Alaya keskesorê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Alaya keskesorê ya nuha
Şeş bendik (1979–hîn)
Heft bendik (1978–1979)
Heşt bendik (1978)

Alaya keskesorê, alayek ji bendikên reng û rengên keskesorê pêk tê. Gelek sêwiranên alaya keskesorê pergala kevneşopî ya rengên sor, tirincî, zer, kesk, şîn, şîna nîl û binefşî bikartînin.

Bikaranîna alaya keskesorê kevneşopiyeke gelek kevn e. Li dinyê gelek çand ji ber wateyên çeşîtdarî, hemûgirî, hêvî û arezû wê bikaranîne. Îro gelek alayên keskesorê ya bi têkiliyên wan bi hev re tune ne, tên bikaranîn. Lin av wan de ya herî navdar alaya keskesorê ya meşa rûmetê ye. Alaya aşitiyê jî, bi taybetî li Îtalyayê berbelav e û nişaneya piştevaniya navnetewî ye. Alaya keskesorê ji aliyê xelkê Andê ve ji bo nimandina mîrata Împeratoriya Înkayê û tevger û têkoşînên gelê Andê tê bikaranîn.[1]

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo civaka LGBT cara yekem a bikaranîna alaya keskesorê di sala 1978an de li kêliya Meşa Azadiya Gey û Lezbiyenên San Francisco bû. Hunermend Gilbert Baker a San Franciscoyî ji nîşaneyiya tevgerên hevwelatîbûna zenciyan û têkoşînên hîpiyan îlham girt û ji bo her sal li meşa rûmetê bê bikaranîn alaya keskesorê sêwirand.[2]

Baker û 30 minêkar ji bo meşê du prototîpa mezin a alaya keskesorê bi desten xwe dirût û boyax kirin. 8 bendikên alayê hebûn û rengên wan ji hev cuda bûn û her reng aliyekê civaka hevzayendan temsil dikir. Sor jiyanê, tirincî başbûn û pêşketinê, zer tavê, kesk xwezayê, şîna nîl aheng û guncaniyê, binefşî manewiyatê, şînê vekirî hunerê û pembeya çirt zayendiyê temsîldikir.

Baker ji bo sala 1979an bê bikaranîn ji bona hilbirîna serî ser li Şîrketa Alayê ya Paramountê da. Ji ber ku şînê vekirî û pembeya çirt li piyasayê nedihat dîtin ji rengên alayê hat derxistin. Ev alaya nû ya ji şeş bendikan pêk dihat, ji San Franciscoyê bajarên din belav bû û di demekî kin de bû sembola bîrbûn û çeşîtdariya hevzayendan. Bi riya fermî ji aliyê Kongreya Çekerên Alayê ya Navnetewî ve hat naskirin. Di sala 1994an de li meşa 25. a Stonewallê alaya keskesorê ya 9 metre firehî û 1,9 kîlometre dirêjahî ji aliyê 10 hezar kes ve hat kişandin.[3]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Alaya keskesorê de hene