Zewaca hevzayendan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Alaya LGBT

Zewaca hevzayendan an jî zewaca hevzayendî (bi ingîlîzî same-sex marriage an jî gay marriage) cureyekî zewacê ye ku di navbera du hevzayendan de pêk tê û ji aliye saziyên fermî û civakî ve mîna forma malbatê tê pejirandin.

Ji bo vê cureya hevrayiyê navên wekî zewaca geyan, zewaca lezbiyenan, zewaca homoseksuelî, zewaca hevbiha jî tên bikaranîn. Qanûnîkirina zewaca hevzayendan gişka birêkûpêkkirinên APA (American Psychological Association, Yekîtiya Derûnnasî ya Amerîkayê) dihewîne ku armanc ji bo wekhevîxwaziyê rakirina cudaxwaziya zayendî ye û bi vê armancê jî dixwaze hevzayendan karibin hevrayiyên xwe fermî bikin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di serdema xanedana Mingê de jinên li herêma Fujianê ya başurê Çînê bi rêya peyman û merasîman jinên ciwantir grêdidan xwe. [1] Mêr jî tevlî mîna van peymanan dibûn. Van peymanan dişibiya yên Ewropaya antîkê. [2] Qeyda yekem a qala zewaca hevzayendan dike, di salên ewil a Împeratoriya Romê de hatiye berhemandin.[3]Van zewacên hevzayendan wekî kevneşopî û merasîmên zewaca heteroseksuelan dihat fermîkirin.[4]Cicero, bikaranîna peyva “nubere” ya tê wateya “zewicîn”, wekî tiştekî edetî qala zewaca layê Curio ya Mezin dike. Li gorî Cicero, Curio ya Biçûk bi Antonius re zewacek xûrt û mayînde kiribû. [5] Martialis jî qala çend zewaca hevzayendan dike. [6] Juvenalis wekî “taybetiya wê tuneye”, qala çûyîna xwe ya merasîmên zewaca hevzayendan dike. [7] Heta ku xiristiyanî bû dînê fermî ya Împeratoriya Romê, zewaca hevzayendan dewam kir. Qanûnekî li nav qanûnên Theodosius (C. Th. 9.7.3.), zewaca hevzayendan a li Împeratoriya Romê qedexe kir û emir kir ku ew kesên dizewicin bên îdamkirin.[8][9]

Rewşa qanûnî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

     Zewaca hevzayendan      Zewaca hevzayendan a welatên din tê naskirin      Pevratiya welatî (yan jî pevratiya bêqeyd)      Tenê li herêmên federal tê naskirin, ne dewlet      Pevratiya hevzayendan nayê naskirin

Ewropa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zewaca hevzayendan a nuha di tevayiya dinyê de di 17 dewletan de, di tevayiya Ewropa de di 12 dewletan de qanûnî ye. Holenda di 2001ê de bû dewleta ewil ku zewaca hevzayendan disepîne. Pişt re Belçîka, Spanya, Danîmarka, Norwêc, Swêd[10], Portûgal[11], Îslenda, Fransa[12], Keyaniya Yekbûyî[13][14], Lûksembûrg qanûnî kir. A dawî li Îrlendayê cara yekem bû ku zewaca hevzayendan rêya referandûmê bû qanûnî.[15] Piştî li Îrlenda hat qebûlkirin Almanyayê jî zewaca hevzayendan qebûl kir.[16]

Amerîka[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kanada di 2005an de li dinyê bû çarem dewletê ku di nav qanûnên medenî de zewaca hevzayendan dipejirîne. Berê ku Kanada li tevayîya welêt zewaca hevzayendan qanûnî bike, sê parêzgeh û herêm pejirandibû û li nav van parêzgeh û herêman de 3.000 hevjîn zewicîbû. Ji 2010an û vir ve li Arjentîna zewaca hevzayendan qanûnî ye. Ûrûguay di parzemîna Amerîkaya Başûr de bû dewleta yekem ku ev zewac pejirand. Xêndî vê taybetî, ji 22yê tîrmeha 2010an û vir ve mafê ewladkirinê jî hat naskirin. Li Brezîlê diçend parêzgeh û herêmanda ji 2004an û vir ve zewaca hevzayendan serbest bû. Di 2013an de hikûmeta navendî li tevayiya welêt ev zewac qanûnîkir.

Di 26ê hezîrana 2015an de Dadgeha Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi biryara Obergefell v. Hodges zewaca hevzayendan li tevayiya welêt qanûnî kir.[17] Berê vê biryarê[18] li parêzgehên Massachusetts, Connecticut, Iowa, Vermont, Nû Hampshire, Maine, Maryland, Washington, Maine, California, Rhode Island, Minnesota, Nû Jersey; li herêma federal Washington, D.C. û êla Coquille bi rêya fermî zewaca hevzayendan dipejirand. Li Kalîforniya û Maine jî qanûnî bû lê piştî referandûmê hatibû rakirin. Di 2012an de li Maine car din hatibû pejirandin. Maryland û Washington jî bi rêya referandûmê qanûnî kiribû.

Li Meksîkê, herêma federal a Meksîkoyê ye, zewaca hevzayendî fermî ye.

Afrîka[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 2006an de li Komara Afrîkaya Başûrê zewaca hevzayendan hat pejirandin ku ev li Afrîkayê cara ewil û yekem e.

Okyanûsya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Nû Zelenda ji 17ê avrêla 2013an vir ve zewaca hevzayendan qanûnî ye.

Asya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Îsraelê zewaca hevzayendan nayê kirin lê zewacên li derî dewletê tê naskirin. Tenê zewacên Spanya û Kanadayê mîna zewacên heteroseksuelan tê hesibandib. Ji bo pejirandina zewaca hevzayendan a din şertê rûniştina li welêt tê pirsîn.

Bide ber[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Defu, Shen (1578-1642). Bizhouzhai Yutan.
  2. ^ Hinsch, Bret (1990) (îngilizî). Passions of the Cut Sleeve: The Male Homosexual Tradition in China. ISBN 0-520-07869-1.
  3. ^ Boswell, John (1995) (îngilizî). Same Sex Unions in Pre-Modern Europe. New York: Random House. ss. s. 80-85.
  4. ^ http://penelope.uchicago.edu/Thayer/E/Roman/Texts/Cassius_Dio/62*.html
  5. ^ http://www.perseus.tufts.edu/hopper/text?doc=Perseus%3Atext%3A1999.02.0021&redirect=true
  6. ^ Pirtûka XII., Pirtûka III.; Pirtûka I. (Martial, Epigrams. "Bav". Pirtûkxaneya Bohn's (1897).
  7. ^ http://en.wikisource.org/wiki/Satire_2; http://www.fordham.edu/halsall/ancient/juv-sat2eng.html Girêdana arşîvê 2010-08-19 li ser Wayback Machine.
  8. ^ http://books.google.com/books?id=xOmU5q1x8HsC&pg=PA272#v=onepage&q&f=false
  9. ^ http://books.google.com/books?id=5LXpN4oaOwAC&pg=PA123#v=onepage&q&f=false
  10. ^ http://lgbtnuce.blogspot.com/2015/08/zewaca-navbera-du-kesen-ji-yek-cinsi.html
  11. ^ http://lgbtnuce.blogspot.com/2014/03/ji-bo-hevzayendan-mafe-xwedizarokbune.html
  12. ^ http://lgbtnuce.blogspot.com/2013/05/hollandyesaya-zewaca-hevzayend-ere-kir.html
  13. ^ http://lgbtnuce.blogspot.com/2013/05/kamaraya-avam-zewaca-hevzayende-ere-kir.html
  14. ^ http://lgbtnuce.blogspot.com/2013/07/kamara-avam-qanuna-ji-bo-zewaca.html
  15. ^ http://lgbtnuce.blogspot.com/2015/08/li-irelanda-dengdana-zewaca.html
  16. ^ http://lgbtnuce.blogspot.com/2015/08/meclisa-eyaletan-elman-zewaca.html
  17. ^ http://lgbtnuce.blogspot.com/2015/08/obama-biryara-dadgeha-bilind-derbare.html
  18. ^ http://lgbtnuce.blogspot.com/2015/08/dadgeha-bilind-li-amerikaye-guhdariya.html