Alkan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Metan

Alkan di kîmyaya organîk da bestinên karbonê ne ko tenê ji du hîman anko elementên Karbon û Hîdrojenê pêkhatine (anko hîdrokarbon in), bi awayekî ko her Karbonek bi bestekeka ket ve bi hîdrojenkê ra hatiye bestin (anko bestinên têrkirî ne) bê ko çi bazin an xirik (sîkil) têda hebin. Navê dî yê alkanan parafîn e. Alkan bestinên kîmyayî yên ji teherê rêzikên hevsan in, anko her endamek ji vê rêzikê bi bariste an masseka atomî ya rêjeyî anko nisbî ya neguhêr ya 14ê ji endamên dî cida ye.

Her karbonekê dibê çar bestek anko bond hebin (an C-C an C-H) û her hîdrojenek jî dibê bigehit karbonekê (C-H). Rêzikeka karbonên bihevra bestî heykel anko hestîbenda alaknê pêkdiînin û bi awayekê mînakî (tîpîk) hijmara karbonan meznahiya alaknê nîşa didit.

Destekeka alkîl destekeka erkanî an zincîreka aliyanî ye ko wekî alaknê tenê ji karbon û hîdrojenên ko bi bestekên tek ve bi hevra hatine bestin pêkdihêt (jibo mînak mêtîl an desteka êtîl).

Hîdrokarbonên têrkirî dikarin hêlanî anko lînear bin ko nijar anko struktereka wekî maran heye, an dikarin tadar bin ko hestîbenda karbonî ya wan dibit du an çend ta, an jî dikarin bazineyî anko sîklîk bin ko têda du serên hestîbenda karbonî bihevra digehin û bazinekê pêkdiînin. Li goreyê pênaseya IUPACê, d teherên berahiyê alakn in û tehera sêyê bazinalkan anko sîkloalakan. Bi gotineka dî, li goreyê hebûn an nebîna nijarên bazineyî, hîdrokarbonên têrkirî dibin du destekên alkan û bazinalkan. Lê bi awayekê teknîkî, bazinalkan ne alkan in. Lewma hindek dibêjin bazinalkanan "alkanên bazineyî" û dibêjin alkanên dî bi xwe jî "alkanên nebazineyî". Hîdrokarbonên têrkirî dikarin digel her bestineka hêlanî, tadar an bazineyî (anko çendbazineyî, polîsîklîk) bestinekê çêbikin û her alkan bimînin bi mercekî ko nebazineyî bimînin.

Sadetirîn alkana mumkin mêtan e (CH4). Çi sînor jibo bihevra bestina karbonan nîne madem bestin bestineka têrkirî a nebazineyî û hîdrokarbon bit. çevrî anko oil ên têrkirî û şema anko waks mînakên alkanên wesa ne ko hijmara karbonan di hestîbenda karboniya wan da ji 10an zêdetir e.

Alkan bestinên gelek karvdêr anko rîektîv nînin û ji aliyê jînewerzanistî ve gelek kêmçeleng anko kêmektîv in.

Du tonên alkanan hene: Tonê yekemîn ya n-alkan ya îso-alkan (carna jî şonê îso-alkan neo-alkan jî) ye. Direfşê wan her caran CnH2n+2 e. Tonekî din jî heye, ew alkanan gilokî ne. Navî wan sîkloalkan nin.

Alkane çiqillandin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

C Nav Direfş Xala alafê Xala helînê Xala kelînê Tîrbûn Seklî xwe
1 Mêtan CH4 90,65 K 111,4 K 0,667 kg/m³
Kugel-Stab-Modell von Methan
Kugel-Stab-Modell von Methan
2 Êtan C2H6 90 K 185 K 1,212 kg/m³
Kugel-Stab-Modell von Ethan
Kugel-Stab-Modell von Ethan
3 Propan C3H8 85 K 231 K 1,83 kg/m³
Kugel-Stab-Modell von Ethan
Kugel-Stab-Modell von Ethan
4 n-Bûtan C4H10 135 K 272,5 K 2,703 kg/m³
Kugel-Stab-Modell von Butan
Kugel-Stab-Modell von Butan
5 n-Pentan C5H12 224 K 144 K 309 K 0,626 g/cm³
Kugel-Stab-Modell von Pentan
Kugel-Stab-Modell von Pentan
6 n-Heksan C6H14 250 K 178 K 342 K 0,659 g/cm³
Kugel-Stab-Modell von Hexan
Kugel-Stab-Modell von Hexan
7 n-Heptan C7H16 269 K 182 K 371 K 0,684 g/cm³
Kugel-Stab-Modell von Heptan
Kugel-Stab-Modell von Heptan
8 n-Oktan C8H18 289 K 216 K 399 K 0,703 g/cm³
Kugel-Stab-Modell von Octan
Kugel-Stab-Modell von Octan
9 n-Nonan C9H20 304 K 222 K 424 K 0,718 g/cm³
Kugel-Stab-Modell von Nonan
Kugel-Stab-Modell von Nonan
10 n-Dêkan C10H22 319 K 243 K 447 K 0,73 g/cm³
Kugel-Stab-Modell von Decan
Kugel-Stab-Modell von Decan
11 n-Ûndêkan C11H24 333 K 248 K 469 K 0,74 g/cm³
Kugel-Stab-Modell von Undecan
Kugel-Stab-Modell von Undecan
12 n-Dodêkan C12H26 344 K 263 K 489 K 0,75 g/cm³
Kugel-Stab-Modell von Dodecan
Kugel-Stab-Modell von Dodecan

îso,n- û neo-Alkan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Eger bestin bi pir atomên C, yanî atomên karbonê, hebin, îsomêrên alkanan çêdibin. Ji çar atomên karbonê û pirtir îsomêr çêdibin, yanî ji Bûtan û jor da.

Li cem Bûtan du şeklên xwe bi bes direfşekê (C4H10) çêdibin. Her hejmarê atomên karbonê radibin, hejmara îsomêrên alkanekî jî radibin, lê pir îsomêr bes di laboran û ne di xwezayê da tên çêkirin.

îso-,n- û neo-Alkan
Navé gelemperi n- îso- neo-
Propan
Tîne Tîne
Bûtan
Tîne
Pentan

Sîkloalkan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şeklê sîkloalkanan gilokî ne. Direfşê her sîkloalkanekî CnH2n e. Ji ber ko sîkloalkan gilokî ne xalên helînên û xalên kelînên wan ji xalên alkanên tevayî mezintirin.

Sîklobûtan û Sîkloheksan
Sîklobüten
Sîklobüten
Sîklobüten
Sîklobüten
sîklobüten
sîklobüten
Sîkloheksan
Sîkloheksan
Sîkloheksan
Sîkloheksan
Sîkloheksan
Sîkloheksan
Sîklobûtan bê sê Şeklê Sîkloheksan bê sê Şeklê

Navên alkananen be şax[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her alkanek navekî xwe heye, ew nav ji International Union of Pure and Applied Chemistry (IUPAC) tên gotin.

Her navekî alkanekî bi -an xelasdibe, pêş wê navî hejmarê yewnanî tê gotin yê dibêje, çend atomên karbon hene.[1] Ev qanûna bes ne ji çar alkanên pêşî ne. Navên wan Mêtan, Êtan, Propan und Bûtan nin. Navên hejmarên yewnanî li vir netên bikaranîn ji ber ku dîrokê wan.

Ji alkanan bi bestinên din ra qanûnên din jî hene:[2]

  1. Bestinê tewrî dirêj yê Karbonê dibe wek basîsê wê alkanê tevda; navî wê alkanê tê dawiyê nêv.
  2. Navên bestinên din yê digên bestinê basîs tên nivîsandin.
  3. Pêş navên bestnên din tê nivîsandin, li kîjan cihê ew digên basîsê, eger ew pir caran digên basîsê, hejmarekî yewanî tê pês wan.


Navên alkanane be şax be IUPAC'e
Formûle gelemperî Navên IUPAC Formûle gelemperî Navên IUPAC
CH4 Mêtan C11H24 Undêkan
C2H6 Etan C12H26 Dodêkan
C3H8 Propan C13H28 Tridêkan
C4H10 Bûtan C14H30 Tetradêkan
C5H12 Pentan C15H32 Pentadêkan
C6H14 Hexan C16H34 Hexadêkan
C7H16 Heptan C17H36 Heptadêkan
C8H18 Oktan C18H38 Oktadêkan
C9H20 Nonan C19H40 Nanodêkan
C10H22 Dêkan C20H42 Eiokoskan

Navdanêza alkananen bî şax[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Distûre Navdanêza alkananen bî şax
1
1a) 1b)
2
2a) Ê şîn hatîne nîşankirin Sübtitüent'în 2b) Ê şîn hatîne nîşankirin Sübtitüent'în
3
2-Metilhexan
2-Metilhexan
3-Mêtilheptan
3-Mêtilheptan
3a) 2-Mêtilhexan 3b) 3-Mêtilheptan
4
3-Etil-4-mêtilhexan
3-Etil-4-mêtilhexan
4-Etil-3-mêtilhexan
4-Etil-3-mêtilhexan
4a) 3-Etil-4-mêtilhexan 4b) 4-Etil-3-mêtilheksan
5
3-Etil-3-mêtilhexan
3-Etil-3-mêtilhexan
3-Etil-3-mêtilheptan
3-Etil-3-mêtilheptan
5a) 3-Etil-3-mêtilheksan 5b) 3-Etil-3-mêtilheptan
6
2,2,4,4-Tetramêtilhexan
2,2,4,4-Tetramêtilhexan
2,2,4-Trimêtilheptan
2,2,4-Trimêtilheptan
6a) 2,2,4,4-Tetramêtilheksan 6b) 2,2,4-Trimêtilheptan
7
2,4,5-Trimêtil-3-propilhexan
2,4,5-Trimêtil-3-propilhexan
2,3,4,6-Tetramêtil-5-propilheptan
2,3,4,6-Tetramêtil-5-propilheptan
7a) 2,4,5-Trimêtil-3-propilhexan 7b) 2,3,4,6-Tetramêtil-5-propilheptan
8
2,3,5-Trimêtilhexan
2,3,5-Trimêtilhexan
2,3,6-Trimêtilheptan
2,3,6-Trimêtilheptan
8a) 2,3,5-Trimêtilheksan 8b) 2,3,6-Trimêtilheptan


Xeterên alkanan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hemû alkan zû dişewtin, hên jî pir alkan ji xwezayê ra xeterî ne.

Hebûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanîya Alkana mezin neft (Petrol)
Çavkanîya Alkana gas
Bakterîye zike çêleka gasa Mêtane çêtıken

Alkan di erdê me û di exterên din yê pergala rojê da hene, lê bes nêzîkî alkanên yekemîn heta sedemîn. Li ser berçîs (0,1% M., 0,0002% Ê.), keywan (0,2 % M., 0,0005 % Ê.), ûranûs (1,99 % M., 0,00025 % Ê.) û neptûn (1,5 % M., 0,00015 % Ê.) pir Mêtan û Êtan hene.

Mêtan li ser erdê bes 0,0001 % heye. Alkan di neftê û gazê erdê da ne.[3] Di gazê erdê da Mêtan û Êtan da heye, hên jî Propan û Bûtan tê da heye (lê bes ne pir wek Mêtan û Êtan). Di neft da alkanên ron û karbonhîdrojenên din heye. Herdu berî pir milyon sal çêbûn. Wê demê ajalên mirî yê deryan bi oksîjen di bin erdê da man û di pir milyon salan da ji ber ku xalên germ û fişarê mezin bûn neft û gazê erdê. Nîmûne: Gazê erdê bi vê rêaksyonê çêdibe:[3]

Şekirî tîrî di bin fişarê mezin û xalên germ dibe Mêtan û Karbondîoksîd.

Çunkî çêkirinê neftê û gazê erdê pir dirêjdike, herdu ê di çend salan da xelasbibe li erdê.

Bikaranîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Neft ji benzînê ra tê bikaranîn. Propan û Bûtan wek benzînê tên bikaranîn, pir dîroktor hên bi wan alkanan tên ajotin. Alkan yê 35 atomên karbonan û zêdetir ji asfalt ra tên bikaranîn. Alkan, yê hên pirtir atomên karbonan radikin, bes ji perçekirinê ji alkanên çûçiktir ra tên bikaranîn.

Alkan di xwezayê da[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pir baktêr û arşaê Mêtan çêdikin. Ew karbondîoksîd dibin û bi alîkariya hîdrojen Mêtan û avê çêdikin.

Karbondîoksîd bi Hîdrojen ra dibe Mêtan û av.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ IUPAC, Commission on Nomenclature of Organic Chemistry (1993)
  2. ^ William Reusch: Nîmûne ji bikaranînê navên alkanan Girêdana arşîvê 2016-05-21 li ser Portuguese Web Archive
  3. ^ a b R. T. Morrison, R. N. Boyd. Organic Chemistry, 6th, New Jersey: Prentice Hall. ISBN 0-13-643669-2

Bîbliyografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Clayden, Greeves, Warren & Wothers : Organic Chemistry. Oxford University Press, Oxford 2004, ISBN 0-19-850346-6
  • M. Ayasse, W. Francke, B. S. Hansson, F. Ibarra, C. Löfstedt, H. F. Paulus, F. P. Schiestl: Orchid pollination by sexual swindle in Nature. Macmillan Jounals, London, ISSN 0028-0836