Prostat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Prostat di hewzekelênê de, li bin mîzdankê li pêşiya tortorîkê de cih digire,

Prostat an jî rijenê prostat (bi înglîzî: prostate gland) rijênê nêrekoendama zaûzê ye. Ango prostat rijênek taybete bo mêran.

Prostat di hewzekelênê de, li bin mîzdankê li pêşiya tortorîkê de cih digire, beşa jorê mîzerêyê dipêçe, ango mîzerê di nav prostatê de derbas dibe[1]. Rijênê prostat derdanên xwe bi navbeynkariya cogikan rasterast der dide nav mîzerêyê[2].

Erk û pêkhateya prostatê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Di laşê mirov de qebareya asayî ya rijenê prostat bi qasê qebareya goga golfê ye.Prostat bi pêkhateya îsfencî ye[3]. Giraniya prostata asayî bi qasî 40 gram e[4].Rijênê prostat ji lûsemasûlke û şaneya derdanê pêk tê[5]. Ji bo avêtinê (bi înglîzî: ejaculation), hêza serekî ya bo paldana sperm û tovavê, ji lûsemasûlkeyên prostatê tê bidestxistin. Şaneya derdanê, şileyek mîna şîr berhem dike. Di nav şileya şîrî de ji bo bidestxistina ATP, asîda sîtrad heye[6]. Herwisa şileya prostatê hin enzîm û dijepeydakerên (bi înglîzî: antigen) taybet jî lixwe digire[5]. Di nav şileya prostatê de enzîma meyînê heye. Ev enzîm fîbrînojena ji çikildanên tovavê diguherîne bo fîbrînê, bi vî awayê meyîna tovavê rû dide. Bi meyîna tovavê sperm hê hêsantir li dîwarê coga zaûzê ya mê dizeliqin û ber bi coga hêkê dilivin[7]. Li prostatê dijepeydakerek taybet a bi navê PSA (bi înglîzî: prostate specific antigen) tê derdan. PSA enzîmek hilweşînerê proteînan e. Di dema avêtinê de meyîna tovavê rû dide, lê çend xulek şûnve PSA xestiya tovava meyînî ya tîr piçek ron dike, di nav şileya ronkirî de sperm bi hêsanî ber bi coga hêkê dilivin[5].Sperm nikarin di hawîrdorek asîdî de bijîn. Di coga zaûzê ya mêyê de pH 3.5- 4 e, ango hawirdor asîdî ye. Şileya prostatê alkalî ye, ango pH a wê ji 7ê zêdetir. pH a bilind a şileya prostatê, asîdiya mîzerê ya nêrê û asîdiya zêyê (vajîna) kêm dike, bi vî awayê ji bo sperman hawirdora guncav peyda dibe[8].

Di dema avêtinê de masûlkeyên guşer (bi înglîzî: sphincter muscle) ên prostat û mîzdankê, coga mîzerêyê heta mîzdankê digirin, bi girtina coga mîzerêyê, rê li ber sperm û tovavê tê girtin ko ber bi nav mîzdankê neherikin. Dema mîzkirinê, îcar masûlkeyên prostatê, cogên tovavê digirin nahêlin mîz tevlê tovavê bibe.[9] Ango di laşê mirov de avêtin û mîzkirin di heman demê de rû nade.

Nexweşiyên protstatê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Girbûna prostatê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Di temenê kaltiyê de, bi taybetî piştê temenê 60 saliyê prostatê hin mirovan gir dibe û diwerime[10]. Prostatê werimî mîzerêyê dişidîne, mîz di nav mîzerêyê de bi dijwarî derbas dibe[11]. Mîrovên bi prostatê werimî li gor mirovên din hê pirtir derdikevin destavê. Herika mîza mîrovên bi nexweşiya prostatê hêdî ye. Ji ber ko prostatê girbûyî rê nade mîzdankê ko bi têra xwe mîz embar bike, hestê mîzkirinê li ba van mîrovan zû peyda dibe, lê her carê bi qebareyek hindik mîz dikin[10].

Şêrpenceya prostatê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Şêrpenceya prostatê yek ji şerpenceyên herî belavî ye di nav zilaman de. Di navbera girbûna prostatê û şêrpenceya prostatê de tu pêwendî nin e. Ango dibe ko prostat gir bibe lê bi şêrpenceyê nekeve[10]. Di xwînê de bilindbûna asta rêjeya xestiya PSA, yek ji nîşaneyên giring e bo egera nexweşiya şerpenceya prostatê. Hin caran şêrpenceya prostatê gir dibe, paşê bêyî ko gir bibe an jî biguhere bi salan li heman cihê xwe de dimîne. Lê hin caran jî xaneyên şêrpenceyî roj bi roj zêde dibin û bi navbeynkariya lûleyên xwînê û lûleyên lîmfê, belavî laş dibin. Xaneyên şêrpencegirtî di endamên wekî mejî, hestî û pişik de cih dibin û dest bi dabeşbûna mîtozê dikin, ango ewan endaman jî tûşê şêrpenceyê dikin. Şêrpenceya prostatê bi neştergeriyê, bi hormonan an jî bi rêka radyoterapî tê saxkirin[7].

Prostatê werimî mîzerêyê dişidîne, mîz di nav mîzerêyê de bi dijwarî derbas dibe.
Prostat li bin mîzdankê li pêşiya tortorîkê de cih digire,loma nexweşiyên prostatê bi tilî ji aliyê komê (anus) ve tê kontrolkirin.

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  2. Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  3. Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  4. Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  5. a b c Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  6. Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  7. a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  8. Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  9. https://www.ncbi.nlm.nih.gov/books/NBK279291/
  10. a b c Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  11. Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.