xebatên sîyasî tenê bi medresiyan re kiriye. Di wan deman da baweriya bi dibistanan tune ye. Û bi wan ra pêwendî jî çênedikir. Pêwendiyê wî yên pêşî bi dibistaniyan re, li Dîyarbekir bi Canip Yildirim, Edîp Altinakar, Musa Anter, Yusuf Ezîzoxlu, Selahedîn Cizrelî û bi Mustefa Ekîncî re çêdibe. Ev dîtin û pêwendiyên han, piştî dawiya sala 1959an, di dema rojnama “Îlerî Yurd”e de bûye û dû ra êdî bi rewşenbîran ra, danûstendinên xwe bipêş xistiye.

Ji bo raman û hizrên sîyasî, sala 1964an bûye revoke. Lê piştre xwe radest kiriye û dikeve zîndana Tetwanê. Di dawiya sala 1965an ji zîndanê derketiye. Di dema revokiya Sagniç de, hin hevalên wî Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê damezrandine. Piştî ku ji zîndanê derketiye, bi rêya hevalekî xwe bûye endamê Partiyê. Piştre jî dibe endamê Komîteya Navendî. Di sala 1968an da navenda partiyê û gelek hevalên wî hatine girtin. Dû re gelek caran hatiye girtin û gelek dadgeh lê hatine vekirin.

Feqî Hûseyîn Sagniç, di Navenda Çanda Mezopotamyayê de dersên zimanê kurdî daye. Di damezirandina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cîh girtiye. Di kovara `Rewşen`ê de ku kovara enstîtuyê ye û her wiha di bûltenên enstîtûyê de, nivîsan nivîsiye. Nivîsên wî di kovar û rojnameyên din de jî derketine. Her wiha ew bi giranî bi kurdî nivîsiye.

Feqî Huseyn, gelek caran ji ber raman û baweriya xwe ya siyasî û wêjeyî hatiye girtin, di zîndanan da razaye û revok maye. Wek gotarvanê mêhvan li welat û li derveyê welat têkilî gelek panel û konferansên netewî û navnetewî bûye. Di celeb-celeb rojname û kovaran da bi sedan gotar nivisandiye.

Roja 20 ê çiriya paşîn, demjimêr 24.00 li ser komputerê xwînrêja mejî derbas kiriye[çavkanî hewce ye]. Ketiye komayê. 112 roj di komayê da maye. Roja 12 adara 2003ê roja çarşemê serê sibê zû li Stembolê, li nexweşxana Bakirköy vefat kiriye. Roja 13ê adarê pênçşemê piştî merasimeke rêk û pêk li Stembolê, cenaze birine Tetwanê. Di merasim û teziyan da bi deh hezaran kes bêşdar bûne[çavkanî hewce ye]. Roja 14 adarê piştî nimêja înê, li goristana Karşiyaka lı bajêrê Tetwanê bi tevlîbûna hezaran hatiye definkirin[çavkanî hewce ye].

Hesen Kaya derheqê Apê Feqî de dibêje:

"Ji bo Apê Feqî xebat pîroz û ser her tiştê re bû. Ape Feqî jî bo ku pîrtûka xwe yê Dîroka Wêjeya Kurdî biqedîne bi salan li mala xwe li ser komputera xwe rojê deh saetan rûdinişt û wî berhem qedand. Piştê ku berhem bi dawî bû Apê Feqî berhemê anî û teslîmê min kir. Da min ku ez wî sererast bikim. Piştê ku berhem ji ber destê min jî derket û ji bo sererastkirina helbestê di berhemê de wî û Aysel Xanim dest bi xebatê kirin. Rojê heşt-neh saetan li avahiya enstûtiyê dixebitîyan. Di çarem roja xebatê de piştê ku civîna çarşemê jî qediya, sed heyf û xebînet seyda dozdehê şevê de li ser kompîturê ji ber tansiyona bilind xwîn çû mejiyê wî. Seyda çil û çar roj di komayê de dimîne û çil rojê wî yê di komayê de derbas dibe û bijîşkan ji bo ku Apê Feqî dijî an jî najî wî û xezmên wî re hevdîtinek bikartîne. Jina wî, kurê wî û keça wî ji Apê Feqî dipirsin hela dijî an jî najî. Lê ji wan pirsan diyar nabe ku Apê Feqî dijî an jî najî. Hesen Kaya dibêje ez jî di nav xizmên wî de bûm. Min jî ji Apê Feqî re got: "Seyda! Pirtûka te çap bûye û li çapxaneyê ye." Çavê wî zîq li min ma. Devê xwe lepitant. Pişt re jî min got: "Seyda! li Iraqê dewletan Kurdan avabiye. Soz ku tu rihet bibî emê herin tû yê li Zanîngeha Hewlerê li ser pirtûka xwe konferansekê li dor bixî." Piştê van gotinan şabûna xwe bi awayekî diyar nîşan da. Apê Feqî ne mirovekê wisa ye ku şûna wî were tijîkirin."

Berhemên Feqî Huseyîn yên ku hatine weşandin ev in[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1. Yûsiv û Zuleyxa, 1998 - (ji tîpên erebî tîpguhêzî)
  • 2. Çîrokên Kurdî, 1999 - (Fablên Kurdî)
  • 3. Hêmana Rêzimana Kurdî, 1991
  • 4. Pêşeriya hewisîna Zimanê Kurdî 1, 1991
  • 5. Pêşeriya Hewisîna Zimanê Kurdî 2, 1992
  • 6. Portreler, 2000 (Bi tirkî, portreyên rewşenbîr û sîyasetmedarên ku ne li jiyanê ne)
  • 7. Dîroka Wêjeya Kurdî, 2002 (700 rûpel, dema di komayê da bû kitêb ji çapê derket. Kitêbê birin ser ciyê wî.)

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]