Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîst

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîst
Ejército Zapatista de Liberación Nacional
Alaya EZLN
Çalak1994–didome
ÎdeolojîNeozapatîsmo, Zapatîsmo, Anarşîzm, Marksîzma Klasîk, Sosyalîzma Azadîxwaz, Sosyal Anarşîzm, Çep-Azadîxwaz, Marksîzm Azadîxwaz, Xweserî, Anarşîzma Ferdparêz, Berambertî, Anarko-Sendîkavanî, Komûnîzma Anarşîst, Anarşîzma Kolektîvîst, Troçkîzm, Sendîkavanî, Anarşîzma Raperîn, Anarşîzma Çep, Anarşîzma Sentezker Platformperestî, Derezagonî, Propaganda ya emel
RêberSubcomandante Insurgente Galeano
Comandante Ramona 
Subcomandante Elisa
Qada operasyonêÇîpas, Meksîk
Mezinahî3,000 beşdarên aktîf û milîs; herwiha bi deh hezaran alîgirên sivîl ên ji (bases de apoyo)
Şer û cengPevçûnên Çîpasê
Malperwww.ezln.org.mx

Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîst (bi spanî: Ejército Zapatista de Liberación Nacional, EZLN), li parêzgeha Çîpas ya Meksîkê rêxistinekî bi çek e.

Navê xwe ji serokê Şoreşa Meksîkê (1910-1920) Emiliano Zapata hil dide. Xwe bi avayê xwedî mîrata Emiliano Zapata dibinin. Ew xwe li dijî emperyalîst didine naskirin.

Herêm ku têda dijîn bi avayê serbixwe û xweser ji hikûmatê dibînin. Ramanên wan “ax ya gel e.” û “gel ferman dike hukûmet tîne cîh.” e. Dirûşmên wan ê herî girîng “Ya Basta (Edî bese)” û “Dad! Serxwebûn! Demokrasî!” ye. Ji bo piştevaniyê ji xwe re bibînin, înternet û bihîstokên dûvelang dixebitînin.

Zapatistiyan li dijî kûreyî (globalîzm) û neoazadîxwazê ne. Ji ber ku, bi gorî ramanên wan, ev herdûyan, gundiyan bi avayekî xirab bandor dike û wana birçî dihêle.

Di sala 1982an de ji aliyê şerwanên Maoist ku di nav wanda Subcomandante Marcos jî heye hat avakirin. Piştî deh salên ji bo birêxistinbûn û amadeyîkirinê, di sala 1ê kanûna paşîn 1994an de dest bi şerê çekdarî kirin. Gelek şaredarîyên San Cristobal de Las Casas dagirkirin.

Endamên EZLN ê piranî ji niştecîhan pêk tê. Piştevaniyên ji bajarên din û navnetewî jî hene.

Subcomandante Marcos di vê rêxistinê de gelek çalak û fermandar e. Lê berevajî fermandarên din, bixwe niştecîhekî Maya nîne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]