Artîşoka spanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Artîşoka bejî
Cynara cardunculus

Artîşoka spanî, artîşoka bejî, xarpoş[çavkanî hewce ye] (Cynara cardunculus) cureyekê artîşokê, riwekek ji famîleya stêregulan (Asteraceae) e. Pelên wê bidirî (strîlokî), pirrsalane, bejî ye. Bi qasî 1,5 m bilind dibe. Du cureyên wê hene.

Li Kurdistanê jî digihê. Kurd wekî pincarê biharê berhev dikin, tevlî savarê dikin. Zarok wekî kerengê, ji viya jî benîşt çêdikin. Divê di demekê kurt de bên berhevkirin, lewra qert dibin. Welatê wê devedorê Deryaya Navîn, Kurdistan, Îran, bakurê Afrîkayê ye, lê belavbûyî ye.

Antîdepresîv e?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tê gotin ku li dijî depresyonê bikêr e. Di bijîşkiya gelêrî ya kurd de, bo kesên xemgîn û depresîv, cûtina (kayîna) benîştê wê dihate pêşniyarkirin. Lê xebateke zanistî nîne, baştir e, bi gotin û destûra doktoran bê bikaranîn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]