Bîseksuelî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Alaya bîseksueliyê

Bîseksuelî navê daxwaz û pêkanîna têkiliya seksî bi herdu cinsiyetan e.

Di serdema dawî de bîseksualîteyê jî wekî hevzayendîtî di nava civakê de ji xwe re cihekê avakir, hindik be jî ji veşartinê derket. Li rûyê cîhanê gelek tevgerên homoseksuel û bîseksuelan hene. Li Ewropayê gelek klûb û rêxistên gey û bîseksuelan hene.

Cudakerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîtinên zanîstî yên derbarê bîseksualîteyê de destnîşandikin ku di avabûna kesayetiyeke bîseksuel de rola devedorê û fêrbûnan gelek girîng e. Herwekî bandora genetîkê jî heye. Zanîstî hîç cureyekê seksualîteyê anormal nabîne û bi pîvanên sincî nêzîkayî lê nake. lê belê di nav civakên heteroseksîtan de wekî hevzayendan bîseksuelan jî ji ber nasnameya zayendî û berpêbûniya zayendiya xwe rû bi rû tundî û cudakeriyê dimînin. Her çiqas mîna homofobî pir nayê bilêvkirin jî ji bo tundî û cudakeriyên ku bîseksuelan dibinin peyva bîfobî jî tê bikaranîn.

Di nava civaka Kurdan de rewşa azadiya cinsiyetan nebaş e. Li Kurdistanê bi çaveke erênî li azadiya cinsiyetan û têkiliya seksî nayê nêrîn. Herçendî seksualîte tiştekê taybetî ye jî, gelek kurd ên homoseksuel an bîseksuel nikarin li welatê xwe Kurdistanê bi azadî di nava civakê de bijîn. Li aliyekê zilma dagirkeran, li aliyekê din jî zilma civaka xwe jiyana wan dixe nola dojehê.

Bide ber[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]