Arsênê Reşît Polatov

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Arsênê Reşît Polatov (Arsen Polatov) (jdb. 1942 - m. 31ê adara 2004an) hunermendê pandomîmêkurd yê herî bi nav û deng bû.

Polatov, yek ji hunermendê şanoya bêdeng (pandomîmger) yê herî bi nav û deng li Sovyeta kevin û li cihanê bû û li dervayî sînorên Sovyetê jî dihate naskirin. Poladov, Zanîngehên Moskova û Sorgonê di serî de, li gelek zanîngehên cîhanê dersên şano (tiyatro) û pandomîmê dida. Her wiha gelek caran ji bo dersdayîn û semîneran ji bo zanîngehên Parîsê, Berlînê û Pragê dihate dawetkirin. Bi dehan pandomîm, şano û skêcên ku Poladov bi xwe nivîsandine û derhêneriya wan kiriye, li gelek bajarên cîhanê hatine lîstin û gelek hatine ecibandin. Arsen Poladovê ku bav û kalên wî ji dorhêla Serhedê, ji warê Qers-Agiriyê piştî Qirkirina Xîristiyan û Êzîdiyan berê xwe dabûn Ermenistanê, ji malbeteke kurdên êzîdî bû.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1942’a de li paytexta Ermenistanê Êrîvanê çavên xwe ji jiyanê re vekir. Beşa Felsefeyê ya Zanîngeha St. Petersbûrgê di pola sêyemîn de terikand. Paşê Beşa Rejîsoriyê ya Zanîngeha Moskovayê kuta kir û li Parîsa Fransayê, ji Pîrê Pandomîmê Marseille Marso bi qasî du salan dersên pandomîmê dît. Di sala 1971ê de bi handan û piştgiriya Yekîtiya Sovyetê li Erîvanê Dibistana Pandomîmê ya Arsen Poladov hate vekirin û Poladov li vê dibistanê bi sedan şagirt perwerde kir, herweha ew hîmdar û rêvebirê şanoya pandomîmê ya Êrîvanê bû. Piştre, bi destûra Wezareta Çandê ya Yekîtiya Sovyetê, Şanoya Dewletê ya Moskovayê hate avakirin û Poladov li wê derê wekî rêveber-derhêner hate ser kar. Di maweya salên 1975-1995, raserî 20 salan bi sedan şagirt û şanoger gihand. Poladov, ji sala 1995a heta roja ku mir li ‘Beşa Dîroka Pandomîmê ya Zanîngeha Dewletê ya li Yaroslavlê’ wekî hîndekar kar û xebata xwe berdewam dikir.

Xebatên Polatov li Elmanya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Polatov di sala 2001ê de li Akademiya Kurdî ku wê demê li bajarê Dürena Almanyayê bû û li di salên 2001 û 2002a li bajarê Wuppertalê di bin banê Mala Çanda Baran (navê fermî: Baran Kultur Haus e.v.) mamostetiya şanoyê dikir û komeke şanoyê bi navê TEATRA BARAN perwerde dikir.

Di sala 2004an de ji ber nexweşiya dil li bajarê Yaroslavlê ya Rûsyayê ku li nexweşxaneya vî bajarî dihate derman kirin, ji ber têkçûna dil jiyana xwe ji dest da. Arsên Polatov bavê du zarokan bû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nivîsa Salihê Kevirbirî li ser Arsen Polatov[girêdan daimî miriye]