Abdullah Zeydan
Abdullah Zeydan | |
---|---|
![]() | |
Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê | |
Niha wezîfedar e | |
Dest bi kar kir 31 adar 2024 | |
Parlementerê Meclîsa Mezin a Neteweyî | |
Wezîfedarî Çiriya Pêşîn 2025 – Çiriya paşîn 2016 | |
Herêma hilbijartinê | Hekarî |
Parlementerê Meclîsa Mezin a Neteweyî | |
Wezîfedarî Hezîran 2015 – Çiriya pêşîn 2015 | |
Herêma hilbijartinê | Hekarî |
Jiyan | |
Jidayikbûn | 13 adar 1972 Gever |
Partiya siyasî | |
Zarok | 3 |
Dê û bav |
|
Xizm | Rustem Zeydan (bira) |
Perwerde | Unîversîteya Amerîkî ya Navmiletî, Fakulteya Mîmariyê |
Pîşe |
|
biguhêre![]() |
Abdullah Zeydan (jdb. 13ê adara 1972an li Geverê) mîmar û siyasetmedarekî kurd e. Abdullah Zeydan yek ji parlamenterên berê yê Colemêrgê ye û şaredarê niha yê şaredariya bajarê mezin a Wanê ye.
Zeydan li Zanîngeha Amerîkî ya Navneteweyî, Fakulteya Mîmariyê qedandiye.[1] Di hilbijartinên 7ê hezîrana 2015an û 1ê çiriya paşîn a 2016an de wekî parlamenterê Colemêrgê hat hilbijartin.[2]
Di 4ê çiriya paşîn a 2016an de tevî parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di encama xala li Meclisa Tirkî ya li makeqanûnê hat zêdekirin de parêzbendiya wan a di derbarê dosyayên paşverû de hatibû rakirin hat binçavkirin û di heman rojê de hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê. Ji bo Zeydan ê di 6ê kanûna paşîn a 2023an de li Girtîgeha Edîrneyê bi Selahattin Demirtaş re di heman qawîşê de hatibû girtin, di 6ê kanûna paşîn a 2023an de biryara berdanê hat dayîn.
Kurê parlamenterê berê yê Colemêrgê Mustafa Zeydan e. Birayê parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Colemêrgê Rustem Zeydan e. Kurê mamê serokê eşîra Pinyanişî Ali İhsan Zeydan e. Zeydan zewicî ye û sê zarokên wî hene.[1]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b c "Abdullah ZEYDAN - 25. DÖNEM HAKKARİ MİLLETVEKİLİ". www.tbmm.gov.tr. Roja gihiştinê 3 nîsan 2024.
- ^ "Abdullah ZEYDAN". tbmm.gov.tr. Ji orîjînalê di 4 çiriya paşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 çiriya paşîn 2016.
![]() | Ev gotara ji bo siyasetmedarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |